ANASAYFAAKTÜELLi Stenbolê li ber Konsolxaneya Îsraîlê şer derket

Li Stenbolê li ber Konsolxaneya Îsraîlê şer derket

Li ber Konsolxaneya Îsraîlê ya li navçeya Beşîktaşa Stenbolê dengê çekan hat bîstin û piştî bûyerê gelek tîmên polîs û tenduristiyê çûn herêmê.

Waliyê Stenbolê Davut Gül li cihê bûyerê daxuyaniyek da û got: “Êrîşî polîsên me kirin, du polîsên me birîndar bûn. Yek ji terorîstan hat kuştin, du terorîst jî bi birîndarî hatin girtin. Ev êrîşa mezin, bi saya tedbîrên polîsên me bi zirareke kêm hat derbaskirin.”

Wezîrê Karên Navxweyî daxuyanî da

Wezîrê Navxweyî Mustafa Çîftçî daxuyaniyek belav kir û got:

 “3 kesên ku li Stenbolê li ber Blokên Plaza yên Yapî Krediyê bi polîsên me yên wezîfedar re ketibûn şerê bi çekan, hatine bêbandorkirin. Di şer de du polîsên me bi sivikî birîndar bûne.Hat tesbîtkirin ku ew kes bi otomobîleke bi kirê ji Îzmîtê hatine Stenbolê Pêwendiya yekî ji wan bi rêxistineke ku dîn îstîmar dike re heye. Her wiha hat diyarkirin ku ji wan her du terorîstên ku birayên hevdû ne, qeyda yekî li ser madeyên hişbir heye.”

Çavkanî: bianet

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

AKTÜEL