Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye

137

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede operasyona biryara binçavkirina 91 kesî ya di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de îro pêk hat, ji ajansa me re nirxand. 

Dede diyar kir ku dozgeriyê hem qedexekirina hevdîtina parêzeran hem jî biryara veşartina dosyeyê daye û êdî ev biryar li Tirkiyê ketine merhaleyek klasîk. Dede da zanîn ku bêyî haya parêzeran ji biryara binçavkirinê çêbibe li ser medya alîgir hatiye serwîskirin û bi hêceta biryara veşartinê sedem ango hêceta binçavkirinê hêj hîn nebûne. 

‘JI BO HDP’Ê BI TAYBET HATIYE WEZÎFEDARKIRIN’

Dede anî ziman ku dîsa siyasetmedarên kurd di navenda operasyonê de cih digirin û got: “Li vir dîsa dozger Ahmet Altûn derdikeve pêşiya me. Nemaze Ahmet Altun  bi awayek taybet ji bo operasyonên li dijî HDP’ê bi rê ve bibe, hatiye wezîfedarkirin. Wexta ku lêpirsîna Doza Kobanê ya niha, bi rê ve dibir tayînî Cîgirtiya Serdozgeriya Îzmîrê hatibû kirin, lê vê tayînê betal kirin û anîn ser serê vê operasyonê. Ev jî Zekeriya Oz ê vê serdemê ye. Em bi eşkereyî dikarin bêjin ku vî kesî li dijî HDP’ê wezîfedar kirine. Wan kesên ku dijminatiya HDP’ê dikin vî kesî wezîfedar kirine.” 

‘ÊRIŞA LI DIJÎ PÛÇKIRINA DELÎLAN E’ 

Dede destnîşan kir ku di Doza Kobanê ya niha tê lidarxistin de halê hazir delîlên ku dozger Ahmet Altun pê bawer bû ji aliyê siyasetmedar û parêzeran ve hatiye pûçkirin û wiha got: “Ev operasyona îro hatiye lidarxistin jî berdewama operasyon ango doza komployî ya Kobanê ye. Me çawa operasyona din pûç kir, em ê vê jî pûç bikin. Çimkî gumana me ji me nîne. Ev operasyon jî dewama kîn û nefret û dijminatiya Ahmet Altun a li dijî HDP’ê ye. Ev binçavkirinên îro, êrişa li dijî pûçkirina delîlên dozgerê Doza Kobanê Ahmet Altun e.”

MA