DAIŞ berpirsayetiya xwe ji ber êrîşa Londonê ragihand.
Ajansa “Amaq” ya ser bi DAIŞê ve belav kir, êrîşberê Londonê “Yek ji çekdarên DAIŞê” bû.
Duh, li Londonê li nêzîkî parlementoyê di êrîşekê de 4 kes hatin kuştin û nêzîkî 40 kesên din jî birîndar bûbûn.
Êrîşber li ser pireya West Minsterê ya li nava Londonê û li nêzîkî Demjimêra Pîg Ben û parlementoyê bi otombîlê êrîşî ser xelkê kir û piştre bi kêrê êrîşî ser polîs kir û kuşt.
Piştre jî êrîşber ji aliyên polîsan ve hete kuştin.
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May li pêş parlementoya welatê xwe de got, êrîşber ji aliyê Dezgeha Hewalgîriya Brîtanyayê ve naskirî ye û jidayikbûna Brîtanyayê ye û li rojên bê de zanyariyên zêdetir derbarê êrîşber de aşkere dikin.