Ana SayfaGIŞTÎBERDEVKÊ ROSNEFT A RÛSÎ HÛRGILÎYÊN RÊKEFTINA BI KURDISTANÊ RE VEGOTIN

BERDEVKÊ ROSNEFT A RÛSÎ HÛRGILÎYÊN RÊKEFTINA BI KURDISTANÊ RE VEGOTIN

Berdevkê çapemenîyê yê kompanîya petrolê ya dewleta Rûsî Rosneftê Mihaîl Leontyev li Forûma Aborî ya Navnetewî li St. Petersburgê (SPIEF) ji televizyona Roussia Today (RT) re li ser rêkeftina ku di navbera Rosneft û Rêveberîya Herêma Kurdistanê hatiye girêdan axivî.

Leontyev ragihand, wan bi Herêma Kurdistanê re ji bo lêgerîna hîdrokarbonê û di qadên hilberînê de hevkarîyê berfirehtir bikin gelek peyman girê dan.

RÊKEFTINA ROSNEFT Û KURDISTANÊ ÇEND QADÊN ABORÎ VEDIHEWÎNE

Leontyev li SPIEFê got, “Berîya hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kompanîya Rosneftê pakêteke li ser hilberandin, bazirganî, lojîstîk û pêşxistina binesazîyê îmze kir.”

‘ROSNEFTÊ KONTRATEKE BI QEZENC BI KURDISTANÊ RE ÎMZE KIR’

Berdevkê Rosneftê diyar kir, Rosneftê bi Herêma Kurdistanê re kontrateke bi qezenc a teslîmatê îmze kiriye û li gor wê jî mafê Rosneftê tê de heye ku 3/2yê xeta borûya petrolê ya ber Tirkiyê ve dirêj dibe bikar bîne.

Leontyev destnîşan kir, rêkeftina hatiye girêdan 20 salan dom dike û veberhênaneke stratejîk e.

ROSNEFT KET HERÊMA KU BAZARA ENERJÎYÊ PÊŞ VE DIÇE

Li gor daneyên beşa çapemenîyê ya Rosneftê, kompanîya Rûsî bi van peymanên dawî re ketîya yek ji herêma herî zêde di bazara enerjîyê de pêşve diçe ku xwedî potansîyela derxistina 45 milyar bermîl petrol û 5.66 trîlyon gaza sirûştî ye.

krd.sputniknews.com

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights