Kovara Bizot wekî platformeke nû ya çandî hunerî û wêjeyî hatibû damezirandin. Kovarê di Adara 2026an de hejmara xwe ya 2emîn gihand ber destên hezkiriyên kurdî.
Kovar ji sê mehan carekê serê her demsalê dertê û di her hejmarê de dibe warê nivîsên wêjeyî, hunerî û rexneyî.
Dosyeya vê hejmarê: Hunermend Mehmet Atli
Di hejmara duyemîn a Bizotê de dosye li ser hunermendê navdar Mehmet Atli hatiye amadekirin. Di kovarê de hevpeyvîneke berfireh bi Mehmet Atli re cî digire û her wiha gelek nivîskarên din li ser berhem û hunermendiya wî nivîsên hem bi kurmancî hem jî bi kirdkî amade kirine.
Bergê kovarê jî bi wêneyê Mehmet Atlı û sernavê “Bi salan e ez deng ê xwe dişopînim” balê dikişîne. Her wiha di bergê hundirîn de helbestvanê rehmetî Ehmed Huseynî û nivîskarê rehmetî M.Emin Bozarslan jî hatine bibîranîn.
Kovar bi kurmancî û kirdkî / kirmanckî ye

Taybetmendiyeke giring a Bizotê ew e ku kovar cî dide her du zaravayên kurdî (kurmancî û kirdkî). Di kovarê de:
• Helbest û Çîrok
• Hevpeyvîn û Lêkolîn
• Nivîsên Rexneyî û Teorîk
bi her du zaravayan cî digirin, ev yek dewlemendiya kovarê nîşan dide.
Armanc
Edîtorên kovarê diyar dikin ku armanca wan a sereke “geşkirina ziman” û afirandina platformeke azad e ji bo nivîskar û xwîneran.
Di sernivîsa “Ji Edîtor” de tê gotin: ” Weşana kovaran ji bo dewlemendkirina zimanan hêzeke mezin e, em jî bi vê hişyariyê nêzikî derxistina Bizotê dibin.”
Bizot li Kuderê Derdikeve?
Xwînerên ku dixwazin kovarê bi dest bixin, dikarin li gelek pirtûkfiroşan kovarê peyda bikin. Her wiha ji bo siparîşên online jî ev navnîşan heye:
Hûn dikarin bi rêya e-mailê yan jî hesabên medyaya civakî bi Kovara Bizotê re têkiliyê deynin.
(AY)
Çavkanî: bianet
