ANASAYFAKÜLTÜR SANATKovara xêzeromanê ya bi Kurdî ‘Bajar’ dest bi weşanê kir

Kovara xêzeromanê ya bi Kurdî ‘Bajar’ dest bi weşanê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), ji bo pêşvebirina bikaranîna zimanê kurdî di jiyana rojane de, kovara xêzeromanê ya bi navê “Bajar” bi formata dîjîtal weşand.

Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê û Karên Civakî, di çarçoveya xebatên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de, berhemeke nû li weşanên xwe zêde kir. Hejmara yekem a kovara Bajar ji bo xwendevanan hat vekirin û dê her meh bi rêkûpêk weşana xwe bidomîne.

GOG, yekem kovara wêneromanî a bi Kurdî wê dest bi weşanê bike

Dogan Guzel û Îmam Cîcî

Ev xebata ku armanc dike hilberîna çandî û zimanî xurt bike, ji bo xwendevanên mîzahê naverokeke dewlemend pêşkêş dike. Di amadekirina kovarê de, xêzkarê navdar Dogan Guzel ku bi karakterê “Qirik” di bîra gel de cih girtiye, pêşengî kir. Her wiha karîkaturîstê nas Îmam Cîcî jî bi xêzên xwe piştgirî da kovarê.

Yekem kovara wêneromanî a bi kurdî ya zarokan GOG derketiye

Kurmancî, Zazakî û bo yek hejmarê Soranî

Kovar bi armanca teşwîqkirina hilberîna di zaravayên cuda de, bi Kurmancî û Zazakî tê weşandin. Bi vî awayî tê xwestin ku qada bikaranîna kurdî firehtir bibe û çanda xwendinê ya bi zaravayên cuda pêş bikeve.

Hejmara yekem a kovarê ku ji 16 rûpelan pêk tê, tenê ji bo vê carê bi zaravayê Soranî jî hat amadekirin. Bi vî awayî hat armanckirin ku xwendevanên ku bi zaravayên cuda diaxivin jî bigihîjin kovarê.

Welatiyên ku dixwazin kovara “Bajar “bixwînin, dikarin di ser navnîşana www.bajar.tr re xwe bigihînin her du hejmaran û naveroka kovarê.

Hejmara 2em a Kovara GOGê derketiye

(AY)

Kaynak: bianet

AKTÜEL