DESTPÊKKÜRDİSTANNirxandineke Hemdemî

Nirxandineke Hemdemî

Ev nivîsar nirxandineke hemdemî dike li ser rewşa civaka Kurdan, ziman û edebiyata Kurdî, siyaseta hevbeş, rola medya û pirsgirêkên malkambax.

Li Bakurê welêt xiyala xwe baş bidin civaka Kurdan: hinekî ji xwe re biponijin, li derdora xwe baş temaşe bikin û destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Di vî fotografê civaka me de çi heye û çi tune ye gelo? Gava ku em bi duristî li vî fotografê civaka xwe baş temaşe bikin, em ê wê gavê bi hêsanî pêrgî rastiyên xwe yên ku tehl in bibin. Ev tehlîya ku heye him ji bona takekesan e û him jî ji bona doza Kurdan e. Weke sosyalîst û Kurdperwer, em ê çawa van rastîyan şîrovê bikin? Ma gelo seqa li gora heqa ye? Çima gotin û kirinên me li hevdû nakin? Di vê lêpirsîna me de em ê li derdora van rastîyên civaka xwe li hev bigerin, em ê xwe nas bikin, em ê dûra çawa nêzikî hev bibin û van helwestên mirovên Kurd yên ku tehl in bixwazin veşêrin an na? Em ê bi hev re dirust bin an na? Em ê li ser tiştan, li ser pirs û pirsgirêkan bixwazin her gav rastîyên civaka xwe binixwumînin an na? Em ê bixwazin şaşî û rastiyên civaka xwe ya ku berovajî transformeyî nava siyasetê bûne bibînin an na? Em ê her gav ji xwe re bibêjin; bila her tişt tenê ji min û partiya min re û hew an em ê bibêjin doza welatê me ya hevbeş di ser her tiştî re ye an na?! Em ê rê li ber mirovan jîr û zana vekin, an em ê şelaf û nekirkêran li dora xwe kom bikin an na? Em ê bixwazin bêdeng bimînin an jî em ê bixwazin bi rastîyên civaka xwe re rûbirû bibin an na?

Ez jî ji dil dibêjim; em divê bi xwe re û doza xwe re dirust bîn û şaşî û kêmasîyên xwe jî tucara veneşêrin. Yan na wê ev bêdengî bibe malkambaxîya welatê me! Her gava ku em îro, bi hemd an bê hemdê xwe di avêjin, wê bibe bingehê formasyona civaka Kurdistan ya dahatû. Dîroka mirovantiyê û civak jî bi tevahî wilo pêş de diçin. Çarenivîsa me di dîtin û pratîka me de ye û berpirsyarîya me jî di asta dawî de di siyaset û pratîka me de xwe dide der. Ji ber ku pratîka mirovan bi rastî nasnamê û hebûna mirovan e. Ev çalakî bi xwe mirovan piralî derdixinê holê û wana şênber radixînê ber çavan, ango praksîs di formasyona xwe de, di asta dawî de dikeve pêşîya pêşdarazînan û nirxên îdeolojîkî.  

Belê, di civaka me de tu ji kê bi pirse; wê ji were qala giringiya ziman û kultura Kurdan bikin. Wê ji mirovên derdora xwe re qala giringîya zimanê dayîkê bike. Bêşik wê qala zimanê perwerdê bike, wê qala nasnama Kurdan bike, wê qala edebîyata Kurdan bike, wê li ser Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî,  Cegerxwîn, Tirêj, Arjên Arî, Mehmet Uzun, Bro Omerî ûhw çawaleke gotin bibêje. Wê qala giringıya axavtin û nivîsandina bi zimanê Kurdî bike. Wê bi dengekî bilind bibêje; ku zimanê Kurdi winda bû, têk çû, an jî hate jibîrkirin, heke Kurd ji aliyê ziman de asmilê bûn, wê doza gelê Kurd vemire, nemîne, ûhw. Lê gava ku em tên ser rastîya xwe, rastîya welatê xwe, di pratîka me de ne zimanê Kurdî û ne jî edebîyata Kurdî li holê namîne! Xuya nake! Di rojev û têkilîyên Kurdan de, di têkilîyên girseyî de ne ziman heye û ne jî edebiyata Kurdan li pêş e.   

Belê. Hûn bi kê re bi axivin wê qala tifaq û hevkarîyên siyasî bike, wê qala yêkrêzîya Kurdan bike, wê qala pêşeroja Kurdistanê bike, ûhw. Lê wê ev derdor her tim jî bi dîtin û kirinên xwe derizandike kûr di nava tevgerên Kurdan de saz bike. Wê bi xetên qalind her tim bibijê; em û ew! Wê hinek hêzên Kurdan li derveyî tifaqa Kurdan bihêle. Hilberîna fabrikasyonên ne rast û vala her tim di dewrê de ne. Xiyala xwe baş bide ne, ji salên 1960 an û vir de, li seranserê Kurdistanê dubenditîyeke malkambax ketiya nava tevgerên Kurdî. Li her çar perçeyên Kurdistanê dubentîyeke bêwate derketiye holê. Em û ew, di nava tevgera Kurdan de bûye derizandineke derûnî. Em xwe bi xwe hevdû tune dikin, em ji hevdû re dibin asteng, em ji hevdû re dibin dijber. Em pêşîya hevdû dibirin, em xefkan li ber hevdû vedidin. Di van tevgirêdana de Kurd îca baş fêm korî bûne. Ders û aqil ji dîrok û pratika xwe ya malkambax nagirin. Heman şaşîyan her dem dubare dikin. Ew sê sed salê ku em qala tifaqa Ehmedê Xanî dikin, lê sed û yek hicetan jî em pêşkêş dikin ji bona ku yêkrêzîya Kurdan ava nebe! Ev bi rastî çi nekirkêrî ye? Çi fêm korî ye? Çi beradayîbûn e?

Ev nezanî û ew helwesta tehl, bi dîtina min ji nirxandineke ku ne li gorî rastîya demê ne derdikevin holê. Ma bêyî nirxandineke ku li gorî berjewendiyên demê were xwendin, xwendineke li gorî rastîyên dinyayê be, wê mirov çiqasî bikaribê derdora xwe baş fêm bike gelo? Ma ku mirov li gorî dema xwe nexwîne, neponije, ma ku mirov aqilê xwe ji bona çareserîya tevahî bikarneyîne, ma ku mirov bernameyan derbasî nava jiyanê neke, ma ku tehlî bi me şêrin nebe, ma ku hest û ramanên me li hevdû nekin, ma ku teorî û pratîka me silavê li hevdû neke, wê mirov çawa bikaribe çareserîyan pêşkêş bike heval?

Em divê ji xwe bipirsîn; di vê rewşê de zimanê Kurdi çiqasî tê axavtin, kedkarên zimanê Kurdi di nava civakê de çiqasî xwedî qîmetin. Civak û siyaset çiqasî li nivîskarên xwe guhdar dike, çiqasî berhemên wana dixwîne, divê em vê helwest jî baş niqaş nakin. Di vê mijarê de bêdengîyeke xaîn li pêşberi me ye. Ev bêdengî divê were çirandin û Kurd ji hevdû hesaban bipirsin. Kijan derdor gunehkar in? Ma siyaseteke Kurdperwer bê zimanê Kurdî dikare biser bikeve gelo? Ma em nabêjin, Em Kurd in, Zimanê me Kurdiyê û welatê me jî Kurdistan e! Em di qadên civakê de û li derdora van nirxan bi hevdû re dikarin çi bikin gelo? Rêxistinên siyasî, yên sivîl, rewşenbîr û nivîskar, weşanger dikarin bi hevdû re çi bikin? Ma em hemû bi hevdû re ne hewcedarên hevdûgirtin û platformên perwerdê, kultur û Zimanê Kurdî ne? Ma em ne hewcedarê hilberina zanebûnan li ser ziman, dîrok û civaka Kurdistanê ne? Ma siyaset bê zanebûn dibe, ma siyaset bê xwendin dibe? Ma siyaset bê pratîk dibe? Ji bona ku doza me bi ser bikeve, em ê çawa karibin hevkarîyeke madî-manewî û avakirina sazîyên hevbeş li welatê xwe organize bikin? Li ser vê rastîyê divê em siyaseta Kurdewar û mayînde pêş de bibin.

Divê ev pirs û çareserîyên wana bi hevdû re û bi dildarî bikevin nava rojeva Kurdan. Divê siyaseta Kurdperweran li ser van nirxan formata xwe bigire. Em îro dibinin ku li Bakurê Kurdistanê qelsiyeke xwendin û axavtina bi Kurdî heye. Rewşa Kurdan di vê mijarê de bi rastî xerab e. Kurd ji nirxên xwe yên bingehîn bidûr ketine. Di rewşeke wilo de bi tevahî tişt tên gotin lê ev gotin bi pêwistî nayên bicih kirin. Mirov piralî dibîne ku çewçeweke vala ketiyê rojeva civaka Kurdan û qimeta zanabûnê jî nemaye. Cahil îca şîretan li rewşenbîr û nivîskaran dikin! Gendel qala exlaqê bilind dikin, zexel şîretan li çalakvanan dikin! Feodal û kedxwir qala giringiya keda mirovan dikin! Ango gelek tişt berovajî bûne.

Belê, ne ku ez dixwazim nostaljiyê derxinim pêş, lê belê nifşê siyaseta Kurdi ku beriya 12 Îlonê çalak bûn, bi rastî jî aliyê xwendin û niqaşên fikrî de gelekî li pêş bûn. Qayîş û berberîyeke fikrî û teorîk hebû, ev rast e. Her kesî ji alîyê xwe de dixwendin û beşdarî niqaşên ramanwerî dibûn, zanebûn xwedî qimet bû, mirovên nezan nedibûn pêşeng, rêber, berpirs, şaredar, parlamenter, rêvebir. Vê helwesta hanê tevgera Kurdan bi gavên mezin her bi pêş de dibir, pileya hişmendiya siyasî û teorîk bilind dibû û bi hezaran berhem jî dihatin afirandin. Bi sedan pirtûk, kovar, rojname dihatin weşandin, dihatin xwendin, dihatin belav kirin, dibûn zanebûn û di nava siyasetê de cîhê xwe digirtin. Çalakvanan ev berhem bi carekê re -tev rastî û şaşiyên wana- dadiqûrtandin û derdiketin mazata xebata siyasî û rewşenbîrîyê û xwe ji hevdû re pênasê dikirin. Xetên xwe zelal dikirin.

Lê îro çend nivîsên bê zanebûneke dîrokî û civakî, di medya civakî de bûne çareserîya hemû pirsgirêkên welatê me! Bê medya civakî jîyan nabe! Wilo tê bahwer kirin. Medya civakî jî ji pir alîyan de takekesî bûye. Her kes li vir hebana xwe vala dike! Medya civakî di vê tevgirêdanê de bûye wargeha mirovên egosentrîk. Ev qada ku li ber bayê keysparezîyê, li ser bêndera gund, di vê dema taybet de ji me re kayê diderin, niha ev qad bi rastî ji mirovên egosnetrîk mişt bûye. Di vê tevgirêdanê de û di berê jî destarê me keviran hûr dike û li ser tehtên welatê me jî bi qantiran cot dikin! Mirovên ku di van çalakîyên medyayî de beşdar dibin, tiştekî ku ew nizabin tuneye! Her tiştî ew dizanin! Navenda dinyayê û Kurdistanê ew in! Ji xwe re jî dibêjin; heke em xwe ji ber Kurdistanê bidin alî, kevir li ser kevir namîne! Lê bahwer bikin hayê kesî ji wana tuneye! Rojeva mirovên me yên welatperwer, çalakvan û dîtinên medya çêkerên me yên egocentrîk qet jî li hevdû nakin. Hinek ji me li Binxetê ne û hinek jî me li Serxetê ne! Hinek ji me li welat in û hinek jî me li derveyî welat in! Hinek jî me tembûra Kurmancî lêdixin, hinek jî me dîsko dileyîz in! Weke ku hozanê me yên Nisêbînî jî dibêjin; Îsko, bi kiras û xeftan çûye disko!   

Belê. Berê dihatê gotin ku zanebûn desthilatdari ye, niha dewlemendî û nezanî bûye desthilatdarî. Niha di civaka me de berjewendî parêzîya takekesî û şelefîya bêbingeh bûne desthilatdarî! Di civaka me de her kes biqasî şelefî, nezanî û dewlemendiya xwe bûyê xwedî gotin. Tu qûretiyên vala bike û di nava nezanan de berbi avê de berd e! Canbazîya fikrî û nepixandina vala li gelek derdoran bûnê sixletên sereke di nava xebatên rewşenbiran de. Yên ku hinek perê wana hebin jî, di her warî de quretîyan dikin, derfetên siyasî bi dest dixin, di van qadan de mafya û feodalên me jî bûne demokrat, rewşenbîrên me jî heta niha nebûne rewşenbîr, rojnamevanên me jî heta niha nebûne rojnamevan. Lêkolîner û nivîskarên me jî wilo ne. Gelek tiştên me qûrmiçî mane. Gelek siyasetmedarên me bûne Tık Tok çî û dikên Kurdan jî li ser sergoyên dagirkeran bang didin! Ma bi rastî bav û kalên me negotibûn; “dengê dike me li hewa bangdana wî bi derewan!” Yên ku li van derdoran baş şelafîyan dikin jî nanê xwe di nava satilên hingîv dadikin. Şelefî ji wana re bûye nan û ava siyasetê, mirov çiqasî şelefiyan jî bike, mirov di nava siyasetê de ewqasî zû bilind dibe. Mirov çiqasî vala bi axive, mirov ewqasî zû dibe xwedi derfet û di nêrdewana populerbûnê de hildikişe jor. Bê rêgezî bûye rêgez. Ango aşê me çûyê û em jî bi dûv çeqçeqê ketine! Barhilgira me qulipîye, em ji di nava alavan de li mûçingan digerin! Hunermendên me yên payebilind jî di berê ji garana gund re li bilûrê dixin, rewşenbırên me jî çira xwe danîne ber koran û nîvfilozofên me jî di asteke teorîk de dibêjin, em ê ji şeliman peqlawê çêbikin! Femînîstên me yên bê pergal jî dibêjin; çima heta niha dinya li ser kiloçên Gamasî zîvirî ye!

De îca were û vî kerî di vî neqabî re derbas bike lo!

Veca, sosyalîstî û Kurdperwerîyeke ku bêzanebûn be û bêhelwestên hemdemî be, wê nikaribe bi hûtên Rojhilata Navin re têkevin nava berberîyeke sîyasî. Tevgera Kurdan divê xwe îro li derdora rastîyên ku civaka me dorpêç kirine, ji nûve dizayn bike. Di vê tevgirêdanê de civaka Kurdan divê nirxên xwe yên dîrokî, civakî û kultura berxwedanê derxinê pêş. Ji ber ku teslîmbûn tucaran bi kêrî doza Kurdan nayê. Bi her awayî û bi baldarî divê em xwedî li nirxên keda mirovan derbikevin. Xwe li miqabilî bahozên asimîlasyona fikrî û kulturî ragirin û siyasetê ji bona doza Kurdistanê derxînin pêş. Ji bona jîyan û siyaseta Kurdî, divê em nirxên kedkaran û pîvanên Kurdperwerîyê ji xwe re bikin bingeh. Pêşî divê em devê derîyê mala xwe, nav mala xwe paqij bikin û ji mirovên derdorê re bibin mînak. Divê em pêşî şoreşgerên Kurdistanê bin. Dûra jî, bêşik û bêmitale divê mertalê Kurdan ji bona pêşeroja welatê me him nirxên welatperweriyê bin û him jî helwestên enternasyonal bin.

Ji ber vê yeke jî, Kurd divê bixwînin, divê bihevre biaxivin, divê canbazî û şelefî ji nava Kurdperweran û sosyalîstan were qewirandin. Divê zanebûn û taybetmendiyên erênî bibin nirxên sereke di nava siyaseta welatperweran de. Divê em hemû bi hevre li rê û rêçikan bigerin û ji bona siyaseteke Kurdî ya jîr û jêhatî dergehan vekin. Bila her gav Kurdên xweragir pêşengîya civaka me bikin. Em bi hevrê wana bidin pêş û xwedî li keda wana derkevin. Her kes li gorî jêhatbûna xwe divê di nava siyasete de cîhê xwe bigire. Divê em hemû bi hevdû re, hevbeş û bêcudakirin xwedî li nirxên welatê xwe derbikevin, qimet bidin keda mirovan û hêvîyeke mayîn de jî derxinin holê.

Di xebata welatperweriyê de divê hesûdî, zikreşî, bêbextî tune be. Siyaseta ku qerpalî be û li ser nirxên neyênî ava bibe ne bikêrî xwe tê û ne ji bi kêrî doza welatê me tê. Di siyaseta welatperweran de quretî û qerpalîbûn, nirxên neyênî asta siyaseta Kurdan nizm dikin. Fitneyîyê dixe nava refên siyaseta welatperweran. Siyaseta ku bingehê xwe ne li ser zanebûnên ekonomî, kultur, ziman, dîrok, felsefe, hûner, edep, bajarvanî, îdarî, hiqûqî bigire, civaka xwe baş nasneke, wê di pêşerojê de nikarıbe bi serketi be jî. Ma bi rastî siyaset bê zanebûn dibe gelo? Em hemû dizanin û dibêjin ku siyaset ne ji bona listikên siyasî ye, ne ji bona fen û futa ye, siyaset divê ji bona çareserkirina pirsgirêkên civakî be. Rastîyan û encamên siyasetê di dîrokê de heta niha formata xwe wilo girtine. Ji ber vê yekê jî divê Kurd xwe di her warî de têkûz bikin, divê bixwînin, derdora xwe bibînin, xwe bi rêxistin bikin, xwe nas bikin, baş li hevdû guhdar bikin, xwedî li tecrübe û zanebûnê derbikevin û qimetê bidin nirxên sivilayetî û hemdemî.

Di vê tevgirêda nê de medya Kurdî xwediyê roleke sereke ye. Medya divê pirsên civakî derxîne rojev e. Medya Kurdan divê berîya her tiştî Kurdî be û welatperwer be. Zimanekî çeker bikarbîne. Divê pirsên siyaseta hevbeş û kulturî derxine pêşberî mirovên Kurd. Divê kovar, malper, weşanxane, rojname, tv ji bona ku xwendinê pêşde bibin çalakîyên watedar bikin. Programan lidar bixînin. Divê pirtûk werin danasin, niqaş kirin, stratejî werin formulekirin, bi nivîskaran, mamosteyan, rewşenbiran, hunermendan, siyasetmedaran re gotûbêj werin kirin. Divê Kurd di nava xwe de fikir û ramanan baş niqaş bikin, ne agır bidin lîstikên sîyasî û êrîşkirinên şexsî. Divê em her tim hevbeşîya Kurdan derxînin pêşberî civakê û qada siyasetê.

Heke ku em wilo bikin, wê magazîna siyasî li beramberî mezinbûna doza Kurdan gav bi gav, roj bi roj biçilmişe. Wê asta siyaseta Kurdan berz bibe. Wê gavê em ê têkevin ser rêya ronahî û sivîlayetiyê. Wê gavê megalomanî û şovmenî di nava tevgerên Kurdan de wê ewqasî ne li pêş be. Yên ku bixwazin şovmentî û megalomantiya bikin, bila karê xwe, bi tena sere xwe, li derdorên ku jî mirovan xalî ne bikin! Li bin dara xwîzê, bi tena serê xwe bila ji xwe re qeşmeriyan bikin û bibin heyranê xwe. Ji bona ku em bigîhêjin van encamên xwe yên mayînde jî, divê em xwendinê stîmule (handan) bikin, karê entelektuelî berz bikin, mirovên xwedi wijdan derxinin pêşberî civakê, qimet bidin zanebûnê. Fikir û ramanan bi duristî niqaş bikin, derfetan pêşkêşî mirovên jêhatî bikin, rê li ber welatperweriyeke jîr û jêhatî vekin. Bi rastî û bi rastî ji bona ku em bigîhêjin van armancên payebilind divê em her gav xwendin û nirxandinên hemdemî bikin!

Weke ku helbestvan Biro Omerî jî dibêje, “Her kesî gula di destê xwe de kirîye gulav, a min bi tenê di destê min de maye çilmisî û xav!” Ew bi vê yekê dixwaze rewşa welat û zimanê xwe derxînê pêşberî civaka Kurdan.

Kurd jî divê gula di destê xwe de bikin gulav! Peyama helbestvan ewqasî zelal e!

Mezopotamya ya Sosyalîst – Hejmar: 16 / Adar 2025

GIŞTÎ