Ana SayfaSIYASETHDPê Jibo 5mîn Kongreya Asayî 500 Kes û Sazî Vexwend

HDPê Jibo 5mîn Kongreya Asayî 500 Kes û Sazî Vexwend

HDP vê kongreyê li gorî kongnreyên din bêtir girîn dibîne. Rêveberîya HDP’ê li ber vî jî navê durişmeyê kongreyê “Soza Me Heye, Çereserî Em In” lê danîye.

Amedekarîya kongrê berbi davwî ve diçe wê sibê roja Yekşemîyê jî destîyên serê sibê de destpêbike.

Ji alîyê Ofîsa Çapemenîyê ya HDP’ê ve jî di derheqê kongreyê de raporteke nivîskî hate belavkirin. Di vê derê de jî tê dîyarkirin ku, li tevahîya bajarên herêma Kurdan û Tirkiyê dê ser 50 hezar kesî beşdarî 5’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê bibin.

HDP, jibo beşdarbûna kognreyê nêzikî 400 mêvanên navxweyî û 100 mêvanên biyanî vexwendîye. Di nav vanan de partîyên sîyasî wek Îtifaqa Heftmendî (İtifaqa Demokrasîyê), CHP, Partîya DEVA, Partîya Dahatû, Partîya Saadetê, Partîya Yek, Partîya Çep, TKP, nûnerên Îtifaqa Kurdistanî vexendine.

Dîsa Dayikên Şemîyê, Cizirê, Roboskîyê, Sîwasê, Surê, yên ku xizmên xwe li teqîna Enqerê de winda kirin, yên ku xizmê wan li Konyayê hatin kuştin, disa malbata Şenyar, Tahîr Elçî, Medenî Yildirim, Denîz Poyraz û Garîbe Gezer jî di nav vexendîyan de ne.

Li gorî daneyên Ofîsa Çapemenîyê ya HDP’ê li ser 100 kesî jî delegasyonên biyanî dê beşdarî vê konreyê bibin. Ev yek jî wiha tê dîyarkirin:

“Em bi persfektîfeke çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê yên esasî vê kognreyê durist dikin. Di vê kongreya me de li Ewrûpa û Rojhilatanavîn gelek partîyên sîyasî, sîyasetmevan û aktîvîst ango ser 100 kesî dê beşdar bibin. Di kognreya me de 1050 delegeyên resmî wê deng bidin û li ser 50 hezarî jî kes beşdarî kongreya me bibin.”

Di kongreyê de Meclîsa Partîyê ya ku ji 100 kesan pêk hatîye dê di vê kongreyê de were hilbijartin. Xeyrî vî jî 50 kesên şûngir û 30 kesên jî rûmet (fexrî) dê bêne hilbijartin.

Di warê hevserokên HDP’ê de gorankarîyek heta niha nehat dîyarkirin. Wisa dixûye ku di vê kognreyê de Hevserokên Giştî yê HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dê careke din werin hilbijartin.

HDP li gorî şert û mercê ku têda ye vê kongreyê wek di rewşeke awarte de dibîne. Jibo ku di hêleke de li ser HDP’ê doza Kobanê di heleke din de jî li ser HDP’ê doza girtinê heye. Dîsa di nav van heft salên dawî de nêzikî 10 hezarî endam, rêveber û parlementerê HDP’ê hatine zindankirin, û nêzîkî 50 şaredarên HDP’ê jî dêl wan ve qayûm hatîye pîşandin.

Li ber van êrîşan jî HDP dixwaze di vê kognreyê de him hêza xwe nîşan bide û him jî wilameke bide desthilatîyê.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights