Di serîda ji sedama teqîna febrîqe ya agirbazî “Coşkunlar Havai Fişek” de karkerên ku jiyana xwe wenda kiribûn û koçberên ku ji gola Wanê de jiyana xwe dest dan ku heta niha hejmara laşên dîtî gihîştine nêzî 60î , ji bo wan hemûyan bi giramî rêzdigrim. Û şaristaniya kapîtalîzmê, ji bo ku di nav dewlemendiyê da jiyana mirovan nav xizaniyê da dihêlin şermezar dikim.
Sinan Çiftyürek / Hemû nivîsên ê nivîskar
Em vegerin ser mijara nivîsê. Li ser jiyana karkeran encamên aborî û civakî yên Vayrosa Koronayê her diçe giran dibe. Bi kurtayî encam evana ne:
I – Li Diyarbekirê rewşa aborî û civakî yên karker û xizaniya gav bi gav girantir dibe. Lewra ji herêma Amedê da rêjeya %53,7 ê şirîkeyan/fîrmayan hilberînên xwe dane seknandin. Û cardin jî di herêma Amedê %78,2 bandoro Vayrosa Korona bi nerênî li ser fîrmayan an karsaziyan çêbûye! Ew tê vê wateyê; bi deh hezaran karker bê kar mane û ketine nav qefla an girseyî ya betalan. Ji xwe mirov li kolanên Amedê dimeşe li her derê rastê qefla betalan dibe.
II – Bi gelemperî jî li Tirkiyê qefla betaliyê bêtir mezin dibe. Belê bi sedama Vayrosa Korona bikaranîn û wendabûyîna kar û baran gihîştiye nêzî 13 milyonê. Kû ev tiştekî pir balkêş e. Di dema Koronayê ji hêla windabûyîna bikaranînê ya herî mezin bi 1 milyonek û 524 hezar kes ji beşakar (sektör) a xizmetkaran de dijiyan. Hejmara ku di werze/çandinî de bikarhatibûn 491 hejar, ê hêla endûstriyê da 209 hezar û yên hêla avahiyê da jî 361 hezar karker kêm bûbûn ango betal man.
III – Lêbelê encampn Vayrosa Korona tenê betalî zêde nake wekî din jî newekheviya dahatî, civakî ya bêdadî û feqîrbûyînê jî zêdekir û bi berdawam zêde jî dike. Lewra paşî Vayrosa Korona di lêpirsînan da %25 karker dibêjin ku “deynê me zide bû” û %19.4 jî dibêjin “em nikarin limîta/hedê herî jêrîn ya deynê kredît qerta xwe bidin.
Şewba Vayrosa Korona di navbera karkeran de metirsiyeke giran ya kâr û jiyanê pêk aniye. Ewqas ku di rêjeya %81.5 karker xwe û karê xwe di xeterê da destnîşankirine. Wekî din, di nezî rêjeya %84 karker dibêjin “Vayrosa Korona bi taybetî ji bo aboriya min û malbata min xetereyeke mezin e”. Wek şiklê din, %87 karker ji bo aboriya Tirkiyê û ya Cîhanê Vayrosa Korona xetereyeke mezin dibînin.
Mirov wek lêkolînên encamên Vayrosa Korona dinêre, dibîne ku kargehan karkeran bê sendika û bê qeyd didin şixulandin ew dem dibîne ku rûxandin an herifandin pir zêde ye. Encameke din ya balkêş ev e, lêkolînan derxistiye holê ku hêla meaş û guhartina û kêmbûyîn a dema şiklê xebatê da rewşa jinên karker li gor mêrên karkeran herî zêda giran bûye.
IV – Çawa ku bandora Vayrosa Korona li ser qeyrana aborî û darayî ya Tirkiyê giran dibe, ewqasî hikûmeta AKPê çav berdide ked û daneheva karkeran. Demeke dirêj e hikûmeta AKP dixwaze ku dest bide ser tazmînata qidemiyê ya karkeran. Belê îro gaveke din davêje û dixawze dest bide ser îkramiya teqawitbûyîna karmendan. Heger hemû karker û karmend li dijî kanûna tazmînatî dernekevin Hikûmet wê êrişê ikramiya teqawitbûyînê jî bike. Belê ji bo karkeran tazminata teqwitbûyînê çawa jiyandare ji bo barstikên (karmend) sipî jî ikramiya teqawitbûyînê jî ew e.
V – Eşkera ye ku Hikûmeta Komarê ji bo ku ji nav qeyrana aborî û darayî de bikaribe derkeve bi qanûnên nû êrîşa ked û danehevê karker û karmenda dike. Anuha li dijî karkeran li ser pakêteke nû sekiniye ku nav ewê; “Pakêta Mertal a Bikaranîn”!
Ango ew “Pakêta Mertal a Bikaranîn” ji kê/kî ra mertal e? Di hundirê ew Pakêtê de çi heye?
Hikûmet dibêje ku bi navê xebat a vezgirî de ango “xebata dem qut, xebata durve, xebata li malve, xebata bi dorvegerî” de ezê ên ku temenê wan di binî 25 salîne û ên ku temenê wan li ser 50 salî ji wan ra kar bibînim.”
Lê mixabin heger karker di mehekê da ji 10 rojan kêm bişoxilin prîmê wana wê neyên dayîn. Dema ku xebatê û Peyman a bêdomî qediya wê deme karker nikarê tazminata qidema xwe bistîne. Û wek Peymanan neyên nû kirin wê demê karker nikarin doza lêvegerandina xebatê vekin!
Vekiriye ku ew “Pakêta Mertal a Bikaranîn” ji karsaz û bazirganan ra mertal e. Lê ji karker û karmendaran jî şert û mercên xebata Çaxa navîn dîne. Armanca Hikûmetê jî ji xwe ew e.
16.07.2020
Tüm sayıların PDF formatı için aşağıdaki bağlantılara tıklayın