Ana SayfaÇAND HUNERDI DILÊ XWEZAYA JIYANÊ DE ÇÎROKÊN RASTÎN; “TEXTÊ REŞ”

DI DILÊ XWEZAYA JIYANÊ DE ÇÎROKÊN RASTÎN; “TEXTÊ REŞ”

Erdnîgariya jiyanê, ji çîrok û berrahîyan pêk tê.. Jiyan, di dilê xwezayê de rêwîtiyeke dipdirêj û domdar e; diherike, xwe nîşan dide û her ku diçe xuya dibe.. Hunera heftemîn “Sînema” jî van çîrokên rastîna jiyanê yên cur bi cur, ji nû ve diafirine û biawayekî dide der.

Rumet Onur KAYA / Hemû nivîsên ê nivîskar                 

Çîroka fîlmê “Textê Reş” (2000) ya derhênerê navdar a Îranê Samira Makbalbef, jî fîlmeke heman wisa ye ku rastînên jiyanê, bi awayekî resen û derasayî dide der. Fîlm, bi zaravayê Soranî ya zimanê Kurdî hatiye kişandin.

Komeke mamosteyên ciwan ên kurd, diwazin ku bi taybetî zarokan hînî xwendin û nivîsandinê bikin û bi vê mebestê, bi textê reş ên xwe danîne piştên xwe û derdikevin rêwîtiyekê, mamosteyan gund bi gund diçin û li sînorên xwezaya welêt digerin. Piraniya van mamosteyên ciwan diyar e ku zanîngehê nû xelas kirine û bi nanzikî dibe jî mamostetî dikin û dizanin ku zarok û mezin ên vê herêmê ji ber şert û mercên jiyanê derbasî li têlên sînorê dibin û kolberî dikin û wekî van di jiyaneke xizan û dijwar de dijîn. Hewlên mamosteyan cih bi cih bêencam dimîne û ji ber ku zarok jî wekî wan derdê debarê xwe ne û di herîkina fîlmê de, rastî çîrokên rastîn ên jiyanê tên…

Mijara fîlmê “Textê Reş” li ser çîrokên du mamosteyên ciwan ên kurd didome û her mamoste diçin derekî din û dixwazin ji xwe ve xwendekar peyda bikin. Her du mamoste, di rêwîtiyê de rastî gelek êş û birînan tên. Yek ji van mamosteyan ku di fîlmê de cih digire, derhênerê navdar û kurd Behmen Qubadî ye. Mamosteyî yekem di rê de, komeke koçberên qelebalix ku diwazin biçin Helebçeyê, dibîne û xuya ye ku mirovên qelebalix riya xwe winda kirine. Mamoste ji bo hînkirina xwendin û nivîsandinê pirsyarê wan dike, lê ji rûyê hemû kesan dilnerehetî diyar dibe û piştî demekê ji mamoste re dibêjin me bigihîne warê xwe, em ê 40 gûzan bidin te û ew jî şertên wan qebûl dike. Mamoste, di nav qelebalixê de keça kalekî nexweş dibîne û wî yek ji wan kalên koçber dibihîse ku kalî nesax ji bo keça xwe ya bi navê Haleleh, qelen naxwaze û pişt re kalên koçber bi bergîdana textê reş wan tê zewicandin. Mamoste digel wan heta bajarê Helebçeyê diçe û li vir çi kes bawerî wî nake ku ew der Helepçe ye, ji ber ku bajêr wekî berê nema ye û hatiye hilweşandin. Û Mamosteyî duyem di rê de, rastî zarokên kolberî dikin ve tê û dixwaze wan hînî xwendin û nivîsandinê bike û heman dilrenehetî ji rûyên wan jî diyar e û wan jî wekî mamoste ji ber derdê debarê xwe ketine rêwîtiyeke zor û dijwar. Tenê zarokekî bixwaze hînî xwendin û nivîsandinê bibe. Zarokan û mamoste di rêwîtiyê de, rastî gelek zextan tên û di dawiya fîlmê de hemû têne kuştin..

“Textê Reş” qala Komkujiya Helebçeyê, rewşa derûnnasî yên mirovên herêmê, jiyana kolberî û rûyê derdê debarê dike. Wekî fîlmên “Kusî Jî Dikarin Bifirin” û “Dema Hespên Serxweş” ên Behmen Qubadî, çîroka fîlmê “Textê Reş” ya Samira Makhmalbaf, li ser mijarên Zayendî, Netewî û Çînî disekine û hin sehneyên wê dişibe belgefîlm hatine kişandin. Samira Mahmelbaf di heman demê de, keça derhênerê navdar ê Îranê Mohsen Makhmalbaf’ê ye.

Derhêner û senarîst Samira Makhmalbaf yekem fîlmê xwe ya bi navê “The Apple” (1998) di 17 saliya xwe de kişand û bi vê fîlmê xwe li Cannesê Xelata Juriyê stand û derhêner di fîlmê “Bicycleran” (1987) yê Mohsen Makhmalbaf de leyîstiye. Fîlmên Samira Makhmalbaf, di bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî û navneteweyî de hatine nîşandan û li festîval Cannesê, xelatên Juriyê û Ekumenîk û ji aliyê Enstîtuya Fîlman a Îngîlîzê xelata Sutherland Trophy wergirtine.

Fîlmografiya Samira Makhmalbaf: “The Apple” (1998), “Textê Reş” (2000), “At Five in The Afternoon” (2003), “Asbe Du-pa” (2008), “Sempember 11 / 11.09.01 (Digel 11 derhêneran kişandine, 2002)

(Ev Nivîs cara yekem di meha Rêbendana 2020’ê de, di hejmara duyem a Fanzîna “Sînemaya Serbixwe” de hat weşandin.)

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights