Ana SayfaCÎHANÇînê dosyeya kurdan vekir!

Çînê dosyeya kurdan vekir!

Çetin Çeko / Le Monde Kurdî

Di 24ê çirîya paşîn a 2021ê de dema ku Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi rojeva Iraqê civîya, nûnerê daîmî yê Çînê li Neteweyên Yekbûyî Geng Shuang behsa operasyonên artêşa Tirkîyeyê li Herêma Kurdistanê kir. Shuang bal kişand ser nameya ku Iraqê di 4ê çirîya pêşîn de pêşkêşî Konseyê(1) kiribû û weha got: «Em bang li hemû alîyan dikin ku rêzê li serwerî û yekîtîya Iraqê bigirin, ji ber ku sivîl ji ber êrîşên hewayî û bombebaranên artêşa Tirk hatine qetilkirin.»(2)

Di civîna Konseyê ya di 27ê çirîya pêşîn a 2021ê de ku bi rojeva Sûrîyeyê hat lidarxistin. Balyozê Çînê Geng Şuang hebûna Tirkîyeyê ya li Sûrîyeyê wekî dagirkerî(3) û operasyonên wê yên li dijî kurdan wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî pênase kir. Li ser vê yekê di civîna Konseyê de di navbera Geng Shuang û nûnerê Tirkîyeyê Ferîdun Sinirlioglu de nîqaşên tund derketin.

Bi sîyaseta xwe ya derveyî ya kevneşopî, Çîn polîtîkayeke baldar dişopîne ku midaxeleyî karên navxweyî yên dewletên din nake. Bi taybetî di mijarên neteweyî û etnîkî de dibêje bila dewlet pirsgirêkên xwe bi parastina yekîtîya axa xwe çareser bikin. Sedema herî girîng a vê yekê hebûna tevgerên neteweyî yên serxwebûnxwaz in ku li Tîbet û Sîncanê bi taybetî jî li Taywanê li dijî Çînê dewam dikin. Ji ber vê yekê Pekîn ji berê de bi pirsgirêka kurdî û Kurdistanê re mijûl nebûye. Berevajî wê, di warê sîyasî, aborî û leşkerî de piştgirî daye dewletên Îran, Iraq û Sûrîyeyê ku Kurdistan kolonîze kirine. Çîn herweha li dijî referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê jî derketibû.

Di çirîya pêşîna borî de, 43 welat ku Tirkîye jî di nav de bû li Neteweyên Yekbûyî derbarê binpêkirinên mafên ûygûran de ku li Herêma Xweser a Sincanê dijîn endîşeyên xwe anîn ziman. Piştî vê daxuyanîya navborî Çînê karta kurdan derxist pêş û li dijî Tirkîyeyê dengê xwe bilind kir. Çînê li Konseyê bi pirsa li ser kurdan, dest bi rexnekirina Tirkîyeyê kir.

Çalakîyên îstixbaratê yên Tirkîyeyê li Herêma Xweser a Sîncanê, mazûvanîya Tirkîyeyê bo muxalîfên ku ji herêmê direvin û hebûna çekdarên ûygûr di nav hêzên cîhadîst ên li Sûrîyeyê û Lîbyayê mijarên sereke ne ku Pekînê aciz dikin. Rayedarên Çînî dîyar dikin ku ji sala 2013an ve hejmareke zêde ya çekdarên ûygûr di nav DAIŞê de cih girtine. Ji Navenda Ewropî ya Lêkolînên Îstixbarat û Dij-Terorîzmê Lamar Arkandy dibêje, Tirkîye hewl dide demografîya Rojavayê Kurdistanê biguherîne û derdora 150 malbatên ûygûrî(4) destpêkê li Îdlibê û piştre jî li Serêkanîyê ku di sala 2019an de dagir kiribû, bicih kirine.

Bêşik û bêguman, sekneke etîk, wijdanî û rast nîne ku meriv ji ber gotinên Çînê ya li ser kurdan zexta antîdemokratîk û binpêkirina mafên mirovan a Pekînê ya li dijî ûygûrên li Sîncanê biparêze. Ji ber ku dewletên ku kurdan di bin serwerîya xwe de digirin, têra xwe van pêkanînan dikin.

Bi boneya referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê, nêzîkatîya Pekînê ya ji bo pirsgirêka kurdî û sîyaseta Kurdistanê di medya, derdorên akademîk û sîyasî yên Çînê de hate rojevê. Têkoşîna kurdan a li dijî DAIŞê ev nîqaş hîn aloztir û aktîftir kirîye. Çîn piştî nakokîya Filistîn û Îsraîlê, pirsgirêka kurdî wekî meseleya herî mezin a neteweyî ya Rojhilata Navîn dibîne. Tevlihevî û xwezaya navneteweyî ya pirsgirêkê, Pekînê mecbûr dike ku di pirsgirêka kurdî de bi hişyarî tevbigere.

Çîn destnîşan dike ku mafê çarenûsê ya neteweyên mêtingehkirî nayê maneya serxwebûna mutleq. Li gor polîtîkaya Pekînê ya li ser mijarên Tîbet, Taywan û Sîncanê, Çîn bi vê mantiqê nêzî mijarên din ên neteweyî yên li derveyî Çînê dibe.

«Divê Çîn bi pirsgirêka kurdî re rû bi rû bimîne»

Em dibînin ku derdorên akademîk û sîyasî yên Çînê, ji pratîka Başûrê Kurdistanê dest pê dikin û pirsgirêka kurdî di kategorîyên xweserîya neteweyî, federalî û serxwebûnê de nîqaş dikin.

Lêkolînerê Enstîtûya Asyaya Rojava û Afrîkayê ya Akademîya Zanistên Civakî ya Çînê Tang Zhichao di gotara xwe ya «Divê Çîn bi pirsgirêka kurdî re rû bi rû bimîne» de,(5) çar kêşeyên ku derbarê pirsgirêka kurdî de li pêşîya Pekînê ne, tîne ziman.

«Ya ewil, dibe ku kurdên Iraqê rasterast li dijî prensîba Çînê ya ku dibêje em qarişî karên navxweyî yên welatên din nabin, dewleteke serbixwe ava bikin.

Ya duyem, ji ber ku berjewendîyên Çînê yên li herêmên kurdî, bi taybetî jî li Herêma Kurdistanê ya Iraqê her ku diçe zêdetir dibin, dê ji bo me dijwartir bibe ku em berjewendîyên der-deryayî biparêzin û hevsengîyeke hesas di navbera hikûmeta navendî û kurdan de deynin.

Ya sêyem, Çîn wekîe endameke daîmî ya Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî û welatekî mezin ê pêşda diçe, ne tenê ji parastina mafên mirovan û maf û berjewendîyên pêkhateyên etnîkî berpirsîyar e. Herweha divê di mijarên girîng ên ewlekarîya Rojhilata Navîn de jî cih bigire.

Ya çarem, daxuyanîyên neberpirsane ên welatên Rojhilata Navîn ên li ser pirsgirêkên sînorên rojava yên Çînê, di raya giştî ya Çînê de hêvîyekê çêdike ku «li hemberî van derdoran divê em piştgirîyê bidin kurdan» Ev jî li ser hikûmet û dîplomasîya me bandora raya giştî hinek zêde dike.

Tang Zhichao di berdewamîya gotara xwe ya «Divê Çîn bi pirsgirêka kurdî re rû bi rû bimîne» de weha nirxandin û pêşnîyarên xwe pêşkêşî rayedarên Çînê dike: “Tevî ku pirsgirêka kurdî pir aloz û dij-war e jî, berjewendî û ewlekarîya neteweyî ya Çînê, ewlekarî û aramîya herêmê, bi pîvan û exlaqên hiqûqî yên navneteweyî ve girêdayî ne. Ji ber van sedemên giştî divê Çîn bi pirsgirêka kurdî re rû bi rû bimîne.»

Di qayişkêşîya Amerîka û Çînê de helwesta kurdan

Ji bo bidestxistina destketîyên neteweyî yên demokratik, têkoşîna kurdan a bi hêza xwe ya cewherî nabe bê înkarkirin. Lê belê tevlihevîyên dewletên herêmê û mudaxaleyên aktorên navneteweyî ji bo bidestxistina van destketîyan bûne faktorên dîyarker.

Dagirkirina Kuweytê ya ji terefê Seddamî ve, guherîna ku bi Bihara Erebî li Sûrîyeyê derket holê û şerê li dijî DAIŞê xalên dîrokî ne ku bûne sedema destketîyên kurdan. Gotinên Çînê yên derbarê kurdan de jî dişibin van tesadufên jeopolîtîk.

Di sala 2003an de serokê wê demê yê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê Celal Talebanî bi serdaneke fermî çû Pekînê. Serdana Talebanî ne wekî nûnerê Herêma Kurdistanê, lê belê wekî endamekî rêveberîya demkî ya Iraqê bû. Bi vekirina konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê di sala 2014an de, peywendîyên fermî yên di navbera Rêveberîya Herêma Kurdistanê û Çînê de dest pê kirin.

Çîn, li Herêma Kurdistanê di warê çîmento, pola, karxaneyên vebikaranîn, projeyên enerjîyê û petrol, gaz, elektrîk, av û ragihandinê de xwedîyê giranîyekê ye. Çîn ku salane zêdetirî 500 milyon ton nefta xav îtxal dike, herweha mehane 2 milyon bermîl petrola xav ji Başûrê Kurdistanê bi rêya Ceyhanê dikire. Ev ji bo Çînê hejmareke biçûk e, lê ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmareke girîng e.

Herweha mezintirîn projeya Çînê li Herêma Kurdistanê di warê çand û geştîyarîyê de “Bajarê Bextewar” e. Wisa tê hêvîkirin ku di destpêka vê salê de avakirina projeyê bikin. Di sala 2019an de li Zanîngeha Selahedîn a li Hewlêrê beşa perwerdeya bi çînî hat vekirin. Li alîyê din, par jî li Zanîngeha Pekînê beşeke perwerdeya bi kurdî hate vekirin.(6)

Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê dest bi mueyîdeyan kir da ku bandora Çînê bişkîne, ku di plana cîhanî de wê wekî xetereyeke aborî û teknolojîk dibîne. Ji ber vê yekê, Çîn roj bi roj bi xurtkirina hebûna xwe ya wekî hêzeke nerm li Iraq û Başûrê Kurdistanê, îro nebe jî di demeke nêz de dê ji bo DYAyê bibe pirsgirêk.

Statuya Başûrê Kurdistanê, parastin û pêşvebirina destkeftîyan bi piranî bi piştgirîya sîyasî û leşkerî ya DYAyê pêk hatîye. Pentagonê ji bûdceya sala 2021ê 166 milyon dolar alîkarî da Pêşmergeyan. Di sala 2022an de ev alîkarî derket 275 milyon dolarî. Piştî ku Amerîkayê hêzên xwe yên şerî ji Iraqê vekişandin, hejmareke berçav ji şêwirmendên xwe yên leşkerî li Kurdistanê bicih kirin. Bi kuştina fermandarê Hêza Quds a Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî ji alîyê Amerîkayê ve, êrîş û gefên Îranê û çekdarên piştevanîya wê li dijî Hewlêrê jî zêde bûn. Ji bo pêşîgirtina van êrîş û gefan, DYAyê asta parastina leşkerî û teknîkî ya li Kurdistanê xurttir kir.

Di nav van peywendîyên hesas de, girîng e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî ku têkîlîyên xwe yên bi hevalbendê xwe yê stratejîk DYAyê re xera bike, sîyasetekê li gel Çînê bişopîne.

Çîn li gel têkilîyên xwê yên bi Başûrê Kurdistanê re, Rojavayê Kurdistanê jî xiste nav dosyeya kurdan, ev yek ji bo Çînê jî, ji bo kurdan jî pêşketineke nû ye. Wekî îstîsnayeke kêmdîtî, Çînê di medyaya fermî ya dewletê û malperên tora civakî de derbarê hêzên YPGê de ku DYA jî piştgirî dide wan, dest bi weşanên erênî kir. Di vê çarçoveyê de, piştî biryara serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ya vekişandina hêzên xwe ji Sûrîyeyê, Pekînê bi şermezarkirina êrîşa Enqereyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, helwestek li dijî Tirkîyeyê nîşan da.

Rûsya jî li hemberî helwesta Tirkîyeyê ya di mijara Qirimê de nêzîkatîyeke bi heman rengî dimeşîne û karta kurdan derdixe pêşîya Enqereyê. Her çiqas helwesta Rûsyayê ya li hemberî Qirimê û ya Çînê ya derbarê ûygûran de neheq bin jî, Çîn di Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî û sazîyên bi vî rengî de sîyaseta Tirkîyeyê ya li hemberî kurd û Kurdistanê, binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan a li vî welatî nîqaş û eşkere dike. Ev yek ji bo berjewendîya kurdan girîng e.

Tirkîye di gelek mijarên stratejîk de di navbera Rojava û Rûsyayê de asê maye. Heger Çîn helwesta xwe ya piştevanîya kurdan krîstalîze bike û dosyeya kurdan vekirî bihêle, dibe ku helwesta tevgera kurdî li herêmê bihêztir bibe. Bêşik rola jêhatîbûn û jîrbûna sîyasî ya ku ji alîyê sîyasetmedarên Kurdistanê ve tê nîşandan di vê meseleyê de girîng e.

Wergera ji tirkî: Bîlal Ata Aktaş

_________

1) Bi maneya Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî

2) https://www.rudaw.net/turkish/world/25112021

3) https://serbestiyet.com/haberler/bmde-turkiye-cin-gerilimi-isgalci-suclamasina-uygur-cevabi-73703/

4) https://npasyria.com/en/54093/

5)  https://opinion.huanqiu.com/article/9CaKrnJFv85

6) https://www.rudaw.net/turkish/interview/30092021

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights