Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊMLSA: Li Tirkîyê Darizandin û Cezakirina Rojnamevanan Zêde Dibin

MLSA: Li Tirkîyê Darizandin û Cezakirina Rojnamevanan Zêde Dibin

Ev raport ji pêzanînên ji şopandina 210 dozan ên li 23 bajarên cuda hat amade kirin. Raport dide zanîn ku herî zêde rojnamevan jiber nûçe û parvekirinên medya civakî hatin darizandin û ev nûçe û parvekirinjî dijî wan wek delîl hatine nişandan.

Li gor raporta MLSA’yê di şopandina dozan de rojnamevan bi tawana “terorê” jî hatin darizandin û li gor vê raportê di 62 dozên bi tawana “Propagandaya rêxistina terorê” de 143 rojnamevan hatin darizandin.

Dîsa bi tawana “Endamtîya rêxistina terorê” 132 rojnamevan derketine pêşberî dadgehan û di dozên “Heqareta dijî seroktîya Tirkîyê de” hember 18 rojnamevanan doz hatin vekirin.

Kordînatorê Şopandina Dozan yê MLSA’yê Mumtaz Murat Kok dibêje ku Tirkîye dest bi binpêkirina madeya 18’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewrupa kiriye.

“Me bi şopandina van dozan de sedemên van binpêkirinan de dît ku dadgehên Tirkîyê biryarên ECHR’ê li ber çavan nagirin. Îdiayên mîna endamtîya rêxistina terorê, propagandaya rêxistina terorê û heqaretkirina li seroktîya Tirkîyê tawanên serekî yên darizandinên rojnamevanan in. “

Kok bal dikşîne ku nûçe û parvekirinên medyaya civakî yên rojnamevanan jibo propaganda û endamtîya rêxistina terorê wek delîl tên nîşandan.

“Me qonaxa lêpirsînê ya 25 rojnamevanên Kurd, ku di 5 mehên dawî de hatin girtin şopand. Di lêpirsîna rojnamevanan de tiştê ku tê pirsîn tenê nûçe ye û zimanên di nûçeyan de tên bikaranîn û sazîyên ku rojnamevan lê dixebitin jî mijara tawanan e.”

Yek ji parêzerên MLSA’yê Merve Kurhan jî dîyar kir ku dadgehên Tirkîyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa (ECHR) li ber çavan nagirin.

“Dadgeh bi fermana hikûmetê hewil dide ku medya bê deng bike. Helwesta dadger û dozgerên li dadgehan di dozên rojnamevanan de di rewşeke pir xirab de ye. Mixabin haya dadger û dozgeran ji peymanên navneteweyî û biryarên heyî yên ECHR’ê tuneye. Wekî ku ji alîyê gelek kesan ve tê zanîn, di derbarê heqareta li serok de biryara ECHR’ê ya Vedat Şorli heye. Her çend me ev biryar radestî gelek dosyayên darizandinê kir jî, mixabin dadgeh di vê mijarê de biryarekê nadin.”

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights