Ana SayfaJINKeça 14 salî ya ku dihat gotin xwekuştiye hatiye kuştin

Keça 14 salî ya ku dihat gotin xwekuştiye hatiye kuştin

Cenazeyê Kader Ertem a ku di 12 saliya xwe de hat zewicandin û di 13 saliya xwe de zarokek aniye dinê, di 12ê Çileya 2014an de li gundê Erwexê ya Perwariyê hat dîtin. Sedema mirina wê wek xwekuştin hatibû ragihandin. Piştî 8 salan di lêpirsînê de derket holê bûyer ne xwekuştin e.

Di çarçoveya lêpirsînê de di 14ê Kanûnê de M.A yê ku Kader Ertem bi zorê pê re hatibû zewicandin, xezûrê wê Tahîr Atak, Ş.A û Î.A. hatin desteserkirin.

Cezayên îstismarkirin û ji azadiya xwe hatiyê bêparkirin hatine paşxistin

Li gor zanyariyan, piştî mirina Kader Ertem di 17ê Adara 2014an de di doza ku li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hatibû vekirin, dadgehê 10 sal û 8 mehan ceza dabû M.A yê ku Kader Ertem bi zorê pê re hatibû zewicandin.

Herwiha dadgehê ji ber alîkariyê dane 5 sal û 5 mehan ceza dabû bavê Kaderê M.E., xezûrê wê Tahîr Atak.

Heyeta dadgehê biryar dabû ku cezayên ku li van kesan hatibû birrîn pê paşxistin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights