Kurdên Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê bangî rêveberiya Rûsyayê kirin ku di çerçoveya maqeqanûna nû de statuya Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyê di asta navneteweyî de biparêze.
Kurdên Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê bi deklarasyonek hevpar serî li serokatiya Rûsyayê dan û bang kirin ku herêmên li bakurê Sûriyeyê di statuta federasyonê û di asta navneteweyî de biparêze.
Serokê Konseya Otonomiya Federal a Çandî û Netewa Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev deklarasyona hevpar xwend û got: “Em bang li Moskowê dikin ku têkiliyên rûs-kurdan kûrtir û xurtir bike û bang dikin ku Wezareta Karê Derve derfeta parastina statuya Federasyona Bakurê Sûriyê-Rojava di asta navdewletî de di ber çavan re derbas bike.”
‘MESELEYA KURD HETA ÇARESER NEBE PIRSGIREKÊN ROJHILATA NAVÎN ÇARESER NABIN’
Patiyev, destnîşan kir ku heta meseleya kurd çareser nebe, çareseriya krîza li Rojhilata Navîn ne pêkan e.
‘GOTINA KURD Û EREB EM DÊ WEKHEV BIKAR BÎNIN’
Ji aliyê din ve Patiyev eşkere kir ku wan pêşnûmeya maqeqanûna Sûriyeyê ku Rûsya amade kiribû nirxandine û wiha got: “Pêşnûma ji navê fermî yê Sûriyê gotina ‘ereb’ derdixe û wê sazî û dezgehên hikûmeta otonomiya çandî ya kurd gotinên ‘ereb’ û ‘kurd’ wekhev bikar bînin.”
Di civînê de herwiha beşdarên din jî axivîn.
HEVSEROKA PYDÊ ABDULAH: HEKE LI ROJHILATA NAVÎN PIRSGIRÊKA TERORÎZMÊ NEYÊ ÇARESERKIRIN
Hevseroka PYDê Asya Abdulah got ku “Kriza li Sûrîyeyê bi destûreke nû a demokratîk a li ser esasê berbiçavkirina berjewendîyên tewaya civakê dikare bê çareserkirin û ji bo wê jî pêwistî bi çareseriyên sîyasî hene. Meseleya kurd eger li ser esasê demokrasî û dadwerîyê neyê çaresrkirin, pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî nikarin bêne çareserkirin. Eger li Rojhilata Navîn pirsgireka terorîzmê neyê çareserkirin pirsgirêkên din nikarin bêne çareserkirin.”
Herwiha Abdulah eşkere kir ki ku gelê kurd ji destpêka şerê Sûrîyeyê heta niha li dijî terorîzma navneteweyî tekoşîneke mezin dimeşînin û berxwedana li hemberî DAIŞê jî ispata wê yekê ye û wiha axivî: “Gereke tekoşîna jinên kurd ên li hember DAIŞê jî neyê jibîrkirin. Projeya ji alîyê me ve hatî amadekirin mafên hemû civakan diparêze. Herweha parastina mafê jinê jî yek ji erkên me yên sereke ye. Eger mafê jinan tune be behsa azadîya civakê jî nikare bê kirin. Bakûrê Sûrîyeyê beşeke girêdayî Sûrîyeyê ye. Em hemû gelên Bakûrê Sûrîyeyê bi hev re di rêvebirin û parastinê de beşdarîyê dikin. Sîstema ku em li bakûrê Sûrîyeyê ava dikin, dikare ji bo tewahiya Sûrîyeyê bibe model. Sîstema ku em pêşnîyar dikin ji bo tu kesî tehdîdan saz nake. Ew sîstem ji xwe li Rûsyayê jî tê sepandin. Pirsên ku di Konferansa Kurd a Moskowê de hatinî gotûbêjkirin jî li ser heman mijarê bû. Em wê sîstemê ji bo pêşeroj û azadîya gelên Sûrîyeyê pêwist dibînin û ji pêkanîna wê jî çareserîyeke sîyasî û destûreke demokratîk pêwist e, ku hemû nasname, ol, çand li ser esasê wekhevîyê têde cih bigirin. Ji bo çareserkirina krîza Sûrîyeyê em dixazin bi hemû alîyan re hevkarîyê bikin. Di wê wateyê de hevkarîya bi Rûsyayê re jî giring in û em keda Rûsyayê ya di pêvajoya çareserkirina krîza Sûrîyeyê de bi bilindî dinirxînin.”
PARLAMENTERÊ GORANÊ HEMAN EMÎN: TERORÎSTÊN DAIŞÊ NIHA LI HER ALIYÊN KURDISTANÊ TÊK DIÇIN
Parlamenterê Goranê Heman Emîn jî diyar kir ku di roja me de cîhan ji pêvajoyeke gelek giring re derbaz dibe, bi taybet jî dema Kurdistana Iraq û Rojava bi terorîzma navneteweyî re rû bi rû mayî hêzên kurdan pêşmerge, PKK, YPG, YPJ bi lehengîyên mezin xaka Kurdistanê parastin û diparêzin û wiha got: “Terorîstên DAIŞ niha êdî li her alîyên Kurdistanê têk diçin. Em hêvî dikin ku kurd di hemû perçeyan de pêş ve biçin. Sîstema ku niha li Rojava peyda bûye, em wek tevgera Goran dixwazin bi ser keve û li tewaya herêmê bê sepandin.
Beşdarên Konferansa Kurd a Moskowê jî piştgirîya wê sîstemê destnîşan kirin. Em wek Tevgera Goran, piştgirîyê didine xweserîya hemû gelan ji ber ku ew yek bingeha demokrasîyê ye. Pêwiste pergaleke li ser esasê li ser wekhevî demokratîk û adil bê damezrandin û berjewendîyên hemû civakan biparêze. Ew yek dê zirarê dide bingeha terorîzmê jî û dê wê têk dibe. Rûsya li dijî terorîzmê bi Tirkiyeyê re hevkarîyê dike. Gereke bi mutefikên din re jî hevkarîyê bike. Eger ew yek neyê kirin gelên herêmê wê bawerîya xwe ya hevpaymanîyê winda bikin.
‘EM DIXWAZIN KU RÛSYA ALÎKARIYÊ BIDE HÊZÊN KURD’
Di konferansa me de jî yek ji mijaran ew bû ku Rûsya pitşgirîyê Rojava. Em dixwazin ku Rûsya alîkarîyê bide hemû hêzên kurd û piştgirîyê bide herêma Kurdistanê ji bo pêşketina pêvajoya demokrasîyê. Em wek Goran dihesibînin ku gereke demildest Kongereya Neteweyî bête komkirin u pirsgirêkên heyî bêne çareserkirin. Her weha em wek Goran daxwaz dikin ku jenosîda ezdîyan di asta navneteweyî de bê naskirin. Gereke kurd îro berjewendîyên partîtîyê zêdetir mafên neteweyî ji her tiştî giringtir bibînin. Îro li Bakûrê Kurdistanê li ser sîyasetmedarên kurd zextên tund hene.
Em dixwazin ku di demek zû de Ocalak, Demirtaş û Yuksekdag û sîyasetmedarên kurd ên din serbest bêne berdan ku rê li pêşîya çareserîya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê vebe. Referandûna ku di demek nêz de dê bête lidarxistin, gereke bêy guşarên li ser dijberan bête meşandin.”
HEVSEROKÊ KANTONA KOBANIYÊ ENWER MUSLIM: EM ALÎGİRÊ ÇARESERIYA SIYASÎ NE
“Sûrîye niha di nav şereke mezin derbaz dibe û bi taybet ji ew şer li Rojava bi awayeke dijwar dimeşe. Nêzîkî 5 salane peymaneke civakî heye û ji alîyê gelên rojava tê rêvebirin. Ji alîyekê ve parastina axa xwe dikin, ji alîyekê ve sîstema rêvebirîyê ava dikin û ji alîyekê ve koçberên ji herêmên din himêz dikin. Gelên bakûrê Sûrîyeyê hewil didin, ku hemû alî di çareserkirina krîza Sûrîyeyê de beşdar bibin. Hinek dewlet dewstêwerdanîyê dikin û dibine asteng. Ji ber wê jî hewl didin ku di civînên Cenevreyê, Astana û Kahîreyê de hemû alî neyêne temsîlkirin û wan civînan têk bibin. Ji bo çi em piştgirîya destûreke nû dikin. Ji ber ku li Sûrîyeyê gelek komên etnîkî, olî û mezhebî yên cuda hene.
Em dixwazin ku ne tenê li ser bingeheke neteweyî, lê li ser bingeheke jeografîk jî maf bêne parastin. Bidûrxistinên ji civînên navneteweyî ji bo xizmeta çareserîya pirsgirêka Sûrîyeyê nakin. Em alîgirê çareserîya sîyasî ne û em ji bo çareserîyê vekirî û amade ne, Em dixwazin dawî li ruxandin, koçberî û şer bê anîn. Wek xelkê Bakûrê Sûrîyeyê em dixwazin ku hemû perçeyên Kurdistanê pirsgirêk bi rîyên sîyasî û aştîyane ve bêne çareserkirin. Em opearsyonên sîyasî yên li hember sîyasetmedarên kurd şermezar dikin û daxwaza serbestberdana Ocalan û girtîyên din ên sîyasî dikin ku pirsa kurd li Tirkiyeyê bête çareserkirin.”
PARLAMENTERÊ YNKÊ SABÎR ÎSMAÎL: GELÊ RÛSYAYÊ QEHREMANIYA PÊŞMERGE, YPG Û YPJÊ DİBÎNE
“Em ji encamên Konferansa Kurd a Moskowê razî ne û wan encaman giring û berhemdar dibînin. Em hêvî dikin ku rêvebirîya Rûsyayê guh bide beşdarên konferansê û pêngavên pêwist bavêje. Pirsgirêka gelê kurd li her perçeyekê cuda ne, lê armanca hemûyan yek e, ew jî aştî, azadî, demokrasî û mafê kifşkirina çarenûsa xwe ye. Li Başûrê Kurdistanê pasaport bi zimanê kurdî ne bêy ku em ne dewleteke serbixwe ne jî, lê li Tirkiyeyê zimanê kurdan ê zikmakî qedexe ye. Kurdên Rojava bêy nasname ne. Kurdên Îranê nikarin zimanê xwe bikar bînin. Vê konferansê nîşan da ku armanca kurdan yek e: aştî, demokrasî û azadî. Ew yek nîşan dide ku yekitîya kurdan dikare gelek pirsgirêkan çareser bike. Pêşmergeyên başûr ji bo alîkarîyê çûne Kobanîyê bi hev re li dijî DAÎŞê şer kirin. Dîsa li Başûr şerê li dijî DAÎŞê de di çeperên bi dirêjahîya hezar kîlometeayan hêzên kurdan ên ji perçeyên cuda mil bi mil şer kirin. Di encamê şerê ku ew sê salên berdewam dike 2 hezar peşmerge şehît ketin û li dora bist hezaran jî birîndar bûn. Pêşmergeyan karî ku bi çekên sivîk DAIŞê têk bibin. Xaleke giring e ku DAIŞê dem êriş li Kerkûkê kir, jimara wan ji yên Mûsil bi destxistinî gelek zêdetir bû. Ji bo me gelek giring e, ku gelê Rûsyayê qehremanîya Pêşmerge, YPG û YPJê dibîne. Îro tiştên ku hêzên kurd dikin, tu hêzên hikûmî yên Sûrîye û Iraqê nikarîn bikin.. Berjewenîya Rûsyayê de ye eger alîkarîya pêşmerge û YPG bike. Ji bo pêşeroja Sûrîyeyê mîsogerkirina mafên sîyasî yên gelê kurd giring e.”
sputniknews