Ana SayfaSIYASETParlamenterekî Sûrî: Dibe ku hevdîtina Esed-Erdogan beriya hilbijartinê yan jî piştre pêk...

Parlamenterekî Sûrî: Dibe ku hevdîtina Esed-Erdogan beriya hilbijartinê yan jî piştre pêk were

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniya Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas di 28ê Berfenbara 2022an de li Moskowa paytexta Rûsyayê hevdîtinek pêk anîbûn.

Civîna li Moskowê di navbera Tirkiye û Sûriyê de piştî 11 salan li ser asta wezîran bû yekem civîn. Derbarê civînê de Parlamenterê Partiya Bees a Sûriyê Nebîl Tûmeh jî li ser îhtimala hevdîtina Erdogan-Esed şîroveyeke balkêş kir.

Nebîl Tûmeh ji malpera nûçeyan a “United World International” re axivî û li ser îdiaya ku “Esed, hevdîtina sê alî ya bi Putin û Erdogan re red kiriye” wiha got “Serokkomariyê di derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke fermî nedaye. Tiştê ku di medyayê de belav bûyebi temamî spekulasyonek bû.”

Tûmeh li ser pirsa “Hûn li bendê ne ku hevdîtin kengî pêk were?” wiha bersiv da “Tirkiye di sala 2023an de xwediyê hawîrdoreke siyasî ya pir tevlîhev e. Bi taybetî nêzikbûna hilbijartinên serokomariyê hêmaneke vê yekê ne. Weke Sûriye, divê em bifikirin ka gavek wiha beriya hilbijartinan dê bi kêrî Erdogan bê yan na. Her wiha gelo ev hevdîtin dê bibe sedema sivikkirina cezayên neheq ên li ser Sûriyê? Gelo ew yek dê bibe alîkar ji bo rakirina beşek ji dorpêçên aborî, siyasî û civakî yên welat? Divê ev li ber çavan bên girtin. Di vê çarçoveyê de dibe ku hevdîtin beriya hilbijartinê yan jî piştî hilbijartinê pêk were.”

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights