ANASAYFAİŞÇİ-EMEKLi Zonguldakê di madenê de hezaz çêbû: Karker asê mane

Li Zonguldakê di madenê de hezaz çêbû: Karker asê mane

Di kana madenê ya li navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê, ji ber sedemeke nediyar hezaz çêbû. Hat zanîn ku 4 karker asê mane.

Li navçeya Kîlîmlî ya Zonguldakê di Kana Madenê ya Gelîkê de hezaz çêbû. Sedema hezazê nehat zanîn û hat ragihandin ku 4 karker di bin de asê mane.

Piştî agahdarkirinê, AFAD, tîmên tenduristî, agirkujî û lêgerînê çûn cihê bûyerê. Hat zanîn ku tîman xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dane destpêkirin.

Şaredarê Gelîka Zonguldakê Bûrhan Sezgîn ji CNN Tirkî-yê re gotiye ku pêwendî bi karkerek re hatiye danîn ku di bin hezazê de asê maye. Her weha çar karker asê mane.

(AB/AY)

Kaynak: bianet

AKTÜEL