Li Kadıkoya Stenbolê bi hezaran jin li ber Peykera Boga kom bûn û ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî berbi îskeleyê ku daxuyanî lê tê dayîn, meşiyan.
Jin, bi cil û bergên Kurdî û herêmî tev li meşê bûn. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, parlamenterên DEM Partiyê û gelek jin di korteja TJA’yê de cihê xwe girtin.
Di meşê de jinan, pankartên “Em bi berxwedanê jiyanekê azad û wekhev dihûnînin”, “ Li dijî xizanî, tundî, kedxwarî û şer em jin serî hil didin. Jin, jiyan, azadî”, “Ji keziyên min alan çêkin”, “Dema dengên me bûn yek dê têkoşîn dest pê bike” û “Em jiyaneke wekhev dihûnin” hatin hilgirtin.
*Îskeleya Kadikoyê mîtinga jinan (Fotograf: Rojda Aslan)
Her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên di 9ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin hilgirtin.
Di meşê de dirûşmên “Jin jiyan azad”, “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî 8’ê Adarê, bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî”, “Em ne malbat jin in, jin di serhildanê de ne”, “Bijî piştevaniya jinan” û “Em jiyaneke mirovane dixwazin” hatin berzkirin.

Girsê li qada mitîngê govendê digerînin.
Kaynak: bianet
