Ana SayfaSIYASETÊrîşî avahiya HDPyê ya Keçîorenê kirine

Êrîşî avahiya HDPyê ya Keçîorenê kirine

Duh (12ê Kanûna Pêşiyê) derengê şevê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar êrîşî avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Keçîorenê ya Enqereyê kiriye.

Li gorî nûçeya Jinnewsê di dema êrîşê de alên HDPyê dirandine û camên avahiyê şikandine.

Êrîşkaran li ser dîwarên avahiyê dijûnên zayendperest û gotina “Çi bextewer e kesê ku dibêje ez tirk im” nivisîne. Ji ber ku kameraya ewlehiyê ya avahiyê dîmenan tomar nake, nasnameya êrîşkaran diyar nebûye.

Lêkolîna polîsan a li avahiyê didome.

Beriya niha jî êrîş li avahiya HDPyê ya Keçîorenê bûbûn.

Di 16ê Tebaxa 2022yê de hin kesan êrîşî avahiyê kiribû û pankarta ku fotografê Aysel Tûglûkê li ser e û alên HDPyê hatibûn dizîn.

Piştî lêkolîn ser dîmenên kamerayê hatibûn kirin, rayedarên HDPyê gilî kiribû.

Di sala 2020ê de jî hin kesan êrîşî heman avahiyê kiribû û can şikandibûn. Her weha nivîsek û ala Tirkiyeyê hatibû daliqandin ku li ser nivîsê navên leşkerên li Idlibê miribûn û gotina “silavên wan hene” nivîsîbûn. (TY/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights