Welatê me Kurdistane ew bi kulîlkan dengîn e!
Bi hezaran gul û gulîstan ewna erdê şîn dikin!
Navê kulîlkan cûda cûdane, ew bi xwe rengîn in,
Pir kulîlk hene ew li cîhanê wek “guldexwîn”in!..
Mirov dikare bêje navê kulîlkan di zimanê Kurdî de gelek pir in! Gotina “gul, gûl” bêjeyek Farisî ye! Wûsa jî derbasî zimanê Kurdî û Tirkî jî bûye!.. Bi sedan navên kulîlkan hene! Ji wana çendek navên Kulîlkan bi di zimanê Kurdî de li jêr in:
Beybûn – Papatya
Berfîn – Kardelen
Binevş – Menekşe
Nêrgîz – Nergiz
Sosin – Zambak
Gulebûk – Gelincik
Gulberoj – Ayçiçeği
Nefel – Yonca
Sorgul – Kırmızı gül
Mêxik – Karanfil
Lîloz – Lale
Guldexwîn (Şilêr), Kulîlka Biharê
-Kulîlka Çiyayên Kurdistanê-
Bi vê kulîlkê re “Kulîlka Xwîn Digîre” jî tê ye gotin
Navê xwe yê dîn “ Kulîlka Şemdînan, Kulîlka Hakkarî”
An jî ji berku ew kulîlka Kurdistanê li hemî cîhanê bilav bûye!..
-Kurdische Tulpe oder Fritillaria imperialis-
Di zimanê Elmanî û Latinî de „Kaiserkrone“ an jî „Kurdische Tulpe“
ew têye bi nav kirin!..
GULDEXWÎN (ŞİLÊR)
Li dinê bi hezaran kulîlk hene. Her yek bi teybetmendiyên xwe têne nasîn. Çawa ku dema behsa “lale” tê kirini, wê demê navê “Holand” têye bîra mirovan. Lê welatê “lale”yê ne Holande ye! Welatê wê û hebûna wê li Mezopotamyayê li dine bilav bûye! Dema behsa Îranê bêye kirinî “gul”, di Kurdî de navê gulê “kulîlk” e. Meksîka bi “kaktûs”, nîvgireva Îberyayê bi “nergisan”, Kafkasya bi “kulîlka berfê” û Kurdistan jî bi kulîlka “guldexwîn” ew têye nasîn.
Kulîlka di hestên Kurdan de, di nav hezaran kulîlkan de ya herî ber bi çav bê guman guldexwîn(şilêr) e!.. Di nav Kurdan de, li zozan û çiyayên Kurdistanê yên bilind de ciyekî vê kulîlkê teybetî heye. Bi Latiniya xwe navê guldexwînê “Fritillaria Kurdica” an jî “Fritillaria Împerialis”, yanê “kulîlka Kurd” e. Elman vê gulê re dibêjin “Umgedrehte Tulpe”. Ew kulîlk di zimanê Fransizî de “tulipe”, Îtalyanî “tulipano”, Îspanyolî wek “tulipan” bi kar tê. Tirk jî bi çendek navan wê nav dikin û jê re dibêjin “ters lale, boynu bükük lale, ağlayan gelin”. Di vê wateya Tirkî de, li hin ciyan Kurdistan vê gulê re dibêjin “gula stûxwar”. Lê cih bi cih di nav Kurdan de, ji bo guldexwînê (şilêr) gotinên dîn jî hene. Wek navên “gulale, alale, helale, guldexun, şile” jî ew kulîlk têye bi nav kirin. Ciyê ew kulîlka lê bûyî, li cihanê cara yekem li Şemdînan û li devera Hakkariyê hatiye dîtin. Ji bo vê jî pir kes jê re dibêjin “Laleya Şemdînan -Şemzînan-” an jî “Laleya Hakkariyê- Laleya Çolemergê-“. Gotina “lâle” ji zimanê Farisî derbasî zimanên dîn bûye. Di zimanê Kurdî de “lâle”ya Farisî bi “a”ya kurt wek “lale” tê gotin û bi kar tê. Li pir ciyan Kurd bi laleyê re dibêjin: “gulsor, gulzer, gulspî”. Gelên Îranî ji bo vê gulê her çiqas dibêjin “lâle”, lê ji bo guldexwînê dibêjin gula “Kerbela”. Ji ber ku ew laleya bi navê guldexwîn wek bûyera Kerbela ya leşkerên Yezît li dijî Hz. Husên û ehlî beyt kirin, ew gul di nav gulan de xwîn digîre! Ji bo vê jî Aceman navê wê kirine “Kerbela”. Hemî kulîlk bi mirov re dikenin. Ewna ßahî, kêfxweßiyê û bextewariyê temsîl dikin. Bes di nav gulan de guldexwîn hem dikene û hem jî bi dilop dilop digîre. Ji ber van sedeman pir caran, li pir ciyan ew bi navên cuda cuda têye bi nav kirin.
Mînak: Kulîlka xwîn digîre, kulîlka digîre, kulîlka Kurdan, kulîlka Şemdînan, kulîlka Hakkarî, laleya kejan, laleya dernexwîn, laleya erdê meyzî dike, laleya digîre, bûka digîre, kulîlka xemgîniyê, tacê şah, laleya qral, qîza zozanan, laleya çiyayê bînboxa, bûka Çiyayê Zagros ûhw. navên dîn… Kulîlkek dîn bi ewqas navan li cîhanê têye bi nav kirin nîn e!..
Di meha Avrîlê de, li paytextê Elmanyê, di parkek gelerî de, min ew gula Kurdistan carek dîn dît. Ez ketim nav miteleyan. Gelo ew gula bes li Kurdistanê ßîn dibe, çawa bûye, ku ew hatiyê Ewrûpa? Çawa ew kulîlka bi rengên sor û zer, tirincî û bi pelikên xwe yên kesk, dema mirov dibîne, ew tesirek neyîniya xemgîniyê û bi dilkeseran mirovan ber bi xwe dikişîne! Min guldexwîn çi mixabin li Kurdistanê nedîtiye. Çiyayên Meletyê bi gulsor û gulzeran hatine xemilandin. Lê min di zaroktiya xwe de ew kulîlka nedît. Ez li welat rastî wê kulîlkê nebûm. Lê min dizanî ew kulîlka li cîhanê bi navê “kulîlka Kurd” têye nasîn. Tirk pir li ber xwe didin, wê bikin gula Tirkan. Lê cîhan guldexwînê bi navê “Fritillaria Kurdica-gula Kurd-” dinase.
Dema min ew kulîlk li Ewrûpa dît, wê tesîrek xemgînî li ser min jî peyda kir. Pêncî sal ji welatê xwe dûr bûyîn, ji xwe ew dûrketin agir ber dilê mirov dide. Dil ji wê diperite lîme lîme dibe. Bi ew hesreta welat min dest avêt makîneya xwe ya wênekêş û çendek dîmenên ew guldexwînên sor û zer di nav bexçeyê Berlînê yê gelerî de kişandin. Min gazî ew gula xemgîn ya li ber xwe meyzî dike kir û min jê re wusa got:
Ey şaha kulîlkan, ji bo çi tu wusa hustîxwar e?
Ma tu bi derd û keserên Kurdan ewqas neçar e?
Ew çi hal e, bi derd û keseran, tu ewqas dinale,
Belav bûye li cîhan, çavên te dîsa li Kurdistan!..
Bi xemgîniya işqa dilê xwe tu bûye gula cîhan!
Ey sertaca çiyayên Kurdan, tu ezîza ber dilan!
Navê te, ez jî datînim, dikim “Gula Kurdistan”!..
Ey gula Kurdistan, carek veger rengên xwe biner,
Tu bi ew rengên kesk, sor û zer, wek ala gewher!
Stûyê xwe xwar neke, berjor carekê banî meyze,
Hêdî tu ne hustîxwar e, biken, tu gula bermiraze!..

“Kaiserkrone“ an jî „Kurdische Tulpe“
Wê nav daye bi navê xwe li cîhanê!..
Çavkanî:
Yüksekova-haber
Sasonun sesi
hakkarim.net
Britannica Lexikon, Kopenhag, 1993 Ferhenga Kurdî Tirkî ya Ansîklopedîk
Wikipedia-Fritillaria
Der Natur Pflanzen und Tiere, München, 1985
Lêkolîner
Mayıs 2025