Dîroka Kurdan ya ji bo hevkarî û piştgirtiya hev û du tarî û di nav xiyanatan de her wuha meşiye û ji wana jî tu ders nehatine girtin. Ji sedsala 19 an vir de, ji wana çendek mînak li jêr in.
Abuzer Bali Han / Hemû nivîsên ê nivîskar
Mîrê Botan Bedirxan di sala 1842 anda serxwbûna Kurdistanê îlan diket. Ew di dema xwe de gelek bi hêz bû. Hêzbûna xwe bi hevkariya mîrên Kurd ve mezintir nake! Di destpêkê de êrîş dibe ser mîrên weku xwe bi quwet. Wana hemiyan bê tesîr dihêle. Di dawî Osmanî wînî bi braziyê wî Yêzdanşêr ve tînin hemberî hevudu!.. Xiyanet herduyan jî dide winda kirin û herdu jî dawî de binpê dibin!
Mîr Bedirxan di sala 1847 an de hêsîr têt girtin. Wî dibin Stenbolê. Siltan Abdulmecid wînî afu diket û wînî bi malbeta wî ve sirgûnî Gireva Giridê dikin. Di dawî de heya mirina xwe ew xizmetî Osmaniyan dike!.. Di dîrokê de dewletbûna Kurdan jî carek din ji destan diçe!..
Ew xiyaneta di nav Kurdan de pêk tê, di sedsala 19 an, 20 û 21 an de her wuha berdevam dibe. Kurd ji vana tu dersan nagirin. Di dawiya sedsala bîstan û di destpêka sedsala 21 an de şerê brakujî li Başûrê Kurdistanê carek dîn di navbeynê PDK û YNK (Barzanî-Talabanî) dibe. Ew şerê dibe de qasî 30 hezar pêşmerge ji her du aliyan cangorî dibin. Di dawî de ew herdu hêz li hev tên. Lê paşê em dîsa dibînin, ew bûyera Kerkûkê di navbeynê her du hêzan de bûyî carek dîn dîsa qawimî!.. Mîrovên Kurd hêdî nikarin ji vê re çi bêjin! Çi heyf e! Gelo ew destkeftiya dîrokî ya ketî destê Kurdan, ma dîsa bi destê Kurdan ew ji destan diçe!.. Dîrokê ji Kurdan re çi bêje. Ji bo vê bûyerê bes yek alî tenê ne, hemî Kurd û rêxistinên Kurdan berpirsiyar in!
Lê li ser xiyanet û brakujiya di nav Kurdan de heyî, di demên borî de min bi helbest ew wûsa aniye ziman:
XENÇERA KURD
Gelî dinya-alêm
Hêdî me bibîzin!
Bibîzin hewara me,
Hewara me Kurdan!
Ji her çar aliyan,
Ji her çar aliyan
Dora me girtin
Hemî neyaran!
Kemend lêxistin zendan,
Hîştin di nav qedera zelûl,
Û xiyeneta kemînên qehpe,
Di nav hev du de mil bi mil
Ji neyaran re bûye lihîstin
„Xençera Kurd ya xayîn“
Har e,
Bi zindî, zindî di singê de
Xar e!..
Hey xençera Kurd,
Xençera Kurd!
Ya tu bi xwe dike,
Ji bêtarê bêtartir e…
Kula te ya bi nêm
Ya gemar bi xwîn
Hêdî derman nagire,
Ew qet tucar îfla nabe!
Ew derdekî wek bar e,
Hem bi şan û şeref e,
Belam:
Di pişta xwe de
Ew hatye xar e!..
Bi şerê brakujî,
Bi şerê brakujî…
Ew e, ku ji vî û wî re bûye hacet,
Ji kê re bêjim, kê re pêşanîdim!
Ew derdê te, dîsa derdê min e,
Berjêr tûfkim rîş, berjor simbêl…
Ez dibêjim hêdî bes e!
Ya hero ye, an jî mero!
Ya bi hevra em hene,
An jî bi hevra tune ne!
Em hebin bi hevra ne.
Em carek mil bidin hev
Tev de hemî çiyan bihêjin!
Em hem netew in, hem gel,
Ji wan hezdikin, perwer in,
Refên xwe de em camêr in!
Ha xîret, ha xîret û bi bawer
Di nav de hawar kir Serwer!
Go: Gelî Kurdên tên çawisandin!
Bibin yek, hemî bi hevra azadbin!
Belam
Xiyanet!
Xiyanet di pêsîrê de maye,
Ew geh li pêş û geh li paş e!
Hey gelê Kurd,
Hêdî derkev holê,
Ma tu li ku maye?
Yên bran bi bran didin kuştin,
Ewna ji zewqê harin û dipeqin!
Ey welatê ezîz, derdê te bipirsim,
Tu yê bibe Bîngol, xayîn û Şîn…
Qeder na be Kurd, Kurdan bikujin!
Yên xayîn, ew in berdevkê dijmin!
Di nav van mercan de ma mirov dijît?
Bes tu tenê heye navbeynê neyînê de,
Ji alikî din di navbeynê mirin û jiyînê de,
Tu li ser pişta kêrê, di rewşa zîndî bûnê de
Tu berxwe dide, tu yê hîn berxwe bide!
Roja ronî nêzîk dibe di berbanga sibê de!
Ez çi bêjim jî, ji te re ewqas jî hindik e.
Caşên bêbext û xayîn, ewen xwefiroş!
Li pêş çavên dinê ewna xwe nizm dikin,
Bi wan re çi bêjim, neyarên eslê xwe ne!
Bîhna min teng dibe, hinavên min disotin,
Ey sebra dilan, jiyana giran tere sozdidim.
Heke dijmin bimîne, emê tola te bistînin!..
Bi îznê Xwedê hemî rojên teng ortê radibin,
Belam,
Şerê bran de
Brîn pir kûr e,
Fitîl qet nagire!
Navê ew derdê Kurd,
Derdê giran û bê çare:
Xençera Kurd xençere!..
Ey xençera Kurd,
Ey xençera Kurd!
Ma tu yê bi xayîn
Heya kîngê bimîn
Di pişta brayan de!..
Ji xiyanetê re hezar car lanet be,
Bila bindest mayîn li dinê rabe!
Ji mirov re dad û azadbûn hebet,
Rewa ye bindestî heya qiyamet?!.
Tebax/1998