Ana SayfaSIYASETNamzetê Hevpeymana Miletparêz, Kemal Kiliçdaroglû ye

Namzetê Hevpeymana Miletparêz, Kemal Kiliçdaroglû ye

Serokên 6 partiyên mixalefetê li hev kom bûn û di encama civînê de hate aşkerekirin ku Serokê Giştî yê CHPyê Kemal kiliçdaroglû namzetê hilbijartina Serokomariyê ye.

Piştî ku duh serokên 6 partiyên mixalefetê li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê (SP) li hev kom bûn, serokên partiyan biryar da ku Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglû bibe namzetê wan ê hilbjartina Serokomariyê.

Çav li rê bû ku Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê DEVAyê Alî Babacan, Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû, Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû, Serokê Partiya Demokratan Gultekîn Ûysal û Seroka IYI Partiyê Meral Akşener, duh saet di 14.00ê de kom bibin. Lê ji ber biryara Akşenerê ya derbarê civînê de bi derengî ket, civîn du saetan hate taloqkirin.

Beriya civînê Kemal Kiliçdaroglû û Meral Akşener li hev civiyan û saet di 16.00ê de jî serokên 6 partiyan hatin ba hev.

Li dû qedandina civînê, serokên 6 partiyan li ber avahiya Navenda Giştî ya SPyê derketin pêşberî girseyê ku girseyeke qerebalix li wir kom bûbû.

Serokê SPyê Temel Karamollaoglû li vir axivî û diyar kir ku namzetê wan ê hilbijartina Serokomariyê, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû ye.

Kiliçdaroglû: Em ê bi hev re bi ser bikevin

Namzetê hilbijartina serokomariyê yê Hevpeymana Miletparêz Kemal Kiliçdaroglû jî li vir axivî û got:

“Em ê di vê de bi hev re bi serbikevin.

“Gelê min ê ezîz, xwuşk û birayên min ên delal. Yûnûs Emre dibêje, dema em par ve dikin em têr dibin, em cüda bibin em ê têk biçin. Ji bo em hemû rengên Tirkiyeyê bînin ba hev, em derketin rê. Ev sifreya, sifreya Xelîlurrehman e.

“Sifreya me sifreya aştî û biratiyê ye. Bi destûra Xwedê em ê di vê de bi hev re bi ser bikevin. Em ango Hevpeymana Miletparêz em ê Tirkiyeyê bi lihevkirin û şêwrê bi rê ve bibin.”

Li gor lihevkirina serokên 6 partiyan, serokên giştî yên 5 partiyên din, piştî hilbijartinê, ger Kiliçdaroglû bê hilbijartin, wê bibin alîkarên Serokomarî. (ME/FD)

Bianet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights