ANASAYFAKÜLTÜR SANATBelgefîlma “Kirasê ji Agir” a li ser jiyana Xalid Begê Cibirî li...

Belgefîlma “Kirasê ji Agir” a li ser jiyana Xalid Begê Cibirî li Wanê hat nîşandan

Belgefîlma bi navê “Kirasê Ji Agir: Xalid Begê Cibrî” ya behsa jiyan û têkoşîna Xalid Beg dike li Wanê hat nîşandan.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney a baroyê belgefîlma bi navê “Kirasê ji Agir” da nîşandan.

Malbata Xalid Begê Cibirî, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li nîşandana belgefîlmê bûn.

Xalid Beg yek ji pêşengên girîng ê têkoşîna netewî a Kurd e. Belgefîlm jiyan, çalakiyên polîtîk û pêvajoya beriya darvekirina Xalid Begê Cibrî a di sala 1925an de li xwe digire. Her weha di belgefîlmê de bi belgeyên arşîvan, tomarên malbatê û lêkolînên dîrokî yên serzarî behsa Xalid Begê tê kirin.

Her weha di belgefîlmê de arşîva malbatê ya berfireh a ku neviyê Xalid Begê Cibrî, Kasim Demiralp saz kiriye wekî çavkaniyek bingehîn tê bikaranîn.

Belgefîlm li Amed, Bedlîs, Mûş, Varto, Çewlîg, Erzirom, Stenbol û Almanyayê hatî kişandin.

Belgefîlm 93 xulek e û derhêneriya wê Kerem Tekoglû(Keremo) kiriye. Her weha belgefîlm bi çêkeriya malbatê hatiye amadekirin û teknîkên hişê çêkirî jî di belgefîlmê de hatiye bikaranîn.

(AY)

Kaynak: bianet

AKTÜEL