Ana SayfaCIWANLÎSTIKVANÊN SERIK SPORÊ LI ANTALYAYÊ ÊRÎŞÎ LÎSTIKVANÊN CIZRE SPORÊ KIRINE

LÎSTIKVANÊN SERIK SPORÊ LI ANTALYAYÊ ÊRÎŞÎ LÎSTIKVANÊN CIZRE SPORÊ KIRINE

Lîstikvanên topa pêyan(fûtbol) ên Cizre Sporê duhî ji bo lîstinê çûne navçeya Serikê ya Antalyayê. Piştî lîstika digel Serik Sporê du lîstikvanên wê tîmê êrîşî fûtbollîzên Cizre Sporê kirine. Du lîstikvan û antrenorek birîndar bûne.

Lîstikvanan êrîş kir polîsan  mûdaxele nekir

Serokê Kulûba Cizre Sporê, Maruf Sefinçî ji Kurdistan24ê re axiviye û diyar kiriye du lîstikvanên Serik Sporê êrîşî lîstikvanên wan kiriye. Wî got ji beriya ku lîstik dest pê bike stranên Tarkanî ji hoperloran dihat paşê ew mûzîk hatiye sekinandin û strana.

“Ölürüm Türkiyem” hatiye vekirin. Piştî lîstik 1-1 di dawî bûyî du lîstikvanên bi navê  Sinan Kalaycı û Alican Tez êrîşî lîstikvanên Cizre Sporê kirine.

* Ölürüm Türkiyem: “Ji te re dimirim Tirkiyeya min” stranek e ku neteweperestên tirk ji bo propagandaya tirkbûnê bi kar tînin.

Serokê kulûbê diyar kiriye ku dema ew bûyer qewimîn polîsan qet mûdaxele nekiriye.

Herdu tîman li di koma 3. a lîga 3. de dilîztin.

(AS/MB)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights