Ana SayfaJINHeşt çalakvanên Tevgera Jinên Azad hatin girtin

Heşt çalakvanên Tevgera Jinên Azad hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqerê de 29ê Mijdara 2022ê li parêzgehên Amed, Mûş, Agirî, Dîlok û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Stenbol û Izmirê polîsan bi ser malan de girtibûn û di encam de 20 jin hatibûn desteserkirin.

Piştî çar rojan li Rêveberiya Emnî ya Enqerê karûbarên yasayî yên wan 20 jinan bi dawî bûn û îro Şemiyê 3ê Kanûna 2022ê ji wan 8 jin bi hinceta “Rêveberiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê çalakî kirinê” hatin girtin û 13 jin jî bi şertê girtîbûna li malê hatin berdan.

Li gor zanyariyan lêpirsîna çalakvanên TJAyê ji aliyê 12 dozgeran ve hatiye kirin û nêzîka 11 demjimêran berdewam kiriye.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, 29ê Mijdara 2022ê bi hinceta “endamtiya PKKê” derbarê 50 jinên endamê Tevgera Jinên Azad (TJA) de biryara desteserkirinê dabû. Polîsan ji bo desteserkirina wan 50 jinan li 14 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest bi operasyonê kiribûn û 20 jin hatibûn desteserkirin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights