Ana SayfaCIWANCIWANÊ LEŞKERAN EW BIRÎNDAR KIR: PIŞTÎ HEQARETÊ GULE BERDAN MIN

CIWANÊ LEŞKERAN EW BIRÎNDAR KIR: PIŞTÎ HEQARETÊ GULE BERDAN MIN

Mehmet Alî Nametogûllari yê li Wanê ji aliyê eskeran ve hat gulebarankirin li nexweşxaneyê tedawiya wî didome û got piştî eskeran lêdaye û heqaret lê kirine gule berdane pişta wî. 

Li herêma Erçek a di navbera navçeyên Rêya Armûşê û Qelqelî ya Wanê de di 8’ê sibatê de eskeran bi îdiaya “guh nedaye hişyariyê” Mehmet Alî Nametogûllari ji piştê ve wî gulebaran kiribû. Tedawiya Nametogûllari li Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê berdewam dike. Hat zanîn ku rewşa wî ber bi başiyê ve diçe. Nametogûllari derbarê bûyerê de agahî dan ajansa me. 

PIŞTÎ HEQARET Û LÊDANÊ GULE BERDANÊ 

Nametogûllari anî ziman ku ew roja 6’ê sibatê li ser gazîkirina xwişka xwe çûye gundê wan û wiha got: “Xwişka min got ez nexweş im û xwest ez wê bibim nexweşxaneyê. Rewşa wê lezgîn bû. Ez jî ji bo nekevim xala kontrola eskerî ya Erçekê, min berê xwe da rêya gundan. Di wê kêliyê de min ferq kir ku cendirme min dişopînin. Min jî hewl da xwe li gund veşêrim. Cendirme nêz bûn û banga ‘hişyariyê’ dan min. Xwestin ez teslîmî wan bibim. Ez sekinîm û min xwe li erdê dirêj kir. Du caran gule berdan hewa. Pişt re hatin cem min. Heqaret li min kirin û bi şîmaqan li min dan. Min got ji bo ez nekevim saetên qedexeyê min berê xwe daye rêyên gundan. Di wê kêliyê de sîlehê xistin pişt amin. Pişt re jî tiştek nayê bîra min. Êvara duşemê min çavê xwe li nexweşxaneyê vekirin.” 

‘EDALET NÎNE’ 

Nametogûllari destnîşan kir ku li welat edalet nîne û ew ê di aliyê hiqûqî de li heqê xwe bigere û di vir de bêhiqûqiyek heye û got: “Heke edalet hebûya wê gule bernedana min û min birîndar nekirina.” 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights