Ana SayfaJINGOREKE KOMÎ YA KURDÊN BARZANÎ HAT DÎTIN

GOREKE KOMÎ YA KURDÊN BARZANÎ HAT DÎTIN

Goreke bi kom a serdema rejîma Beis li parîzgeha Dîwaniye ya li başurî Iraqê hate dîtin. Parlamentereka kurd jî dibêje, qurbaniyên di wê gora komî de, barzanî ne ku di salên 1970an de bi darê zorê ji Kurdistanê ber bi biyabanên başûrê Iraqê hatibûn veguahstin.

Peyamnêrê Rudawê li Bexdayê Behmen Hesen ragihand, termên di nava wê gora bi komî de, yên welatiyên kurd in ku di navbera salên 1971-1972 de bi zorê ji Kurdistanê bo parêzgeha Dîwaniyeyê hatibûn veguhastin, û li navçeya Efeqê hatibûn bicîkirin.

Ew welatiyên sivîl ên kurd, piştî proseya veguhastina bi zorê, bi fermana Bexdayê û bi destê hêzên ewlekarî yên rejêma Beisê hatine komkujkirin. Li gorî agahiyan, qurbaniyên di nava wê gora komî de, ji kurdên barzanî ne.

Peyamnêrê me got, wan pêştir zanayrî li wê gora komî jebû, lê belê ji ber nebûna beêgeyan, wan nedikarî hebûna wê piştrats bikin.

Behmen Hesen dibêje: “Îro belge gihîştin parlamentoyê, yekemîn medyaya kurdî ku xwe gihande cihê vê gora komî û karî wêneyên wê bi dest bixe, Tora Medyayî ya Rûdawê bû.”

Di dîmenên vîdyoyê de kesên şahidhal behsa çawaniya bûyerê dikin. Li gorî wan ew kes ji navçeya Akrê ve bi zorê bo parêzeha Dîwaniyeyê hatine veguhastin.

Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê dibêje, aramnca veguhastina barzaniyan, jinavbirina wan bûye, ji ber wê jî li wê derê hatine komkujkirin.

Bi gotina peymanêrê me, gelek hewl bo veşartina rastiyê tên dayîn, û niha hin aliyên siyasî berdewam in li ser wan hewlan bo veşartina mijarê, lê belê bi hewla çend parlamenterên şîe mezheb û parlamentereka kurd, belgeyên pêwîst li ser wê gora komî hatin komkirin.

Behmen Hesen tekez kir, li Parlamentoya Iraqê jî kar li ser wê yekê tê kirin, ku termên di nav wê gorên komî bo Herêma Kurdistanê bihên şandin.

Parlamentareka kurd a û Endama Komîteya Mafê Mirov li Parlamentoya Iraqê, Şîrîn Reza, yek ji wan parlamenteran e ku hewl daye belgeyan li ser wê gora komî kom bike û rastiyên derbarê wê gorêa komî de aşkera bike.

Şîrîn Reza di dauxyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Min bi erkê xwe zanî ku li dûvçûnê li ser wê dosyayê bikim, çimku ez bi xwe yek ji wan kesên veguhastî bûm di wê serdemê de, ku li ser kurdatiyê em hatibûn dûrxistin.”

Şîrîn Reza dibêje: “Em sala 1974an li Akrê bûn, ku ew xelk hatin dûrxistin. Em jî hatin dûrxistin bo navçeya Efeq a li parêzgeha Dîwaniyeyê. Ew kesên ku me nas dikirin, Barzanî bûn. Ew kes (barzanî) li cihekê hatin danîn bi anvê Nofer, di navbera Efeq û Dîwaniyeyê, ku devereke biyabanî bû. Tiştek têde nebû, hejmareke zêde ya zarokan canê xwe ji dest dan, ji ber ku nekarîn xwe li ber germiya hewayê wê biyabanê bigirin. Piştre jî ji ber nexweşiyên weke Malariya û nexweşiyên din geek jin û zilam jî di wê biyabanê de canê xwe ji dest dan.”

radgihîne ku ev du salên ew li ser hewlên xwe berdewamin heya ku ew gor li chê xwe bimîne ji berku li encûmena parêzgeha dîwanye hewl heye ku wî chî hilbdin.

Şîrîn Reza daxwaza ji Dezeha Şehîdan, rêxistinên navdewletî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê dike, ku “serdana wê gora bi komî bikin, çimku di Encumena Parêzgeha Dîwaniyeyê de hewl hene, bo cara duyem şûnwarên wê gora komî werin jinavbirin”.

Wê parlamentera kurd tekez kir: “Heta niha jî xelkê deverê rê li jinavbiirna şûnwarê wî cihî girtine, ku cihê rêz û pêzanînê ye. Ew wê demê û niha jî alîkarê Kurdan bûn.”

Rudaw

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights