Ana SayfaKURDISTANNêçîrvan Barzanî: Em hêvî dikin ti alozî dernekeve holê

Nêçîrvan Barzanî: Em hêvî dikin ti alozî dernekeve holê

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em bi nîgeraniyê ve geşedanên siyasî yên herî dawî yên Iraqê dinêrin. Em hêvîdar in ti alozî û tevlihevî dernekeve holê.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Em hêvî dikin, parlamento nûnertiya hemû Iraqê bike.”

Herwiha  diyar kir: “Ez daxwaz dikim ku hemû aliyên Kurdistanî yekrêz û teba û yekbûyî bin.”

Duh bi şev 73 nûnerên Tevgera Sedir li Parlamentoya Iraqê dest ji kar berdan û Mihemed Helbûsî daxwaza wan qebûl kir.

K24

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights