DESTPÊKKÜRDİSTANEger Kurd Rojekê Yekîtiyê Xwe Pêk Bînin Wê Demê yê Azadîya Xwe...

Eger Kurd Rojekê Yekîtiyê Xwe Pêk Bînin Wê Demê yê Azadîya Xwe Jî Bi Dest Xwexin!

Kurd Pen di têkiliyên navneteweyî de xwedî girîngiyeke mezin e, ku Kurd di yekîtiya xwe de bi hev re tevbigerin!

PEN KURD Û KOMELA XWEDEKARÊN  KURD (KSSE)

Kurd Pen di têkiliyên navneteweyî de xwedî girîngiyeke mezin e, ku Kurd di yekîtiya xwe de bi hev re tevbigerin! Di dîrokê de ji ber hin sedeman Kurdan tu caran nekarîne ku bi rêxistinî bibin yek! Li şûna ku bi dijminên xwe re mijûl bibin, partî û rêxistinên Kurdan yên hatin damezrandin her dem bi hevûdu re mijûl bûyîne û bi hevdû re hin caran jî şerê brakujî  pêk anîne!..

Li jêr ezê li ser helwesta du rêxistinên Kurd ku yekîtiya Kurdên navneteweyî li Ewropayê sembolîze dikin biaxivim. Ji vana ya girîng yek Yekîtiya Xwendekarên Kurd ( KSSE)  ye ku dîroka wê gelek kevn e.  Rêxistina Kurdan ya dervayî welat hatî damezrandin ya girîng  sendîkaya  nivîskarên Kurd ya bi sendîkaya nivîskarên navnetewî ve hatî girêdayî ye. PEN Kurd Zendrum di sala 1988 ‘an de ji aliyê Huseyin Erdem ve li welatê Elmanyê hatiyê saz kirin. Ew her du rêxistin hemû Kurd di bin heman banî de kom kirine û her du jî xwedî girîngiyeke dîrokî ya navnetewî ne..

Di navbera 6-7ê Îlona 2025an de li bajarê Oldenburg ê Almanyayê 12 mîn Kongreya Asayî ya Pênûsa Kurd pêk hat. Zêdetirî 150 endam û mêvan tevlî kongreya ku bi dirûşmeya “Sîwana Yekîtiyê” hate lidarxistin bûn. Di kongreyê de peyamên ku ji aliyê Serokê PEN a Navneteweyî Bûrhan Sonmez û nivîskar û komeleyên welatên cûda yên cîhanê ve hatin xwendin.. Mîna min piraniya endam û rêveberên berê yên PEN’ê ji lidarxistina vê kongreyê bê agahdar bûn! Ez dibêjim qey rêveberên îro di vî warî da berpirsyariyeke xwe mezin heye. Di hilbijartinên ku di kongreyê de hatin lidarxistin de endamên daîmî û cîgirên rêveberiya nû hatin hilbijartin …

Ez dixwazim di vê mijarê de hinek li ser damezrandina Kurd-Penê û rêxistina dewemîn ya Yekîtiya Xwendekarên Kurd yên Derveyî Kurdistanê (KSSE) rawestim.  Li derveyî welêt îro bi dehan rêxistin û partiyên Kurd hene ku hebûna wan jî girîge! Ji bo çi ez van her du rêxistinên min bi nav kirî derdixim pêş ? Bi kurtasî diwxazim li ser vê rawestim…

Berî her tiştî KSSE û PEN’a KURD ji aliyê rêxistinî ve her du rêxistin jî Kurdistanî ne! Li hemû parçeyên Kurdistanê endamên wana hebûn ku hem xwendekar û hem jî ronakbîrên bi hêzên Kurdistanê ve girêdayî bûn! Bi kurtasî hem li welat û hem jî li dervayî welat Kurdên bi rêxistinên Kurd va girêdayî cara yekem ew herdu rexistinan Kurd hembez dikirin!.. Herdu rêxistinên Kurd xwedî girîngîya dîrokî ne ji ber ku ew yekem rêxistinên Kurdistanê ne ku endamên hemû partî û rêxistinên Kurd di nav xwe de dicivandin. Çi, mixabin Kurdan nikaribûn ku van her du rêxistinên Kurdistanê yên li dervayî welat baş biparêzin! Wek rêxistinên din yên Kurd ku nadixwestin bibin yek, ew herdu rêxistinên Kurdistanî jî qels kirin û hema hema bê erk (bê foksiyon) kirin!..

Bi kurtasî behsa van rêxistinên ku hemû Kurdan di qada navneteweyî de temsîl dikin, Yekîtiya Xwendekarên Kurd (KSSE)  cara pêşîn di Tebaxa 1956 an de li bajarê Wiesbadenê, li Almanya Rojava, bi kombûna 17 xwendekar û rewşenbîrên Kurd ve hate damezrandin. Di wê demê de ji Rojhilatê Kurdistanê Abdurrahman Qasimlo û brayê xwe yê bi navê Ahmed Qasimlo, ji Kurdistana Başûr Şawt Akrawî û Abdul Kadîr di civîna sazkirinê de cîhê xwe girtî bûn. Abdurrahman Qasimlo û Ahmed Qasimlo wê demê endamên partiya TUDEH ya Komunîst li Îranê bûn! Baweriya sosyalîzmê diparastin! Nureddin Zaza û İsmet Şerif Wanly wana baweriyek Kurdan ya neteweyi diparastin!  Ji ber van cudahiyên bîrûbawerî di nava rêxistinê de demekê di nav karûbarê komelê de rawestandin  çêbû..  

Di yekemîn komcivîna komelê ya giştî KSSE’yê de ji Rojavayê Kurdistanê Dr. Ahmed Zamci ku bi bîrûbaweriya sosyalîst dihat nasîn serok komele hate hilbijartin . Di sala 1958 an de li Londonê di kongreya duyemîn de Îsmet Şerif Vanli ku xwedî têgihiştineke lîberal bû, wek serokê komeleyê  hate hilbijartin. Piştre birêz Dr. Kemal Fûad ji YNK’ê û Dilşed Barzanî ji PDK’ê ji Başûrê Kurdistanê di yekîtiya xwendekaran de bi bandor bûn. Di vê serdemê de karkerên Kurd hê li welatên Ewropa gelemperî hîn belav nebûyî bûn. Piştî salên 1960 an bi koça girseyî ya karkerên Kurd re xwendekarên Kurd yên ji bo perwerdeyê dihatin Ewropayê zêde bûn. Di vê demê de wek Hemreş Reşo (Hamdi Turanlı) û Dr. Selahattin Rastgeldi, Rıza Baran, Nizamettin Kaya  wek endamên KSSE tevî karên rêzanî bûn. Kurdên Bakur di nava rêxistin bûyînê de roj bi roj zêde dibin û giraniya xwe didan nav rêxistinê. Hemreş Reşo di nava KSSE’yê de jî xebatên xwe yên partiyê PDK-Bakur didomandin…  

İsmet Şerif Vanli di sala 1963 an de ji serokatiya Komeleya Xwendekarên Kurd yên Ewropa veqetiya û bû berpirsiyarê PDK’ê yê Ewropayê. Kemal Fûad jî ji Başûrê Kurdistanê wek serokê komeleyê  hate hilbijartin.

Di sala 1982 an de li Tirkiye cunteya faşîst rêvaberiya welat bi dest xwe xist! Endam û berpirsiyarên partî û komelên Kurd wek Rêya Azadî-TKSP, Rizgarî-Ala Rizgarî, DDKD-KÎP, Kawa-Dengê Kawa, Kurdistan Netewî (KUK), NKO-PKK bi piranî endamên van hatin Ewrûpayê!.. Paşê hemûyan rêxistinên xwe ava kirin…

Di sala 1973 an de dema ez neçar mam biçim Ewropayê, min piraniya welatparêzên di KSSE’yê de nas kirin. Berlîna Rojava bajarekî ku Kurd lê gelemperî kom bûyî bûn. Min dixwest li Zanîngeha Humbolt ya Berlîna Rojhilat li gel Prof. Dr. Georg Sezai bi teza doktorayê amade bikim. Piştî ku profesor burs û pejirandina min amade kir, dema ku referans hat xwestin min dixwest ku ji DİSK û TÖB-DER’ê bigirim, ew nehat pejirandin. Pêvajoya qeyd kirina dawîn anca bi referansa ku ez wê ji Komîteya Navendî ya TKP’ê bistînim, ew bete pejirandin. Navenda TKP’ê wê demê li Elmanyaya Rojhilat bû. Min piraniya kesên di komîteya navendî de bi nav an jî bi şexsî nas dikirin. Di nav wan de Kurdên naskirî jî hebûn. Bi zanebûn an jî bê zanebûn wan jî neyartiya xwe li hemberî Kurdan dimeşandin! Wan jî wek Tirkên şovenîst Ji ber îfadeya min ya devkî û ji ber ku ez Kurd im serlêdana min ji aliyê navenda giştî ya TKP’ê ve hate red kirin. Ji ber vê yekê ez li Berlîna Rojava bi cih bûm. Li Berlîna Rojavayê doza Kurdan ya bi navê 49 kesan de Dr. Faik Savaş (Dr. Hişyar) min ew naskir! Ew mirovekî welatparêz û şoreşger bû. Piştre ez bi hemwelatiyê xwe Kek Hemreş Reşo (Hamdi Turanlı) re di kursiya Kurdolojiyê de bi rêya mamoste Prof. Dr. Cemal Nebez, me hevûdu naskir. Em bi salan bi Prof. Dr. İsmet Şerif Wanly re xebitîn dema ku ew serokê Enstîtuya Kurdî ya Berlîna Rojava bû…

Di sala 1975 an de kesên ku di KSSE’yê de alîgirên Talebanî bûn, bi kurtasî weke AKSA cûda bûn! Welatparêzên Kurd yên alîgirên Rêya Azadî û HEVRA’yê, ew jî tevlî AKSA’yê bûn. Hemdî Tûranî ku serokê PDK-Bakur bû di nava refên KSSE’yê de ma û yekîtiya xwendekarên Kurdistanê hate veguherandin. Ji komelê heşt rêxistinên xwendekaran yên girêdayî partiyên Kurd yên li jêr hatine behs kirin û mîna partiyên din Kurd hatin dabeş kirin!..

Bi salên dûr û dirêj li dervayî welat di nav komela xwendekarên Kurdistanê de min karên xwe her berdewam dikirin. Ez alîgirê rêxistinekê jî bûyam lê baweriya min Kurdewatiyek yekgirtî bû. Ji bo van karan qasî 20 salan bê nasname û bê pasaport min jiyana xwe li dervayî welat borand! Ji bo vê jî min xwest ku van agahiyan wek mirovekî Kurdperwer ji bo duweroj arşîva xwendekarên Kurd bihelim!..

Ji ber ku her dem ez alîgirê yeketiyê bûm, komkirina komelên xwendekarên Kurd li Berlina Rojava wek sekreteryat min û cendek hevalan dîn me bi hevra amade dikir. Di roja  09.06.1987 de li Berlîna Rojava rêxistinên xwendekaran hatin cem hev û ji bo ji nû ve avakirina Yekîtiya Xwendekarên Kurd p^k bînin!..

Di vê Komcivînê de ew heyşt (8) rêxistin kombûn û biryar dane ku bibin yek hêz!..

  1. Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa (KSSE)
  2. Komela Xwendekarên Kurdistan li Dervayî Welat (AKSA)
  3. Rêxirawa Xwendekarên Sosyalistên Kurd Li Ewropa (SOKSE)
  4. Komela Xwendekarên Kurdistan li Dervayî Welat, Navend Berlin (AKSA)
  5. Lawên Sosyalîstên Kurdistan Li Ewropa
  6. Xwendekarên Azadîxwazên Kurdistan Li Dervayî Welat (KOMA-KURD)
  7. Yekîtiya Xwendekar û Lawên Kurdistan Li Ewropa  (UKSYE)
  8. Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa (KSSE) Navenda Prag

Her weha pir zehmet bu ku ew rêxistinên xwendekaran yên bi vî rengî belavbûyî dîsa bibin yek. Tevî ku biryara yekîtiyê hatibû standin, yekîtiya xwendekaran nikaribû hêza xwe ya berê bi dest biexin! Paşê tiştê qewimî qewimî! Ne mimkûn bû ku dîsa şopa yekîtiya xwendekarên Kurd ya berê bibîne!..

Li gel ew komelên xwendekarên Kurd komeleyek xwendekaran bi PKK va hatî girêdayî jî hebû ku wana jî xwe ji doza teroristiyê xelas nekirin û têk çûn! Li vir dersek heye ku mirov jê sûd werbigire! Kurd nikarine ku heya îro li hev bicivin û yekîtiya xwe ya netewî ava bikin!  Hem hin Kurd, hem jî ajanên ku dewletên serwer ketine nava rêxistinên Kurdan di vê yekê de xwedî pareke mezin in! Carinan, dema ku mirovên wîsa di rêxistinê de xwedî gotin bin, welatparêzên rasteqîn yên ku di rêxistinê de dixebitin qet giraniya wan namîne! Her çiqas ev nexweşî di pêşerojê de di nav rêxistinên Kurd de çareser bibe jî ev pirsgirêk îro li pêşiya tevgera Kurdistanê astengeke mezine! Di vê sedemê de hevrikî û nakokiyên di navbera rêxistinên Kurd de heyi li dervayî welat bi kuştina Hüseyin Akagündüz li Parîsê û Ramazan Hoca li bajarê Hannoverê li Elmanyayê dijayetiya heyi zêdetir kir!..

Pirsgirêka parçebûnê ya jorîn di destpêkê de di PENA KURDÎ de jî dubare bû…

Partiytên komunîst yên wek TKP ve TUDEH di nav çalakiyên koministên cîhanê de li pêşiya rêxistinên Kurdan her dem  astenk derdixistin!  Dema ku komunîstên Kurd yên bi wan Partisan re dixebitin ev cudakarî dîtin yek bi yek ji rêzên TKP û TUDEH de diqetiyan ji wana yek jî endamekî TKP bi navê Hüseyîn Erdem bû. Ew Kurdekî ji Çewlikê bû ku ji TKP’ê qetiya. Wekî keskî ku derhêneriya “Bizîm Radiyo” yê dengê TKP dikir…

Di salên 1980 ‘î de di Konferansa Karkerên Cîhanê ya ku li Berlîna Rojava di bin serokatiya Partiya Yekîtiya Sosyalîst (Die Sozialistische Einheitspartei Westberlins -SEW-) de li ser navê hemû partiyên karkeran yên cîhanê endamê Komkar axaftî bû. TKP û TUDEH ku li dijî vê nava hevpar derketin, paşê xwe bi şaşetiyên xwe li derveyî welat belav kirin û hatin rawestandin!.. Dema ku TUDEH hate girtin, çapxaneya wê ji hêla KOMKAR ve hate kirinî û di sala 1979 an de dema KOMKAR hate damezirandin û ew çapxane derbasî navenda KOMKARÊ ya ku li Frankfûrt / M.  bû.

Dema rola TKP’ê ya li welatên sosyalîst hate şikandin, bi sedan xwendekarên ku endamên KSSE û AKSA’yê bûn bi bursên li welatên sosyalîst xwendina xwe diqediya ewna vedigeriyan welatê xwe! Bi navê komela xwendekaran û bi alîkariya Partiya Komunist ya İraqê û Partiya Komunist ya Suriyê gelek xwendekarên Kurd me dişandin welatên sosyalîst ji bo ku bixwînin.  Li welatên sosyalîst li ser Kurdan sadî zêdetir doktoreyên zanistî hatine amade kirin. Wê jî girîngiya Kurdan û nasandina wan li cîhanê zêdetir kir!

Navenda TKP’ê ya li DDR’ê ne tenê rêya Kurdan girtî bû! Her wiha bû sedema cudabûna Kurdên welatparêz yên di hundirê wê partiyê de! Yek ji wan Kurdan jî xebatkarê „Bizîzm Radiyo“ yê ku ji bajarê Çewlikê Hüseyîn Erdem bû. Di sala 1984’an de di dema Newroza Berlînê de bi me re hevaltiyeke jêhatî nîşan dayî bû. Bi teknîkek baş û Newrozêk rêkûpêk amade û pêşkêş kirî bû. Di wê Newrozê de Cigerxwîn û dengbêj Aram, Şıvan Perver û gelek hunermend û siyasetmedarên Kurd jî bi axaftinên xwe beşdarî bernemeya Newrozê bûyî bûn. Bi hezaran welatparêzan li Berlinê bi coşek mezin ew şeva borandî bûn!..  

Di demek kurt de wek ew mîrovê welatparêz û jêhatî Hüseyin Erdem, ew ji wek pir kesên Kurd welatparêz jui nav tevgera azadîxwaz  hate dûrxistin! Vê dûrxistinê rê li ber wî vekirî bû ku karekî dîn bike ku Kurd û Kurdistan jê sûd werbigire. Ew mirova ku xwedî ruhê afirîner bû! Di dêmek kurt de Hüseyîn Erdem bû amadekar û afirandanê Pena Kurd…

Min bihîst ku KURD PEN’ê ji Kurdan re gelek kar kiriye û Hüseyîn Erdem di demeke kurt de gelek tişt bi dest xwe xistine! Wê demê min ji bo gelek rojname û kovarên kurdî gotar dinivisîn! Wek pir nivîskarên Kurd wê demê ez jî bûm endamê PEN’A Kurd.

Ew rêxistina navnetewî ya ku Huseyin Erdem sala 1988 an damezrandî û sala 1990 î de li dadgeha Kolnê bi resmî hatî bû pejirandin ji aliyê rahmeti Yaşar Kaya va di rojnameyan de dihat rexne kirin!

Di nav gel de gotinek heye ku dibêjin:“Dara ku fêkî dide ji aliyê pir kesan va têye kevir kirin!“ Yaşar Kaya jî Huseyin Erdem di rojnameyeke rojane de ku di wê demê rojnamevan bû, bi awayekî pir xerab Huseyin Erdem sûcdar dikir ! Wî di gotara xwe de jî nîşe dayî bû  ku dê ew rexne yê berdewam bike! Dawî de Huseyin Erdem xwe ji PEN’a Kurd dûrxist û ciyê xwe dayî bû Dr. Hüseyin Habeş. Ji Çiyayê Kurmênc wî li Sovyeta kevn doktoreya xwe çêkirî bû. Bi welatparêziya xwe di nav Kurdan de dihat nasîn…  

Di wan salan de rêxistina Karkerên Kurdistan dixwest li ser hemî rêxistinên Kurd bandora xwe bi kar bîne! Ji bo vê jî ji hevalbendên xwe yên nivîskar li Berlinê civînek nivîskarên Kurd pêk anî bû, ku ew bibe Pen‘a Kurd. Ji bo vê jî serlêdana PEN’a Navnetewî kirî bûn . Li welatekî bi navê du „PEN“an  rêxistin nabin! Serlêdan nehatî bû pejirandin! Ji bo vê jî li ser serokên KURD PENê  giraniyek rêzanî dihat meşandin!..

Di hevdîtinan de Hüseyîn Erdem û Dr. Hüseyin Habeş ji bo amadekariya kongireya PENê ya nû ji 3 kesan re ji wana yek Dr. Eskere Boyik, Munzur Çem û A. Balî tayînkirin ku heta civata giştî weke komîteyeke demkî Kurd-Pen‘e bi rêva bibin!..      

Dr. Eskerê Boyik, Munzur Çem û A. Balî li Kolnê hatin vexwendin ku hemî alî ji bo hevdîtinek hemû alî beşdar bibin.

Dema civînê destpêkirî Huseyin Erdem hemî dosyayên Penê bi xwe re anî bûn. Bi serokê Penê yê nû Dr. Huseyin Habeş va civîn bi rêva dibirin! Dema dosyayên Pen‘a Kurd hatin vekirî  ji Huseyin Erdem ra nameyên Pen’a Cîhanê bi sipasiya xwe ji Pen’a Kurd re li rex hevûdu dihatin xwendin. Di aliyê dîn de Huseyin Erdem jî bi navê Kurd Pen’e ji Pena Cîhanê re bi sipasiyên xwe bersiva wan dida…

Min ji hevalê xwe yê rehmetî mamoste Haydar Işık pirsi! Mamoste we digot Pen’a Kurd tu karî nake! Mamoste li ser ew daxunayiyan bê deng mayî bûn. Beşdarên civînê de jî dengek rexnekirî derneket!..

Dr. Eskere Boyik , Mûnzur Çem û A. Balî weke emê payîzê komîteyek bê alî hilbejêrin biryar hate girtin. Rehmetî Haydar Işik, Dr. Zerdeşt Haco, Medeni Farho û beşdarên dîn armanc kirin ku di komîteya nû de tevlî Klûba Pênûsê ya cîhanê bibin! Rehmetî Haydar Işık yek ji damezrînerên Rêya Azadî û Komkarê bû! Piştre ji Komkarê derket û di rêxistinên alîgirên Partiya Karkeran de xebitî. Her wiha gotarên wî di rojnameyeke rojane de dihatin weşandin…

Di vê civînê de me beşdarbûna telegasyona Komîteya Nivîskarên Kurd ya li Berlînê di Civata Giştî ya Nivîskarên PEN’ê ya Cîhanê de ku piştî sê mehan li Londonê pêk were biryar girt ku ew Penê temsîl bikin. Di encamê de endamên her du koma nivîskarên Kurd wê beşdarî kongreya Pena Kurd ya ku payîzê pêk bihata de beşdar bibûna! Piştî ku beşdarên civîna Pen Club ya li Londonê hatin darxistin kursiyên xwe bi dest xistin şunda, di medyayê de ragihandin ku 3 endamên komîteyê yên ku dê di payîzê de kongreyê pêk bînin ew ne endamên Kurd Pen’ê ne!.. Min ew nûçeya  bi namêyek helbestek jî tê de bû, ew ji Haydar Işık re rêkir. Haydar Işık quncê rojnameya ku gotarên xwe dihatin weşandin de  ew nameya fermî bilav kir û got ku ez ne li gel vê biryarê me! Ew sê navên hatin nişan kirî endamên Pen’a Kurd in! Paşê jî mamosteyê hêja ji wê tevgerê jî hate dûrxistin! Rast hatiyê gotin ku: Mirovê rastbêj ji 9 gundan têye avêtin! Lê mamoste her dem di civînan de mirovekî rastbêj bû…

Nameya min ya jê ra nardî di qunce rajnameya tê de dinivîsandi de weşand û baweriya xwe jî zelal kırî bû. Digot ku:“Sê mirovê di komiteya amade kirinê de cîh girtî ew endamên Kurd Pen’e ne û baweriya me jî bi wan heye!“ Ew wûsa li dijî neheqiya hevalên xwe derkeetî bû!..

Paşê jî Haydar Işık ji bo ew rast bêjên xwe ji Kurd Penê hate dûrxistin! Sal derbas bûn û çûn! Ez dibêjim qey yên ku Pen’a Kurd‘î  paşê birin welat. Ma ewna dîsa li ser  ew şaşitiyên xwe yên berê dimeşin an jî di rêyek rast dane ez wê baş ne agahdarim! Lê di rêyek rast de serketina wan dixwazim ku hemî niviskarên Kurd hembêz bikin.  Di wê dema borî de revaberên Pen’a Kurd jî dixwesten navenda Pen‘a Kurd bibin welat. Lê mercên wê demê rê nadida ku karekî wûsa pêk bibe.

Bêguman di hilbijartinên nû de rêvaberên em nas nekin jî em ji wana re serkeftinek xort dixwazin. Her wûha, gelo çi bi me endamên berê hatiyê ku em bi komcivîan ne agahdarin! Weke nivîskarên Kurd ên li derveyî welat dijîn piraniya me haya me ji lêkolînan jî nîne .. Ez bi temamî bawer dikim ku ewê ji aliyê rêveberiya nû ve were berçav kirin û  jê re  çareseriyekê bête dîtin! Ez ji komiteya nû hatî hilbijartin re serkeftinê dixwazim…

       Lgel silav û rêz

       -25ê Îlona 2025-

      Abuzer Balî Han

   Endamê PEN’a Kurd

            yê berê  

– Nivîskarê Rexnegîr –

GIŞTÎ