Rûmet Onur Kaya / Hemû nivîsên ê nivîskar
“Lal bû zimanê xwezayê
Girî herikî, jan bû banî…“
Deng; kirûyeke (diyarde) qedîm û çavkanî û peyveke tije hilma gerdûnî ye.. Jiyan û xweza; bi dengan ve pêk tên, deng bi hebûna xwe ruh û canê jînê ye, ev di diyalektîka (guherîn û veguherîn) jiyanê de digel tevgeran, wateya xwe dihesîne û hilma xwe xuya dike..
Wek wate rêman û rastînê, deng; hem çavkanî ye, hem jî sîtav e û peyv û newayan ji dengan pêk tên.. Xweza, jiyan û hemû canên ku li ser axên erdnîgariya cîhanê dijîn, bi dengan ve hene.. Deng; çand e, huner e, felsefe ye, wêje ye, dîmen e.. Kolan û warên xwezaya jiyanê deng in, janên êşan deng in, roniya hêviyan deng in, xweşahiya dilê hezê deng e, rengê azadiyê deng e.. Hest û ramanan bi tevahî li gel dengan henin û hebûnên xwe bi reng û hilman ve pêk tînin.. Deng dem û demsal e, hebûn û tunebûn e, li dû bêdengiyê dengên jiyanê pêk tên…
Helbest, di warê huner û çandê de; di ciyekî gelek girîng de, bi tîp, peyv û hevokên xwe ve, deng û rengên qîrîna jiyanê digihîne û li mirovan nîşan dide, banga hemû dinyayê deng lê dike..
Weke huner helbest, di dîroka mirovahiyê de, digel wêne, muzikê ve, yek ji hunerên herî kevn û qedîm ên jiyanê ye û wekî hunerên muzîk û sînemayê, di nav hunerên herî belavbûyî de ye.. Di heman demê de helbest, wêje û derbirîneke bingeh û çavkanî ye, ew xwe hertim bi awayên vebêjan ên cuda ve nû dike. Temaşayên (lîstik) şanoyan, senaryoyên sînemayan, newayên muzîkan, hevokên wêjeyan, reng, deng û hilmên ên huner û çandan; bi zimanê helbestan ve peyvên xwe ava dikin, riya hemû zanînan ji helbestan derbas dibin. Peyv û hevokên helbestan; sîtavên hest û ramanan in.. Helbest; peyv e, hevok e, newa û xwezaya jiyanê ye..
“Li ber bayê zeman
Pelekî hişk im êdî
Temenê min di awirê zarokatiya min de
Kenê min di hembêza diya min de ma… “
“Neçar diweşim ji guliyên ciwaniya xwe… “
Peyv û hevokên ên helbestên Semra Çelebî, bi awayekî taybetmend û resen zimanê wêjeya xwe ava dike û deng, reng û hilmên ên qîrîn û hawara xwezaya jiyanê ‘bi zimanekî asoyên nû kûr dike û vedike’ re digihîne me. Peyv û hevokên helbestên wê janên êşên jiyanê de didin der û bi roniya rastînê ve dengê hêviyê bilind dikin..
“Li çarhawîrdora dilê min şewat e
Xwînê dirijîne, janê dirijîne
Ax û nalînê dirijîne çavên min
Şilfîtazî me di hembêza şevê de
Çarhawîrdora min agir
Çarhawîrdora min dojeh
Ji bêyîbûna te dişewitim… “
“Û dengek hat bihîstin
Gote;
“Rabe! xewnek hate jiyîn, tu jiya
rabe, hişyar be!”
Û çavên xwe vekir
Xweşiya şevê ji rûyên wê herikî
Xweza bi ser de giriyabû…“
Helbestvana Kurd Semra Çelebî, di pirtûka xwe ya “Birîn” ê de; dengên xwezaya jiyanê, bi zimanê helbesteke resen û gerdûnê ve rave dike.. Helbestvan Çelebî, di helbestên xwe de; bi dengekî gerdûnê û giştî ve deng lê dike, xwînerên xwe di sînorên asoyan de digerîne, bi hevokên xwe bîr û hişê mirovan de ‘asoyên nû vedike’ û dengên peyvên xwe digihîne li ruhê canê mirov û atmosfera rengên jiyanê nîşan dide. Hevokên helbestên wê; qala êş, hêvî, jan, hez û bêrîkirinên axên erdnîgariya me û hemû cîhanê dikin, rojaneya rastînê didin der û dibin zimanê hest û ramanên hemû mirovahî û xwezaya jiyanê..
“Di şeva tarî de,
axîna kûlên min li ber welidandinê ye…“
“Îşev ez ê cardin rabim
Guliyên heyvê ji jana xwe bihûnim
Êşa xwe yeko yeko bidim lêvên stêrkan
Û strana xwe birêsim
Bûkaniya xwe li erdê bihêlim
Û bedewbûna xwe ji te re bi rê kim… “
Helbestvan, qîrîna xwezaya jiyanê, bi hest û ramanên xwe yên jidil û bi awayekî resen ve nivîsandine û bi peyvan, wate û hevokên nû afirandiye..
“Ka dilo
Bihûne îro guliyê rojê bi newayeke wendayî
Ser û bin bike şev û rojên jihevqetandî
Elema navê xwe bixwîne li asîmanan
Wekî stêrkên qudûmşikenandî
Bikeve ji dilê şeva sayî
bifire li ber ba yê westîyayî
Bifirre li ber bayê westiyayî… “
“Îşev hebûna min wekî ramûsaneke heram ji ser lêvên tariyê şemitî… “
“Îşev bê
Were îşev, tu bê
bibe şeh li porê min
ji hev veke guliyên
û şeh bike bi tiliyan
mîna tizbiya kehrîbarî, bijmêre
ta bi ta -yek û du
-yek misk yek ember
û jê bixwîne hezkirina xwe –
weku dixwînî ayetan ji
mishefê!
bê îşev, bibe kildank
ji şevê kil bike mijankên min
bê, li çavên min bibe morîka
xewê -weku biteyisim li ber
eynikê
û bêhna sibehê ji min bê!…“
“Were
bisekiniya dem, di nîvê şeva tenê de
ji zindana çavên min, xewnên min yeko yeko birijiyana
rizgar bibûya xeyalên qedexe, rê bidana bêyîbûna te
were, a niha
li navenda dema sekinî, dest bida dilê min
di tariya şevê de, wekî ku tu li lorîna dayika xwe guhdar bikî
guh bide axîna dilê min
laşê min ê qerrisî bipêçe li hebûna xwe
di kurahiya xeyalan de min veşêre
were, a niha…”
*ji Kovara WENDA hejmar:3 rûpel:35
“Birîn” / Nivîskar: Semra Çelebî
Weşanxane: Weşanên Tevn
Rûpel: 88 – 2011
Helbestvana navdar Furûx Ferroxzad di helbesteke xwe de wiha nivîsandibû “Deng, deng, bi tenê deng dimîne/mayînde ye…”, bi tenê “Deng” dimîne di herikîna jiyanê de, dengên helbestan dimînin ji bo me, newayên hevokên wan mayînde ne, rûyê rastînê; peyvên dengan in.. Hevokên helbestên Semra Çelebî di warê wêjê û hunerê de her tim dê rojane bimînin û ji peyvên hevokên xwe re mîna newayên straneke bêdawî dê tim bêne strandin…