Ana SayfaJINLi Tirkîyê di Sala 2022’yan de 579 Jin Hatine Kuştin

Li Tirkîyê di Sala 2022’yan de 579 Jin Hatine Kuştin

KCDP di sala 2010’an heta vê demê, her meh tundî û kuştinên ser ser jînan wek raport diweşîne.

KCPD dide zanîn ku di sala 2020’an de 300 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin û 170 jin jî bi awaye gumankirî mirî hatine dîtin.

Di sala 2021’an de jî 280 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin û meytên 217 jinan jî bi awayê gumankirî hatine dîtin.

Li gor pêzanînên raportê, tenê di nav 3 salan de 914 jin ji alîyê zilaman hatine kuştin û termên 632 jin jî hatine dîtin û bi giştî 1546 jin mirine.

Raport bal dikşîne ku di hejmara kuştinan de her sal zêdebûnek çêbûye. KCDP wê yekê bi sîyaseta desthilatîyê ve girêdide û bi bîr dixe ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê kuştina jinan zêde bûne.

“Piştî ku Tirkîye ji Peymana Stenbolê hderket, li ser komela me jî doza girtinê hate vekirin. Desthilata sîyasî dixwaze dengê sazîyên ku piştgirîya jinan dikin, qut bike,” KCPD dibêje.

Li gor ve rapotê di nav sala 2022’yan de herî zêde jin li Stenbolê (54), Îzmîrê (26) û Enqerê (23) hatine kuştin. Li bajarên Kurdan ev rêje kêmtir e û li Amedê di nav saleke de 6 jin hatine kuştin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights