Ana SayfaGIŞTÎÇÎROKEK BÎRAWER “QRAL TAZÎ"

ÇÎROKEK BÎRAWER “QRAL TAZΔ

Hebû tune bû, deminan li herêmekî Qralekê hebû. Ew Qral gelek çavbirçî û bêbext bû. Çavên wî tu tişt dîtir ji cil û bergên xwe ne dîtibû. Tarîtiya siya wî li ser axên li hemû deverên herêmê de, wekî ewrekî bêreng digeriya bû.

Rûmet Onur KAYA Hemû nivîsên ê nivîskar

Rojekî Qralê herêm ê cîranê, bi riya xeberdarê xwe xeberek dişîne û dibêje ku di demeke nêzık de bêm serdanî te. Di vê yekê de Qral di nav xwe de, xwe bi xwe demekê dirêj biaxivî, “ez di demê serdanê de çi cil û bergan li xwe bikim”.

Qral, zû gazî xizmetkarên xwe kiriye û gotiye, “bila ji hemû deverên cîhanê ve xeber bişînin û bibêjin ku, “ez cil û bergê wisa dixwazim ku li ser cîhanê de bêhempa bibe û cêwiyên vê ji qet tune be. Ger Cildirûyekê ku wisa hebe ez ê wî bikim dewlemend û bextewer.”

Di demekê kurt de agahî, ji hemû deverên cîhanê ve gihîştî ye û belav bûye. Cildirûyên herî baş ên dinê, yeko yeko hatine ji avahiya qesrê û qor bi qor qala kirinên xwe kirine û mînakên kincên xwe nîşan dane..

Lê Qral cil û bergên wan ên li ber destên wan de, zêde ne ecibandî ye.

Di piştî vê rewşê de, Qral bi awayî bêsebr sekinî ye û dotira rojê eşkere kiriye ku “divê cil û bergên ji min re tên gelek baş û xweştir bibe”. Piçek dem derbas bûye, di dawiyê de Cildirûyekê ciwan hatiye û ketiye ji nav salona qesrê, piştî derketiye li hemberê Qralê. Qral li wî re demek nihêriye û pirsî xwe kiriye, “ka bibêje Cildirûyê ciwan te ji min re çi anî ye?” Cildirûnê ciwan, bêyî bêhn didan û bilez bersîv xwe daye, “ew cawê rengdar ê ku di destê min de dibînin, min ji bo we anîye, qumaşekî taybet e û li ser rûyê cîhanê de zû bi zû peyda nabe. Min dil heye ku ez ê vê qumaşê li gorê we bidirûnim ku hûn ji bibînin ku wê çi qas xweş lê li serî we bê.

Qral digel vê gotinan ve pir mat maye û nezaniye çi bibêje. Cildirûnê ciwan gotina xwe berdewam kiriye “Qralê mezin şertekî min lê heye, heta ku xelas kirin ê cil û bergê we tu kesan ji karê min têkel nekin in. Qral li ser vê gotinan hinek kêfxweş bûye, ji şert û merc ê Cildirûyê qebûl kiriye. Du kîsikê di nav de tijî zêr in, jê re ji bo dest pê kirina karê wî, wek diyarî, daye û bi dû re gotiye “karê xwe zû xelas bike”

Cildirûnê ciwan yekser karê xwe dest pê kiriye, wî bi dû sê rojê du kîsikê zêr din ji xwestiye û Qral xwestekê wî bi cih anîye. Li ser vê rewşê de rojan û hefteyekî bihûriye, meraqê Qralê her ku diçe zêde bûye û ew pêştir Serokwezîrê xwe li ba Cildirûnê ve rêkirî ye, wî bi hêdîka ketiye mezela xebatkirinê, lê belê ji nişka ve dîtiye ku mezelê xebatkirinê vala ye û wî nikariye vê rewşê çi wate dide. Cildirû hatina Serokwezîrê bihisiya û dîtiye, di destên wî çi tişt tune, ji Serokwezîrê re weha pirs kiriye, “cil û berg çawa bûye, li gorî te Qralê mezin ji ev kincê biecibîne?” Serokwezîr bi dû pirsê wî, bîskekê di cihê xwe de heyirî maye, lê ji bo nekevî rewşekê xirab, bêdil gotiye, “erê te gelek baş çêkirî ye, destên te sax bin. Wî, ji mezelê de derketî ye û çûye li ba Qralê. Qral bi çavên meraqdar, pirsî ye, “cil û bergê min çawa xuya dike” Serokwezîr ji “Qralê min, ev gelek baş bûye, min di umr û jiyanê xwe de, cil û bergê ev qas xweş ne dîtibû. Ev tam li gorê te ye, li ser xêrê be. Pişt re Serokwezîr, ji bo dîtina cil û bergê, Wezîrê xwe rêkirî ye, ev ji çûye û dîtiye ku hema çi bigire, li ser kincê Qralê ji heman tiştan gotiye.

Wek herî dawîn ji Qral çûye mezela xebat kirinê û dîtiye ku Cildirûnê ciwan di hundur de bêrawest karê xwe dike lê belê Qral li mezelê, tiştekî dîtir ji valahiyê ve ne dîtiye. Qral ji nişkekê ve pirs kiriye “te ev qas demê rûniştî ye û çi tişt nekiriye, ez vê kîsikê zêr in cihê beredayî didime bo te.

Cildirû bîskek bêdeng maye, bi rewşekê ji xwe bawer, gotiye, “Qralê mezin, ev qumaşê li destên min de, bi tenê dikarin mirovên biaqil bibînin, ka binêrin çiqas xweş û nerm e, neqşên vê resen in, bila ji destên xwe hilgirin, ma ne welê ye?” Qral dîsan mat maye û nezaniye çi bibêje. Wî, ji bo nekevî rewşekê ecêb, wek bêdil ew ji gotiye, “belê belê pir xweş bûye, bi taybetî ji neqşên vê gelek baş in” ji mezelê derketî ye.

Cil û bergê Qralê li herêmê de, di devên hemû kesan de belav bûye. Hin kes jê gotine, bi tenê kesên ku biaqilan dikarin vê bibînin, ev bi qumaşekî cuda re hatiye çêkirin. Her ku diçe meraqên hemû kesan zêde bûne.

Di dawiyê de roja serencamê hatiye û amadekariyan ji xelas bûye û Gelê herêmê kom bûne. Cildirûnê ciwan, cil û bergên li ser Qralê derxistî ne û li ser wî, wekî ku di destên wî de hebûna cil û bergên nû, lê kiriye. Pişt re lê kirinê gotiye, “cil û bergên we gelek xweş bûn Qralê mezin, ew kinc gelek li we hatî..

Qral ji bo gotinên Cildirûnê ciwan bêdil spas kiriye û gotiye ku destên te sax bin, gelek xweş û baş bûye. Qral bi cil û bergên xwe yên nû ve derketî ye li derve qesrê, Gelên ku gava Qralê dîtine gelek şaş bûne û bi çavên xwe bawer nekirin e. Qral di vê rewşê de li herêmê geriyaye, lê tu kesan nikari ne ji Qralê rastiyê bibêjin, di nav xwe de kenine.

Qral demekê ji li kolanên herêmê de geriyaye, ji nişkekê ve dengê Zarokekê biçûk hatiye bihîstin û tilîya xwe ber bi jorê ve rakirî ye, di nav bêdengiyê de gotiye, “Qral Tazî!”

Piştî hevoka Zarokê biçûkê, dengên kenîn û bişirên ên Xelkê belav bûne, Qral di cihê xwe de wek mat mayî, ji bedenê xwe bi destên xwe veşartî ye û hema bêdeng rawesta ye…

Nivîskarê Çîroka Resen: Hans Christian Andersen

 

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights