Ana SayfaÇAND HUNERDENGÊ NEWA Û PEYVÊN JIYANÊ: HASRET GULTEKÎN

DENGÊ NEWA Û PEYVÊN JIYANÊ: HASRET GULTEKÎN

Rumet Onur KAYA / Hemû nivîsên ê nivîskar

Peyv û newayên bi hezaran salan in, di nava herîkîn û kûrahîya xwezaya dîrokê de, bi rengên xwe yên weke bihar û bihuştê deng bi deng têne bihîstin.. Bi dengên xwe yên zelal û jidil ve; êş, şahî û hêviyên ên gelê xwe, hemû mirovahîyê û jiyanê derbirin dike û hest û ramanên xwe anî zimanê… Dilê wî qîrîneke bêdawî ye, bi hilma dengê xwe re, awazên stranên hêviyê, rastînê û wijdanê distrîne…

“Dilo Yeman”, “Derman Sendedir”, “Dilbera Min”, “33 Kurşun”, “Arix”, “Dersim Dört Dağ İçinde”, “Newroz e”, “Bir İnsan Ömrünü”, “Zor e”, “Dîlek”, “Malê”, “Hember Caganda”, “Sevgi Kuşun Kanadında”, “Xezal”, “Kucaklarım Seni”, “Demmî Demmî”, “Semah”, “Güle Yel Değdi”, “Dello Lo” “Cirigam”, “Newaya Koçgirî” “Telli Turnam” “Nar Çocuk”, “İnsan Oğluyum”, “Rüzgarın Kanatlarında”, “Dağlar Atamadım Sevdamı”, “Çeke Çeke”, “Acıyı Bal Eyledik”, “Canım Oğlum” , “Merhaba Çocuk”, “Böyle Olur mu”, “Ömrüm Nerde” û Newayên gelek Kilam û Stranên din… Ji dengê dilê Hozan û Hunermendê nemir Hasret Gultekîn re têne bihîstin û ji erdnîgariya jiyanê re belav û mezin dibin û germa roniya xwe didin ji dilê mirovan û jiyanê ve…

Hunermendê nemir Hasret Gultekîn bi eslê xwe Kurdê Elewî yê herêma Koçgirî ye û li Kamîlava (İmranlı) ya Sêwasê ji dayîk bûye. Hasret Gultekîn, di 6 saliya xwe dest bi sazê û hunerê kiriye û li Stenbolê mezin bûye, lê wî ji çand û nirxên xwe re dûr ne ketîye û êş, şahî û hêviyên gelê xwe û hemû mirovahiyê anîye zimên. Hunermend wek hest û ramanê Rastîbînê Civakî ye û di warê muzîkê de xwe perwerde kiriye û di gelek gotin nivîsî ye û Ahmed Arîf, Pîr Sultan, Hasan Huseyîn Korkmazgîl jî têde ne, berhemên gelek Helbestvan û Hozanên navdar beste kiriye.

Hasret Gultekîn, di jiyana xwe ya hunerê de, bi Kurdî û Tirkî gelek albûmên muzîkê derxistîne, di gelek albûman de Derhêneriyê Muzîkê kiriye, ji bo hin albûman alîkar bûye û li gelek bajaran bêhejmar konsêran daye û Hunermend, hosteyê mezin î sazê ye. Hunermendê Kurd Hasret Gultekin, sê albûmên muzîka Kurdî amade kiriye û di nav albûman de Derhênerê Muzîkê ye, ji bo weşandina albûman hewl û kedên mezin daye.


Hûnermendê mezin Hasret Gultekin di 2’ê Tîrmeha sala 1993’ê de, bi hev 33 Rewşenbîr, Hozan, Hunermend û Xebatkarên Otêlê ve, li Sêwasê jiyana xwe ji dest da.

Hunermendê nemir Hasret Gultekîn, sê albûmên muzîka Kurdî bi navên “Newroz – Enstrûmental” (1990). “Newroz – Kilamên Kurdî” – (1990). Newroz – 2 (1992). ve derxistine. Mijarên newa û peyvên stranên ên albûmên mûzîkê li ser çand, dîrok û jiyana Kurdan e. 

Stranên ku di nav albûmên “Newroz” de cih digirin, zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî ne û piraniya stranan folklor û gelêrî  ne. Di nav albûman de gelek Hunermendan stran û kilaman gotine, cureyên Kilam û Stranan; Govend, Lawij (lawje), Dastan, Zêmar û Enstrûmental û hwd. in.

Hunermendê Kurd Hasret Gultekîn, bi peyv û newayên kilamên xwe ve, rê û dilê mirovahî û jiyanê ronî û germ dike û bi hest û ramanên xwe yên qenc û xweş bû nemir…

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights