Ana SayfaKURDISTANFuad Hisên bo Rûdawê: Divê ji bo derxistina leşkerên Tirkiyê biryar were...

Fuad Hisên bo Rûdawê: Divê ji bo derxistina leşkerên Tirkiyê biryar were dan

Fuad Hisên tekez dike, PKK û Tirkiye ji bo Iraqê bûne pirsgirêk û şer û pirsgirêkên xwe ji Tirkiyê ve veguhestine nav axa Kurdistana Iraqê û Iraqê.

Fuad Hisên da xuyakirin, “Em amade ne bi welatên din ên wek Amerîka, welatên Ewropayê û Tirkiyê re bicivin ji bo çawaniya nehiştina PKKê li nav axa Iraqê, lê belê destpêkê pêwîst e Tirkiye artêşa xwe vekişîne û li wê nemîne.”

Wezîrê Derve yê Iraqê piştî civîna awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ya derbarê topbarana ser gundê Perex ê li navçeya Zaxoyê bersiva çend pirsên nûçegihanê Rûdawê li New Yorkê Diyar Kurde da.

Ev serdana we bo New Yorkê çi tiştekî bo iraqiyan û Kurdan diguhere?

Di esas de lidarxistina civîna Encûmena Asayişê ku 5 welatên mezin têde ne û mafê wan ê vetoyê heye, bi vî awayê bilez belge ye li ser vêya ku giringiyeke zêde didin vê mijarê.

Di gotûbêjan de her 15 welatên endamê wê encûmen ew kiryar protesto kirin û hevdengiya xwe bi gelê Iraqê re nîşan dan.

Me ku behsa rewşê ji wan re kir, pêwîst e biryar bidin derbarê wan xalên ku me di civînê de pêşkêş kirin, ku têkildarin bi vêya ku Tirkiye artêşa xwe vekişîne, biryareke hikûmeta Tirkiyê di vê derbarê de hebe. Di heman demê de me behsa PKKê kir, çimku PKK bi giştî pirsgirêk e bo Kurdistana Iraqê û welatê Iraqê jî. Ewana du hêzên serbazî ne ku cihê pirsgirêka wan li Tirkiyê ye, lê pirsgirêka xwe veguhestine nav axa Kurdistana Iraqê û hin caran jî li navçeyên din ên Iraqê jî şerê hevdu dikin, ew jî pirsgirêkek mezin e bo Iraqê lê ne pirsgirêka Iraqê ye, ne jî pirsgirêka Kurdên Iraqê ye, ne pirsgirêka Kurdistana Iraqê ye û ne jî pirsgirêka Iraqê ye bi giştî. Ew pirsgirêkekî hundirê Tirkiyê ye.

Tirkiye dibêje nîgeraniya me PKK ye, hikûemta Iraqê dikare PKKê ji Herêma Kurdistanê bike derê?

Pirs ev e Tirkiye li gor kîjan mafî tê nav Iraqê? Tirkiye ji sala 1991an ve hatiye nav axa Iraqê. Bixwe dibêjin, niha PKK gelek lawaz bûye û dibêjin, PKK her livînekê bike em li wan dixin û wan dikujin.., eger li PKKê dixin û wan dikujin û PKK nehîştine yan hejmara PKKê ewqas kêm bûye, çima hêzên xwe zêde dikin? Her ber bi xwarê ve diçin? Çima ji çend binkeyan ve niha gihîştiye 100 xalên leşkerî?

Hûn difikirin ku armancên din ên Tirkiyê hebin?

Ez nizanim, lê belê ev pirseke ku hemû kes dipirse, pirs ev e tu ji sala 1991an ve hatî hundir bi danîna çend binkeyên biçûk, lê niha hejmara wan her zêde dibe û bi demê re têne nav kûrahiya Iraqê, Başîk 105 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyê ve dûr e, lê du kîlometreyan ji navenda parêzgeha Neynewayê ve dûr e. Baş e armanca wan çî ye? Tevê wê jî ew ji sala 1984an ve şerê PKKê dikin, PKK di nav axa Tirkiyê û di nav zanîngehên Enqerê de çê bûye, ji sala 1984 ve heta salên 90î piraniya hêzên wê li nav Tirkiyê bûn, lê bi şer nekarîn temam bikin. Niha jî her wisa ye, ev pirs bi şer û kuştinê çareser nabe, lê bi qasî ku eleqeya wê bi Iraqê ve hebe, em made ne ligel welatên din, Amerîka û welatên Ewropayê û welatênd in û Tirkiyê bicivin ji bo awayê nehîştina PKKê li nav axa Iraqê.., lê destpêkê pêwîst e Tirkiye artêşa xwe vekişîne û li wê derê nemîne.

Di egera serneketina wê hewldanê, bijardeyên din ên li ber destê Iraqê çi ne ji bo nehîştina artêşa Tirkiyê û PKKê li Iraqê?

Em behsa bijardeya şer nakin û baweriya me jî pê nîne, pêwîst e bi rêya diyalogê were çareserkirin her ji bo wê armancê jî em hatine wir, daku em daxwaz bikin komîteyeke navdewletî were avakirin. Di nava daxwazên xwe de me got, bi rêyeke dîplomatîk wê pirsgirêkê çareser bikin, ne bi rêyên emnî û serbazî.

Xelkê Kurdistanê dibêjin çima Iraqê li ser wê êrîşê dengê xwe bilind kir, derbarê êrîşên din de ku Kurd têde dibûne qurbanî?

Na li ser hemû êrîşan dengê xwe bilind kiriye, lê belê zelal bû ku ew êrîş ji bo çî ye, zelal bû ku qurbanî kî ne, zelal bû ku kengê bûye, ya rast ev e ku her tişt aşkere û zelal bû, lê li ser her qurbaniyekê Iraq xwedî helwêst bûye.

Rûdaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights