Ana SayfaSIYASETDBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne

DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne

Polîsan vê sibehê bi ser avahiyên DBP’ê ya navenda giştî û rêxistinên gelek bajaran de girtin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li mala xwe ya li Amedê hat binçavkirin û wî birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Keskîn Bayindir îşareta serkeftinê da nîşandan lê polîsan ew asteng kirin. Kêliya ku Bayindir li wesayîtê siwar kirin polîsan xwest serê wî bitewînin lê Bayindir li ber xwe da û nehişt serê wî bê tewandin. 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di kêliya binçavkirinê de nerazîbûn nîşan da û got: “Hûn Hevserokek Giştî yê partiyekî dikin binçavan, aram bin.” 

DBP’ê têkildarî kêliya binçavkirina Keskîn Bayindir dîmen li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û wiha nerazîbûn nîşan da: “We gelek caran ceriband ku hûn nikarin me bi operasyonên qirkirina siyasî, binçavkirin û girtinan bitepisînin. Hûnê kurdekî ku li ber faşîzma we serê xwe bitewîne û paşve gav biavêje nebînin. Wê temenê siyaseta we têra vê neke.” 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights