Ana SayfaSIYASETKENYê êrişa Zaxoyê şermezar kiriye

KENYê êrişa Zaxoyê şermezar kiriye

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) duh (25ê Tîrmehê) derbarê êrîşa Tirkiyeyê ya li ser gundê Perexê ku yek ji herêmên geştyarî yê bajarê Zaxoya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ye, daxuyaniyeke nivîskî weşandie. Di êrişê de herî kêm 9 sivîl miribûn.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye û gotiye, “Endamên Konseya Ewlekariyê bi awayê herî tund êrîşa roja 20ê Tîrmeha 2022 a li parêzgeha Duhokê şermezar dikin. Êrîşa ku bû sedema kuştina herî kêm 9 kesên sivîl, ku di zarok jî di nav de hene.”

Endamên Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî hevsozî û hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan, hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan dane û hêvî kirine birîndarên êrîşê di demeke nêzîk de baş bin. Herwiha piştevaniya xwe jî ji bo Iraqê û pêkanîna lêkolînekê derbarê êrîşê de nîşan dane.

Di daxuyaniyê de, endamên Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî daxwaz ji hemû welatên endam di encûmenê de kirine, ku “bi awayekî aktîv hevahengiyê bi hikûmeta Iraqê re û hemû aliyên têkildar re bikin, ji bo piştevaniya ji wan lêkolînan.”

Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî herwiha tekezî li ser piştgiriya xwe bo serxwebûn, serwerî, silametiya axa Iraqê û proseya demokrasî û xweşguzeraniya Iraqê kiriye.

KENY wê îro bicive

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê êrîşa li Zaxoyê de giliyê Tirkiyê li Encûmena Asayişa Navdewletî kiribû û daxwaza civîneke awarte ji bo gotûbêjkirina êrîşê kiribû.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Ofîsa Berdevkê Netewên Yekgirtî ragihandiye ku Encûmena Asayişa Navdewletî dê îro piştî nîvroyê bi rojeva Zaxoyê bicive.

Çi bûbû?

Roja 20ê Tîrmehê seyrangeha li gundê Perexê ku li sînorê navçeya Zaxo ya Duhokê li Herêma Kurdistanê hatibû topbarakirin ku di encamê de 9 kes miribûn û 26 kes jî birîndar bûbûn.(SD/AY) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights