Ana SayfaNIVÎSKARÊNDînamîzma Dîrokê Têkîlîyên Berjewendî û Derbasbûna Civaka Bê Çînî: Dawîyan Dîrokê ye?

Dînamîzma Dîrokê Têkîlîyên Berjewendî û Derbasbûna Civaka Bê Çînî: Dawîyan Dîrokê ye?

Fidel Ferit / Nivîsên din ên nivîskar

Di dîrokê de gelek feylesof, ronakbîr, ramanger di lêgerîn û lêkolîneke rêveberîyan ji bo gel a herî baştir de bûn. Divê pêvajoyê de hinekan ji bo nîzama heyye berdewam ke hewcedarîyê çareserîya pirsgirêka nîzamî dikir û dixwastin ku wan pirsgirêka bi awayekî reformîst çareser bikin û nîzamê bidomînin. Lê wan reforman her tim gel hinekî din hişyar kirîye û bi hişmendîya gel di nîzamîde hewcedarîyan reformên nû pêk hatine. Reformji bo zencîra hustîyên gel bê şikandin gava yekemîn e. Ev zencîr bir reforman qels dibe lê nayê şikandin. Ev zencîr ji bo bê şikandin hewceye ku şoreş pêk bê û ji nûve nîzamek were ava kirin.

Du sedemên vîya hene; a yekem tirsa vergera nîzama berê ye. Desthilatdar vê tirsê li gor berjewendîyên xwe bikar tînin. Ji bo desthilatdarîya xwe meşrû bikin gel dikin bi bandora vê tirsê û dike alîgirê xwe. A duyemîn piştvanê nîzama kevn dikevin bi bandora yên ku nîzama nû ava kirine. Nîzama nû bi vê qeydê xwe baştir dike, nû dike û xwe pêş dixe. Bi pêşketina nîzama nû alîgirê nîzama kevn şûnde dikevin. Lê bi taybetî jî dijminê nîzama nû hatîye ava kirin ne alîgirê nîzama kevn, dijminê wayên mezintirîn yê ku dixwazin nîzama nû zêdetir bikin, kêmasî yên wana derxin holê û li gor wê jinûve nîzamekê ava bikin e.

Di navbera van dînamîkan de nîzama nû gava pirsgirêkên xwe nikare bi reforma çareser bike di heman demêdê krîzek pêk tê û hêzên ku armanca wan xeletî û pirsgirêka vê nîzama kîpkirin e li gor van çavdêriyên xwe ji bo nîzamik nû ava bikin li hemberê serwer an desthilatdarên nîzamê radibin û wan ji textê xwe tînin xwar û rêveberîyê bi dest dixin.

Bi vê awayî nîzama nû ji bo xwe meşrû ke bi nîzama kevn re şer dike lê bi ê ku dixwazin wê zêdetir bikin re jî dikevin nava şer. Dîrok bi wê awayê her tim diguhere û rê ne dide sekin ê ne jî paşveçûnê.

Di pêvajoya dîrokê de zêdetir ev guherîn xwe disparte tekîlîyên berjewendî. Ji ber ku ev rewşa têkiliyên berjewendî di civaka bê çînayetî de têk diçên dîrok wê bingeha xwe yan dînamîk winda dike û statîk dibe. Ji xwe şoreş jî, hemû tevgerên reformîst jî ji bo serdestîya kom, çîn an civakikê ye. Bi guhertina têkilîyên hilberînê ev têkilîyên berjewendî ji holê radibin. Bi vî awayî nîzam ji nexweşî û xeletî yên nîzama kevn xwe rizgar dike û vediguhere ser rêya wekhevîyê, mirovahiyê. Ji bo ev guhertin bi cîh be dîvê ku têkilîyên xwedîyetî yê bi dawî bin.

Danasîna Dînamîzma Dîrokî

Wek me li jor got dîrok dînamîzma xwe ji dijîtî yên hundirê xwe yanê hundirê nîzama serdest digre. Bi taybetî meteryalîzma dîrokî wan dijîtî yên têkiliyên hilberînî û hêzên hilberînî eşkere dike. Marx û Engels di Manîfestoya Partîya Komînîst ta wîsa dibê jin ; “ Dîroka hemû civaka ya ku hetta îro, dîroka şerrên çînayetî ye. (Marx&Engels, 2014). “Hemû têkilîyên xwedîtîyê her tim di veguherîne ke dîrokî re, her tim guherandine ke dîrokî re derbas dibin.” ( Marx&Engels, 2014). Ev dînamîzm çiqas nîzamî û dîrokê vediguherîne bi wan re fikr û raman jî têne guhertin. Herdemê de fikrên serwer, fikrên  çînên serdestin. (Marx& Engels, 2014). Ji ber ku vê hebûna serdestîyan çînayetî, heyya ku ev çînayetî dinav civakê de bi dawî nebe dînamîzma dîrokê nayê şikandin. Her tim bi hebûna têkiliyên berjewendî xwe berdewam dike.

Awayên hilberîna jîyana daringî, bi gelemperî şert û mercên pêvajoyan civakî, sîyasî û jîyana wa ye. Yê ku hebûna însan belî dike, heşê wan nine, berevajî yê wê ya ku heşên wan belî dike hebûna tiştên civakî ye. (Marx, 1979). Ji wê belê însan di dîrokê de li hemberê têkilîyên hilberînî yên hetta wê gavê hatine radibin û di navber wan û têkilîyên kevn de ji bo hêzên hilberînî pêş bikevin astengî çê dibin û dora çaxa şoreşên civakî dest pê dike. Bi vî awayî di bingeha nîzamêdê guhertineke piçûk hemû nîzamê serda bin dike.

Marx dibê je ku ger lihevkirina çînayetî bi derfet bûna ji xwe wê dewlet ne ava bûna ne jî hebûna xwe bikarîbûna berdewam kirina…li gor Marx, dewlet lebateke serwerî yan çînî ye, lebata zordarîyan çînek li çîna dine. Şertê çînayetî sivik dike û ava kirin û asê kirina “nîzama” sivikkirina wî şerrê çînayetî yê.(Lenîn, 2003)

Di demokrasîyên lîberalê eyroyîn de nişandana pirsgirêkên ji alîyên hemû kesan hatine qebûl kirin mînak kemasîyan budçeyê, enflasyon, tawanbarî û kêfdêrê ne bese. Çareserî yan pirsgirêkikê ku bi nîzama heyye pêk bê jî ev bi vî awayî venaguhere dijîtîyêkê, hewceye ku meşrûtiyeta nîzamê dibin tesîra xwe ke, kanibe wê qels bike,bigre bin bandora xwe û têk bibe.

Mînak di nîzama kapîtalîstta her tim xizan bûna proleteryayê, Li gor Marx; ne bi tenê “pirsgirêkeke” di heman demê de dijîtîye ke. Ji ber ku li gor wê; ew tişt wê rê li rewşek şoreşî veke û civatan kapîtalîst tine bike. Lê ku teşe û bingehên rêxistinê polîtîk û civakî têra însana bike, divê ku em dikarin bêjin dîrok bi dawî bû ye. (Fukuyama, 2012)

Fukuyama dîsa di vê pirtûkê de dibêje ku lîberal demokrasî van pirsgirêkê xwe çareser bike û dijberîyê biqedîne em dikarin bibêjin bi Hegel û Kojeve dîrok bi dawî bû. Lê ku ew dijîtî berdewam bikin divê ku em bizanibin dîrok berdewam dike.

Encam

Em pê dizaninin ku hetta ev têkiliyên xwedîtîya taybetî dawî nebin dijberî wê her tim bi sûretê kî nû an bi teşeyê kî nû derkevin holê. Yanê dînamîzma dîrokê bi hebûna têkiliyên berjewendîve çawa girêdayîye, wek wê têkiliyên berjewendî jî bi wî qeydeyîn bi hebûna xwedîtîya taybetîve girêdayîyê. Bi  vî awayî têkilîyên berjewendî û hebûna çînayetî jî bi hebûna xwedîtîya taybetîve girêdayîyê. Lewma gava meriv li dînamîzma dîrokê dinêrên, Kapîtalîzm bingeha xwe ji xwedîtîya taybetî digre û tiştên ev derdixi holê di însan de vediguhere têkiliyên berjewendî, di civakê de jî vediguhere civakek çînayetî. Têkilîyên berjewendî bi têkîlîyên xwediyêtîya taybetîve û hebûna çînî ve girêdayî ye. Ji bo dînamîzma dîrokê veguhere hewceye ku xwedîtîya taybetî bi dawî be. Bi dawî bûna wê ji xwe têkilîyên berjewendî û çînên civakî jî bi dawî bin. Dive ku dinav van şertan de dijberî bi dawî bin, dînamîzma dîrokê bê şikandin û dîrok bi dawî be. Ango wek meteryalîzma dîrokî, hetta ku hêz û têkilîyên hilberînê ji binde neguherê wê çîn û têkilîyên berjewendî hebin wê dîrok bi awayekî wê hebûna dînamîzma xwe bidomîne.

Çavkanî

Marx K. ve Engels F. (2014). Komünist Parti Manifestosu. (Çev. Satlıgan N.) Yordam Kitap

Marx K. (1979). Ekonomi Politiğin Eleştirisine Katkı. (çev.Belli S.) Sol Yayınları

Lenin V.İ.(2003) Devlet ve Devrim. Eriş Yayınları

Fukuyama F. (2006). Tarihin Sonu ve Son İnsan (Çev.Dicleli Z.) Profil Yayıncılık

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights