Ana SayfaGIŞTÎDERDORÎhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê

Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê

Operasyona artêşa tirk a li Çiyayê Gabar ku li navçeya Basa ya Şirnexê ye, berdewam e. Di çarçoveya operasyonê de li quntarên navçeyê talankirina daran dest pê kiribû û ev talan hêj didome. Derket holê ku îhaleya talankirina dar û barên Çiyayê Gabarê dane kurê Serokê Şaredariyê yê AKP’î Bahattîn Altug ê bi navê Mehmet Aktug ku di heman demê de sercerdevan e û Rêveberê MHP’ê yê Basayê Mehmet Emîn Îlhan. Aktug û Îlhan ku ji bo qirkirina darên herêmê li hev kirine, darên li herêmê bi cerdevanên ji bo operasyonê hatine şandin didin birîn. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku ev her du kes darên ku hatine birîn dibin derveyî bajêr û difiroşin. 

Hat zanîn ku Aktug û Îlhan di heman demê de li herêma Hîrarê ku dikeve quntarê Çiyayê Gabarê jî daran talan dikin. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights