Ana SayfaJINBavê keça 6 salî hatibû zewicandin hat desteserkirin

Bavê keça 6 salî hatibû zewicandin hat desteserkirin

Zewicandina zarokekê di şeş saliya xwe de li Tirkiyê bûye cihê nîqaş û karvedanan. Ew zarok niha jineke mezin e û piştî ku ji hevjînê xwe cuda bûye, çûye giliyê wî kiriye. Bavê keçikê yek ji damezrînerên Weqfa Hîranur e ku ser bi Cemaeta Îsmaîlaga ye. Sala 2002an dema ku keça wî şeş salî ye bi mirîdê xwe yê 29 salî Kadir Îstekli re zewicandiye.

2emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê girêdayî vê dozê derbarê Kadir Isteklî û Yusuf Ziya Gumuşel de biryara girtinê dabû.

Li ser vê biryara dadgehê roja Çarşemê 14ê Kanûna 2022ê Kadir Istekli li navçeya Pendikê ya Stenbolê bi îdîaya” destdirêjiya cinsi bo ser zarokê” hat desteserkirin. Îro 15ê Kanûna 2022an jî bavê keçikê Yusuf Ziya Gumuşel, ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Li ser giliyê keçikê 2emîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê ya Stenbolê, biryar dabû ku yekemîn rûniştina dozê 22ê Gulana 2023an bê dîtin. Lê piştî nerazîbûn û bertekên civak û saziyên sivîl zêde bûn, Wezareta Malbatê û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê serî li dadgehê da û xwest dîroka rûniştina dozê pêş de bê anîn. Dadgehê daxwaza wezaretê qebûl kir û dîroka rûniştina dozê ji 22ê Gulana 2023 bo 30ê Çileya 2023an pêş xist.

Di yekemîn rûniştina dozê de dê bavê keçikê Yusuf Ziya Gumuşel, dayika wê Fatma Gumuşel û kesê pê re zewicî Kadir Îstekli bên darizandin. Di îdianameya dozgeriyê de ji bo Kadir Îstekli herî kêm 30 sal û ji bo dayik û bavê keçikê jî herî kêm 18 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights