Ana SayfaGIŞTÎJi Emîne Şenyaşar bo Erdogan: Gelo qet wîjdanê te nîne?

Ji Emîne Şenyaşar bo Erdogan: Gelo qet wîjdanê te nîne?

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît (Malbata Şenyaşar) li ber Edliyeya Rihayê di roja 386’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsa Rihayê hatin ber edliyê û dest bi nobedê kirin.

Emîne Şenyaşar a ku 386 roj in ji bo edaletê têdikoşe diyar kir ku çend roj ji meha Remezanê re mane û wiha got: “Em dixwazin li malê fitara xwe bikin. Çar sal in kurê min di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Heta edalet neyê em ê ji vir ranebin. Wê rojiyê bigirin (îktidar), rojiya wan qebûl nabe. Tayyîp Erdogan dê çawa di nava zarokên xwe de fitara xwe bike? Dê rojiya wî çawa qebûl bibe? Erdogan çawa rehet radikeve. Ev salek zêdetir e em li vir rûdinin, qey qet wîjdana te tune ye? Gelo ji xwedê bawer nake? Yên ku vê zilmê dikin dê hesab bidin xwedê. Yên vê zilmê dikin wê ji dinya din çawa xelas bibin, wê hesab bidin.” 

 ‘HAYA ERDOGAN JÊ HEYE’ 

Emîne Şenyaşar da zanîn ku ew gelek nexweş e û wiha got: “Haya Erdogan ji tiştên tên serê me heye. Dizane ku zarokên min bêsûc hatin qetilkirin. Yên ku qetlê kirin çima serbest digerin lê 4 sal in kurê min girtî ye.” 

‘EM DIXWAZIN LI MALÊ BIFITIRIN’ 

Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku nobeda wan di bin zilmê de didome û got: “Dîsa meha Remezanê nêz dibe. Me sala bihûrî fitara xwe ya ewil li ber edliyê kir. Em îsal dixwazin fitara xwe li malê bikin. Ev rayedar heta edaletê bicih neyinin dê çawa di meha Remezanê de li ruyê zarokên xwe binêrin.” 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights