Ana SayfaSIYASETHDP hişyariyê dide opozisyonê: Nebin beşek ji lîstika desthilatdariyê

HDP hişyariyê dide opozisyonê: Nebin beşek ji lîstika desthilatdariyê

Derveyî HDPê, heta niha tu daxuyaniyeke ku dijatiya operasyonan bike ji aliyê partiyên siyasî ên Tirkiyê ve derneketiye pêş. Herî dawî, Hevseroka HDPê di civîna koma partiya xwe de rexne li AK Partiyê kirin û operasyona Tirkiyê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê weke provokasyon û şanoyekê binav kir û got, ewên ku ji vê şanogeriyê re li çepikan didin, divê rastiyê bibînin û nebin beşek ji vê lîstikê.

Hevseroka HDPê di civîna koma partiya xwe de rexne li AKPê girtin û operasyona Tirkiyê bo ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê wek provokasyon binav kir.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan got: “Yên li beramber vê siyaseta provokatîv bê deng in an li çepikan dixin, ji vê derê ji wan re dibêjim; divê em hemû vê şanogeriyê bibînin ku berî hilbijartinan hatiye danîn. Bila nebin beşek ji vê lîstikê, lê bi hev re li dijî rawestin.”

Ev banga Pervin Buldan di demekê de ye, hemû fraksyonên parlamentoyê ji xeynî HDPê, piştgiriya operasyonê dikin.

Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) Faik Oztrak di civîneke çapemeniyê ya partiya xwe de bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê da û piştgiriya partiya xwe bo operasyonê pêşan da.

Berdevkê CHPê Faik Oztrak got: “Em piştgiriya rûbirûbûna hêzên çekdar ên Tirkiyê li dijî teror û rêxistinên terorîst dikin. Leşker, leşkerên me hemûyan e. Artêş jî artêşa me hemûyan e. Rûbirûbûna me ya ligel terorê rewa ye.”

Roja Çarşembê 23ê Mijdara 2022ê Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di vîdeokonferanseke taybet bi operasyona bi navê “Pence-Şûr” de ragihand ku 471 pêgehên PKK û HSDê hatine armancgirtin û îddîa kir 254 gerîlla û şervanan canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar jî got: “Ligel Kurd û Ereban bi ti awayî pirsgirêka me nîne. Yek armanca me heye ew jî terorîst in ku PKK, YPG, PYD û DAIŞ in.”

Herçiqas hikûmeta Tirkiyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pêkanîna teqîna Stenbolê tohmetbar dike û ew yek kiriye hincet bo operasyonê, lê HSD red dike ku ti peywendiya wan bi teqînê ve hebe.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights