Ana SayfaJINLi Silêmaniyê êrişê keçekê kirin

Li Silêmaniyê êrişê keçekê kirin

Bûyera ku tê gotin li Silêmaniyê rû daye rastî bertekan hat.

Di vîdyoyekê de ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, hejmareke zêde ya ciwanan, ku tê îdiakirin bi motorsîklêtan li pey keçekê digerin û yek ji wan li wê dixe û ew keç dikeve erdê. Parlamenterekî Endamê Parlamentoya Iraqê got ku bûyer duh roja Înê 30ê Kanûna 2022uan Silêmaniyê qewimî.

Derbarê videoyê de Endamê Parlamentoya Iraqê Soran Omer ji Rûdawê re got, “Mixabin ev bûyer li Silêmaniyê qewimî. Piştî ku ciwanan li keçikê xistin, ew bi çend motorsîklet siwaran re ji cihê bûyerê reviya.”

Soran Omer da zanîn ku berî çend rojan her dîsa li Silêmaniyê çend kesan destdirêjî li keçekê kirine û polîsên parêzgehê jî ev nûçe belav kirine, ev kes “di nav grûpa motorsîlet siwaran de bû.”

Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Kurdistanê Rêwaz Fayeq ragihand: “Zilamên ku bi awayekî hovane êrişî keçekê dikin ku dixwaze weke hemû kesên din li pêşbirkê temaşe bike, berhema helwêsteke hovane ya plankirî û birêxistinkirî ye ku her roj li hember jinan li vê herêmê dê kirin. Rêveberî û civakek ku li hemberî vê hovîtiyê nesekine, mehkûmî mirineke lezgîn e.”

Dozgerê giştî gilî tomar dike

Serodozgerê Dozên Mafî Giştî li Silêmaniyê Dadwer Selahadîn Letîf jî got: “Piştî dîtina videoyekê ku li ser torên civakî hatiye belavkirin û tê de tê dîtin ku komek ciwan heqaretê li keçeke ciwan dikin, em pêwendî bi polîsên Silêmaniyê re dikin û dê giliyê wan bikin.”

Selahadîn Letîf herwiha amaje bi wê yekê kir ku ji bo girtina gumanbaran pêwîstî bi biryara dadwerî nîne, ji ber ku ew tawaneke eşkere ye û polîs dikare rasterast gumanbaran bigire.

5 kes hatin desteserkirin

Polîsê Silêmaniyê jî diyar kir ku lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike û heta niha 5 tohmetbarên ku beşdarî bûyerê bûne hatine desteserkirin.

Her vê hefteyê jî li Silêmaniyê 7 kesan îstîsmara zayendî li hemberî zaroekê bi rêya rokê TikTok kiribûn. RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights