Abuzer Bali Han / Hemû nivîsên ê nivîskar
Newroz çeşnekî Kurdan netewî û çandî ye. Cejna Newrozê cejnekî xweser e. Lewra ev roj roja li dijî derketina kedxwar, zilm û zordariyê ye. Îsal sala 2719 an e ku netewa Kurd û gelên Rojhilata Navîn vê cejnê 21 ê Adarê pîrozdikin. Bi kurtahî cara yekem Kurdan, cejna Newrozê di rêberiya Kawayê hêsinkar de li hember Dehaqê xwînrêj bi serhildan û bi raperîna xwe pîroz kirin. Di wê rojê vir de heya îro,Kurd bi roja Newrozê her dem serhildana li hember zalim û dagirkeranroja têkoşîn û berxwedanê bi bîra xwe tînin. Bi taybetî çaryek sedsalên dawî vir de Kurd Newrozê wek ceşnek nûjen, bi beşdarbûna milyonan roja azadî û serxwebûnê pîroz dikin. Kurd dixwazin ew gelên cinarî wan wek Faris, Tirk û Ereb bi hev û du re dijîn, bi wan re di nav jiyanek aşitî û bratiyê de wek hev bijîn! Gelê Kurd, cejna xwe ya neteweyî Newrozê, wênê ji mafên xwe yên demokratîk û neteweyî dihesibîne. Her sal di nav van mercanda Kurd dixwazinNewroza xwe pîroz bikin. Çi mixwabin hin caran dagirker êrîş dibin ser pîrozbahiyên Newrozan. Xwîn tête rijîn. Bratiya gelan têk diçe, aramiya heyî xirab dibe!..
Her sal bi nêzîkbûna cejna Newrozê, hin dewlet li Kurdistanê tedbîrên xwe yên leşkerî zêdetir dikin. Her wuha hincaran bi polis û cendirmên xweerîşên xwe li dijî gelê Kurd û hemî rêxistinên Kurdan dijwartir dikin. Bi sedan welatparêzên Kurd digirin û davêjin girtîgehan.
Em hêvî dikin ku îsal pîrozbahiyên Newrozê bi bratiya gelên navçeyê ve tev bêne pîroz kirin. Îsal li Ezarbeycanê serok komar bi nêzîk bûna Newrozê girtiyên di girtîgehan de ji wana jimarek mezin afû kirin. Bi hezaran Kurd îro di girtigehên Tirkiyê de hêsîr têne girtin. Hêviya me ew e ku rêvaberên Tirkiyê jî wek Ezerbeycanê afûyek wûsa derxînin!..
Dema mijara cejna Newrozê bête kirin, wê demê bê guman helbesta Newrozê ya Pîremerdê nemir tête bîra mirovan. Belku hin xwendevanên hêja mimkune ku Pîremerd nenasin! Dixwazim bi kurtahî Pîremerd kî ye? Wî carek din bi bîr bînin.
Navê Pîremerd yê rast Tewfiq Mêhmûd e (1867-15.06.1950).Ew li Kurdistana Başur li bajarê Sileymaniye ji dayîka xwe bûye.Kalikê xwe Hamza Axayê Masrafî, ji valiyê Baban Ahmed Paşa re vezîrtiya darayî kiriye. Tewfiq Mêhmûd, wî xwendina xwe ya olî li Sileymaniye li gel mamoste Molla Hüseyin Gûce û Molla Saîd Zelzelî kirye. Paşê jî dest bi medreseyê kirye. Bi zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî xwendina xwe pêşda birye.
Di salên xortaniya xwe de dest bi memuriyeta mahalî diket. Di wê navbeynê de bi wejeya (edebiyad) Kurdî re jî mijûl dibet. Bi gazîkirina Sultan II. Abdulhamîd di sala 1898 an li gel Mustafa en-Nakīb û Şeyh Saîd Berzencî (bavê Kralê Kurdistan yê Mahmûd Berzencî) ew jî diçe Stenbolê.Salekê şunde bi ew hevalên xwe re diçe hecê. Dema hecê vegerî, navê wî dibe Haci Tevfîk. 14 Îlyonê 1899 an de dibe endamê Meclis-i Âlî âza.Di vê navbeynê de bi piştgiriya İzzet Paşa dest bi Mektebai Hukukê dike û sala 1905 an de xwendina xwe diqedîne. Di gelek rojnameyên li Stenbolê dihatin weşandinde gotarên xwe yên rojane dinivisîne û dide weşandin. Bi gelek helbestvan û nivîskarên Tirkan yên bi nav û deng re hevaltiyê dike.
Haci Tevfîk paşê dibe qaymeqam. Bi qaymeqemtiyê sala 1909 an li Çolemergê (Hakkâri), 1912 an li Karamürselê, 1915 an li Palu, 1916 an li Beytüşşebâbê, 1917 an li Gümüşköy, Adapazarı û li Heybeliadayê dibe qaymeqem.Paşê sala 1918 an dibe mutasarrifê Amasyayê.
Şerê cîhanê yekemîn dema biqedê Iraq ji Osmanliyan vediqete û dibe dewletek serbixwe. Di alîyê dinde wê demê li Silêmaniyê Şêx Mehmud Berzencî jî qraliyeta Kurdistanê îlan diket. Tewfiq Mêhmûd, dixwaze vegere welatê xwe. Ew li Stenbolê zewicî bû û du zarokên xwe jî hebûne. Malbeta wî nexwestine ku bi wî re vegerin Kurdistanê. Ew xcanim û du zarokên xwe li ciyê xwe dihêle vedigere welat. Sala 1924 an de vedigere Bexdayê. Bexda paytextê komara nû ya İraqê bû.
Kovara Jiyan ya di sala 1932 an hatî weşandî, jimara 312 an de şuna navê xwe yê Haci Tevfik,navê xwe yê nû „Pîremerd“ wek mahlas bi kar tîne. Ew di nav helbestvanên Kurd yên navûdar de ciyê xwe digire. Ji helbestvanên Kurd yên nav û deng wek Nalî, Molla Abdûrrahîm Mevlevî û HacîQadîrê Koyî ji wan sûd werdigire. Di aliyê dîn de mijarên hemdemî bi hostatiya xwe bi mijarên helbesta Kurdî ya klasîk ve girêdaye û mînakên girîng afirandine. Piraniya mijarên helbestên Pîremerd ji tasawufê, ji evînî, mîzah, civak û ji rêzaniya netewetî hatine girtin. Wî di helbesta serbest de forma nûjên jî bikar aniye. Di vî aliyê xwe de ew di nav helbestvanen Kurd yên nûjen de jî ciyê xwe digire. Dîwana wî ya helbestan de helbesta Newrozê di nav Kurdan de gelek bi nav û deng e! Helbesta wî ya Newrozê bi zaravayê soranî hatî nivisîn bi wergera wê ya zaravayê Kurmancî li jêr e:
Her bijî jiyanek bi rûmet bi şahiya Newrozê!
Her bijî bratiya gelan, aşitiya bê şer li cîhan!
NEWROZ
(Bi zaravayê Soranî)
Em rojî salî taze ye, newroz e, hatewe
Cejinekî konî Kurd e, bexoşî û behatewe.
Çend sall gullî hîway ême pê pest bû ta ku par
Her xwênî lawekan bû gullî allî newbehar.
Ew renge sûre bû ke le asoy billindî Kurd,
Mijdey beyanî bo gelî dûr û nizîk ebird.
Newroz bû agirêkî wehay xiste cergewe,
Lawan be’eşq eçûn berew pîrî mergewe.
Wa roj hellat le bendenî berzî willatewe,
Xwênî şehîd e, rengî şefeq şewq edatewe.
Ta êste rûy nedawe le tarîxî mîlleta,
Qellxanî gulle singî kiçan bê le hellmeta.
Pêy nawê bo şehîdî weten şîwen û girîn,
Namirin ewane wa le dillî mîlleta ejîn.
Dîwana Yekem, 1948
NEWROZ
(Bi zarafayê Kurmancî)
Ev roja sala taze ye,Newroz e hatîye
Cejna kevn a Kurde ,bi xweşî hatîye
Çend sal bû ku gula hîviya me grê ma bû heta par,
Her xwîna, xortan dibû gola ava nûbihar
Ew rengê sor bû ku dibû asîmanê bilindê Kurd
Mizgina sibehê ji bo gelên dûr û nîzîk di bird
Newroze ku agirek wiha dixe nava kezebê
Xort hemî bi eşq diçin hember mirinê
Ava Rojhilat ji bedena bilind a welat
Bi xwîna şehîda, berbanga şewqê daye welat
Heta niha di tarîxa mileta,
Gulên singê keçika bi hilmeta
Ji bo şehîdên welat navê şîn û girîn
Ew namirin, her tim di dilê gel da, dijîn!..
–Pîremêrd-