MÊRDÎN – Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZ-DER), piştî xebateke bi coş û kolektîf, hejmara yekemîn a kovara xwe ya bi navê “KEWAR” derxist. Kovar bi kedeke hevpar a nivîskar, lêkolîner û teknîsyenên Kurd hatiye amadekirin.
Hevserokê SOZ-DER’ê Eyyup Guven, têkildarî derketina kovarê daxuyaniyeke girîng da û bal kişand ser vîzyona kovarê ya ji bo siberojê. Guven diyar kir ku KEWAR ne tenê weşanek e, lê di heman demê de xebateke ji bo parastina nasname û zimanê zikmakî ye.
Hevserokê SOZ-DER’ê Eyyup Guven di daxuyaniya xwe de spasiya hemû kedkaran kir û nêrînên xwe bi van gotinan anî ziman:
”Armanca me weke komele ew e ku em bêhna zimanê Kurdî bi her rengên welatê xwe bigirin. Armanca me ew e em van kewaran bikin du, sê, çar û hîn zêdetir. Ji ber vê yekê, em ji hemû kesên ku nivîs, raman û materyalên xwe ji bo vê kovarê şandine û piştgirî dane, wekî rêveberî û lijneya kovarê spasiya xwe ya mezin pêşkêşî wan dikin.
Em hêvî dikin ku ev kovar bibe pirek di navbera pênûsên nû û pênûsên pispor de, bibe pêlek di qada çand, dîrok û wêjeya Kurdî de û bibe baskekî kaniya çanda Kurdî ya bêdawî. Gava hûn her rûpelekî vê kovarê biguherînin û nivîseke bixwînin, hûn ê xwe wekî zêreke zêr di cîhana Çand, Dîrok û Wêjeya Kurdî de bibînin.
Komeleya SOZ-DER’ê ku di sala xwe ya duyemîn de xebatên xwe yên çandî û wêjeyî dimeşîne, bi kovara KEWAR’ê gavake nû û girîng avêt. Kovar di bin banê komeleyê de, bi armanca gurkirina agirê çand, dîrok û wêjeya Kurdî li Kurdistanê û cîhanê derket pêşberî xwendevanan.
Kadroya Kedkarên KEWAR’ê
Amadekirina kovarê encama xebateke komînal e ku gelek pisporên warên cihêreng tê de cih girtine. Berpirsiyariya weşanê û koordînasyona komên xebatê bi vî awayî hatine dabeşkirin:
- Berpirsê Weşanê: Şêxmûs Erol
- Lijneya Weşanê: Gulîzar Seyhan, Şêxmûs Erol, Bîrgul Ozgul, Îsmaîl Erdem, Ahmet Çelîk, Mûharrem Yesîn û Kerem Tekoglu.
- Redaksiyon: Di qonaxa sererastkirin û amadekirina nivîsan de keda Mewlûd Aykoç, Bahadîn Robar û Hogir Berbir heye.
- Lijneya Înformatîk û Teknîkî: Karên teknîkî û dîjîtal ên kovarê ji aliyê Yasemîn Demîrkaya, Berxwedan Erdem, Velî Bîngoltekîn û Mahmût Eşît ve hatine meşandin.
- “Kovara ku bi kelecaniyek mezin dest bi weşana xwe kir, di hejmara xwe ya yekem de cihekî fireh da qelemên xurt û navdar. Di vê hejmarê de gelek nivîskar bi berhemên xwe yên cuda beşdar bûn. Nivîskarên ku di hejmara ewil de nivîsên wan hatine weşandin ev in:
- Bahadîn Robar, Yasemîn Demîrkaya, Ahmet Çelîk, Serdar Komurcu, Mevlûd Aykoç, Bîrgul Ozgul, Nezîr Oçek, Eyyup Guven, Ziya Şeker, Siyaroj Rebet, M. Ebdulhemîd/Remezan Mendanî, Berham Mîrzo, Dilbizarê Bêkes, Hasbeg Koksal, Dildar Botî, Zînet Dîncer, Receb Dildar, Hogir Berbir, Faysal Ozdemîr, Mehmet Oncu, Herdem Mervanî, Mordem Zel, Arslan Ozdemîr, Qadir Egîd, Ahmet Tamîr, Dildar Ektîren û Kubra Ozdemîr.”
”Kewar” Wê bibe Pira Pênûsên Nû û Pispor
Di pêşgotina kovarê de bal hat kşandin ser dîroka kovarên Kurdî yên wekî Rojî Kurd û Hawar’ê û hate diyarkirin ku KEWAR dewama vê mîrasê ye. Rêveberiya kovarê armanc dike ku kovar bibe pirek di navbera nivîskarên xwedî ezmûn û pênûsên nû de.
Naverok û Periyoda Weşanê
Zimanê weşana KEWAR’ê bi temamî Kurdî û zaravayên wê ye. Naveroka kovarê ji pênc beşên sereke pêk tê:
- Lêkolîn û Wêje: Gotar û nivîsên akademîk û wêjeyî.
- Jin: Beşa taybet ji bo nivîs û berhemên jinan.
- Helbest û Nasandina Pirtûkan: Di her hejmarê de pirtûkek Kurdî tê nasîn.
- Çîrok: Çîrokên ku hatine berhevkirin.
- Pênûsên Nû: Cihekî taybet ji bo kesên ku nû dest bi nivîsandinê kirine.
Kovara KEWAR dê salê çar caran, di her demsalê de (Bihar, Havîn, Payîz, Zivistan) derkeve. Hejmara ku niha hatiye çapkirin, wekî hejmara “Zivistanê” cihê xwe li ser refan girt.
Kaynak: Kurdi arşivleri – Nupel
