“DEMA MİROV PEYAYÊ XELKÊ BE,
EW NABE MİROVÊ GELÊ XWE!..”
“Têkoşerê Nemir OSMAN SEBRΔ
Ew civîna li jor hatî amade bûyî de gelek berpirsiyarên rêxistinên Kurdan tê de beşdar bûyî bûn! Civînên wê demê de dibûn nepenî bûn! Ew civîna bûyî civînek Kurdistanî bû. Di civînê de berpirsiyarên Partiyên Komunîst yên Kurd û Partiya Demokrat Kurdistan ya Rojhilat û ya Başur jî cih nedayî bûn ew tê da beşdar bin!..
Di civîna 19 ê Adarê 1993 an de ya li Lûbnanê bajaroka Bar Elias bûyî de di navbeynê serokê PKK Abdullah Ocalan bi Serokê PSK Kemal Burkay protokolek hevkariyê hatî bû îmze kirin. Di vê protokolê de „Hatiyê imzekirin (destîne kirin) ku „Di navbeynê rêxistinên welatperwer de şerên qirêj nebin, hevkarî û piştgirî her pêşda biçe! Heya ku bereyek Kurdistanî de hemî bi hevra kar bikin! PSK û PKK di vê rê û bîrûbaweriyê de di demek nêzîk de yê hemû rêxistinên Kurdan gazî civînekê bikin!..
Çi mixabin ew biryarên girîng hatin girtinî qet pêknehatin û ciyê xwe negirtin!.. Mirov ji bo êncama têkçûyî nikarê ku kesekî tewanbar bike! Lê belê her welatparêz berpirsiyarê têkçûyîneye! Ez wûsa difikirim ku ji bo Kurdistana Bakûr her dem berpirsiyarên PKK û yên PSK asteng derxistine ku rêxistinên Kurd nebûne yek!.. Heya mirov dikarê bêje ewqas salan Newrozek bilê bi hevdûre pîroz nekirine!..
Di encama civînên li jor bûyî de tû encam jê derneketine! Hemiyan wek fiyesko dawî lê hatine!..
Dema mirov beşdarên civînê binêre hemî baş û berpirsiyarên rêxistinên xwe ne! Ez naxwazim li ser keseyatiya wan rawestim! Lê ez nikarim ku bêjim, ez wana hemiyan bi dilsoziya xwe dipejêrim! Dema serokek xwe li ser her tiştî re qure û mezin bibîne û kesan ji xwe piçûktir bipejêre, her gotinên xwe wek zagon (qanûn) bi kar bîne, wê demê tê wê wateye ku di keseyatiya wî de astengên mezin hene!..
Xwe qure dîtin di keseyatiya pir Kurdan de heye! Pêwiste ku serokên partiyên Kurd xwe ji vê pozbilindiyê dûrbixin! Ez dixwazim ji bo ew civîna girîng ya Kurdan mînakek balkêş bidim! Serokê PKK Abdullah Ocalan wek xwe berpirsiyarê ew civîna li jor bûyî dîtiye! Ji ber ku serokê PDK-Bakur birêz Hemreş Reşo (Hamdi Turanli) ji xwe re nizm dîtiye û nexwestiye ku ew bîrûbaweriya xwe zelal bike û biaxife!.. Paşê jî birêz Hemreş Reşo necar maye ku civînê cîh bihêle û tevê nebe!..
Ew keseyetiyên tevî civînê bûyîn her Kurd pir û hindik hemiyan dinasin. Ji wana îro du kes çûyîne ser heqiya xwe!. Yê nav de hindik dihat nasîn birêz Hamdî Turanli bû. Çend gotina dixwazim li ser rahmetî Hamdi Turanli bêjim. Ew kesa ji malbeta Hecî Bedîr Axa ye! Hecî Bedir Axa ji Kolikê ( Kahta/Semsûr) ye. Dema xwe de Hecî Bedîr Axa li dijî dagirkerên Fransizan bi aşîra xwe ve li dijî wan şerên giran kirî bû!.. Ji bo vê jî Mustafa Kemal Paşa dema meclîsa xwe vekir, Hecî Bedîr Axa du dewreyan bûyî bû mebusê Meletyê! Wê demê Semsur (Adiyaman) qezaya (bajarok) Meletyê bû! Ew axaya di dîrokê Kurdan de wek axayekî welatparêz nayê pejirandin!.. Lê malbeta wan jî dema axayên Kurd ji aliyê dewleta dagirker va hatine sirgûn kirin, malbeta wan jî tevî sirgûne kirine!..
Di wê malbetê de mirovên welatparêz wek rahmetî Dengîr Mîr Mehmet Firat û birêz rehmetî Hamreş Reşo (Hamdî Turanli) û yên dîn jî gelek hene! Ew malbeta gorbehîşt Hamdi Turanli bi malbeta Osman Sebrî ve jî xismên hevûdûne! Lawê Osman Sebrî Hoşeng Sebrî bi salan Kek Hemrêş va me pir caran hevûdu didît. Wana baş dizanin ku ez endamê saziyek sosyalist bûm! Hurmeta me ji hevûdû re hebû! Hin saziyên sosyalist dixwestin ku Hemreş Reşo wek mirovê dewleta Tirk bidin nasandin. Hin tiştên dîn jî digotin!.. Heval û rêhevalê min Riza Baran jî mirovekî wek Hamdî Turanlî bû! Her du di yek demê de derketi bûn dervayî welat! Dema li welat bûne her du jî wek şagirtên Musa Anter hevûdu li gel wî İstenbolê dinasîne!..
Hevalên Partiya Sosyalîst wana endamê xwe Riza Baran jî wek Hemreş Reşo didîtin! Ji bo ku ez bi wan ve heval bûm, kî dizane belku wana li dijî min jî bûn! Lê ez Kurdistanî difikirim! Berpirsiyarê partiyek Sosyalist li navçeyê û li rex wê berpirsiyariya Komela Xwendekarên Kurd bûm! Di dema me de gelek xwendekarên Kurd me bi bursan dişandin welatên sosyalist!..Serok baylozê konsolosa navçeya ez lê dijîm dema ifada min digirt ez bi zimanek tehdîtkar tewanbar dikirim! Serok balyoz berdem kirina xw de got:“Di der heqê te da 13 serlêdan hene!“ Dawî de pasport û nasnameya min ji dest min girtin. Paşê jî bi biryara dadgeha Enqerê ez ji hem welatiya Tirkiyê avêtim! Qasî bîst salan bê pasaport û bê nasname li dervayî welat jiyam. Dawî de min doz li Enqerê di dadgeha îdarê de vekir! Dewlet dîsa neçar ma ku min bi doza dadgehê hemwelatî bikin!..
Gotina min ew e ku Kurd wek neyarên her dem li diji hevûdu radiwestin!.. Kesên ez gilî kirin, ez bawerim ku piraniya wan Kurd bin! Bolyozxanê navê Kekê Hemreş û Riza Baran jî ji min pirsî bûn! Heke ewna mirovên dewleta Tirk bûna, dewlet navê peyayên xwe napenî dihêle!..
Di destpêka salên 1960’î de ew herdu mirovên welatparêz bi hevra hatî bûn Elmanyê. Di wan salan de li Elmanyê Kurdên welatparêz û ronakbîr dixwestine ku di navbeyna xwe de yekitiyek netewî pêkbînin. Ew yekîtiya dihat xwestin çi mixabin çênebû. Lê sê rêxistinên napênî bi navê HEVRA (Birlik), BAHOZ (Firtina), BİRÛSK (Yildirim) pêkhatin. Hemreş, Riza Baran, N. Kaya, hevalên Dr. Şivan (Dr. Sait Kiziltoprak) û gelek kesên dîn qasî 12 kes di komcivînan de beşdar dibûne! Li gor baweriya Kek Riza Baran, rêxistinek bi navdikirî wana piranî nadixwestiyê ku yekîtiyek netewî pêk bê!.. Ji bo vê jî li dervayî welat Kurdan yeketiya xwe heya roja îro jî saz nekirine!..
Paşê ew rêxistinên saz bûyî ji wana her yekê ji xwe ra kovar û rojnameyên cûda cûda derdixistine û belav kirine! Hamdî Turanli jî bi navê „Çiya“ kovarek bi zimanê Kurdî bi salan gelek jimarên wê dane weşandin. Kurdî axaftin û nivîsandinê de kek Hemreş gelek baş bû. Di sala 1973‘an de li Zaningeha Berlinê ya Azad de li gel Prof. Dr. Jemal Nebez di dersên Kurdolojiyê de me hevûdu naskirî bû. Mamoste Nebez ji bo em Bakurê welat bûn, di destpêkê da ew hinek ji me dûr diket! Ji ber ku Mamoste Nebez qet ji Tirkan heznadikir!..
Salên dawî de Hamdî Turanli nexweş ket! Zewaca wî ya bi Almanê re hin asteng hebûn! Dawî de çû Rojaveyê Welat jinek Kurd ji xwe re anî Berlinê! Her çiqas ew ji malbetek dewlemend axan bû jî, li Elmanyê salên dawî de ji aliyê aborî de rewşa wî nebaş bû! Gelek jî nexweşiya xwe pêşda çûyî bû! Birêz Hoşeng Sebrî di her alî de alîkarê wî bû!..
Dema hatin û çûyîna min ya Tirkiyê yasax (qedexe) bû! Pir caran diçûm Başûrê Rojavayê welat! Dema min dîwana Têkoşerê nemir ya Osman Sebrî amade dikir, çendek caran jî li mala wan li Şamê bûm mevan! Lê salên dawî de navbeynê Osman Sebrî bi ya Hamdî Turanli va ne baş bû! Dema li Şamê ez mevanê Têkoşerê nemir Osman Sebrî bûm, min ew pirsgireka jê pirsî! Wî bi kurtahî ji min re got ku:“Bê çek şerê Kurdistan nameşe! Hêviya min heye ku hêzên çekdar azadiya gelê Kurd nêzîktir bikin!“ Min jî nexwest vê mijarê bi wî re zêderir dirêj bikim!..
Lê belê her dem neyaran di nav me Kurdan de rola xwe lêyistine! Hin caran peyayên neyaran heya qiyadeya jor jî diçin û rêxistinan bi dest xwe jî di êxin! Bi dest xwe nêxin jî, lê nahêlin Kurd bibin yek!..
Wê demê jî rewş wûsa bû. Yekitiya Kurdan di dîrokê de jî baş nemaşiye! Kurd jî di sedsalên dawî de nabûne yek!
Her dem di dîrokê de Kurdan li dijî hev kar kirine! Ji hevûdû pir Kurdên dilsoz û welat parêz jî kuştine!.. Li ser axa welat bê hêjmar mirovên Kurd ji aliyê hin rêxistinên Kurd ve hatine şehîd kirin! Ew şerê navbeynê hinekan de heya dervayî welat li Ewrûpayê jî her berdewam kirye! Li Parisê Husên Alî Akagûndûz, li Hanovverê Ramazan Xoca hatin kuştin! Ew kuştinina ji aliyê neyarên Kurdan ve hatî be kirin jî, lê belê bûyer li ser hin rêxistinên Kurd ma!..
Gotina min ew e, ji yekîtiya Kurdan pêva tiştekî dîn nîne ku Kurd pê azad bibin!.. Em ewqas jî xemgîn nebin! Di salên dawî de Kurd roj bi roj ber bi azad bûnê dihêrikin!.. Lê neyar jî nasekinin! Ew jî dixwazin hebûnê Kurdan ji ortê (holê) rakin!..
Dêmên borî de du, sê serokên Kurd li pêşiya yekitiya Kurdan her dem asteng bûn! Li başûrê welat demên borî de Partiya Demoqrat û Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan di şerê brakujî de ji hevûdu qasî 35 hezar pêşmerge kûştî bûn!.. Îro jî ew nexweşiya di nav herdu hêzan de heyî ew rê nade ku hevkariyek baş pêk bêt! Bi mehane ku nikarin di nav xwe de hikumateka azdîxwaz saz bikin!..
Li bakûrê welat rê heye ku hêzen Kurd nêzîkî hevûdu bibin. Yekîtiyê Kurdan çeka wan ya herî mezin e! Pêwiste ku Kurd wê çekê bigirin û ji dest xwe bernedin!.. Hemî hêzên Kurd pêwiste ku vê demê de alîgirên Rojava bin! Têkçûna Rojava yê bibe têkçûna hemî Kurdan!..
Rewşa nû xûyayê ku dîsa dijmin dixwaze carek dîn bi Kurdan bileyze! Heke dijmin bi me bileyze, vê care berpirsiyar ne gelê Kurd e! Berpirsiyar serokên hêzên Kurd in! Ji ber ku gelê Kurd ji bo yekîtiya Kurdan her dem amade ye! Yên ku ji yekîtiyê direvin, berpirsiyarên serokên hêzên Kurd in!..
Çiriya Pêşin (Mijdar), 2025
-Lêkolîner-
