Ana SayfaGIŞTÎBARZANÎ DEMA REFERANDÛMÊ DESTNÎŞAN KIR

BARZANÎ DEMA REFERANDÛMÊ DESTNÎŞAN KIR

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna ya ligel malpera Philly.com a amerîkî de eşkere kir, ku ji bo raya giştî ya navneteweyî bibîne û bizane ka daxwaz û bijardeya kurdan çi ye, dê îsal li Kurdistanê referandûm bê kirin.

Derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî Barzanî got; “Êdî ne gengaz e, ku em vegerin berî. Iraqa piştî Mûsilê dê ji Iraqa beriya Mûsilê pir cudatir be. Ji bo gihiştina çareseriyeke mayinde me divê em ligel Bexdayê gotûbêjên cidî bikin.”

Serokwezîr Barzanî herwiha diyar kir; “Di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de hê jî ti pêşkeftineke berçav çênebûye. Eger Amerîka bixwaze behsa yekîtiya Iraqê bike, divê vê rastiyê bizane ku Iraqêkî yekgirtî nemaye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, ku di mijara serxwebûna Kurdistanê de wan bi Tirkiyê re ti hevdîtin û danûstandin nekirine û got; “Me ti hevdîtineke fermî nekiriye lê Tirkiye amadeye guhdariya vê mijarê bike.”

Derbarê mijara hebûna leşkerên amerîkî li Kurdistanê de jî Barzanî destnîşan kir, ku ew bi germî pêşwaziya hebûna baregaheke leşkerî yê Amerîkayê dikin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights