ANASAYFAHAK İHLALLERİNûçegihanê DW Tirkî Alican Uludağ hat girtin

Nûçegihanê DW Tirkî Alican Uludağ hat girtin

Nûçegihanê DW Tirkî Alican Uludag bi biryara Serdozgerê Giştî yê Stenbolê li mala xwe ya li Enqereyê hate desteserkirin.

Li mala Uludag lêgerîn pêkanîn û ji bo îfadeyê wî bigirin wê ji Enqereyê bibin Stenbolê.

Serdozgeriyê sedema desteserkirina Uludag nûçe û parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî yên têkildarî berdana endamên DAIŞê yên ku êrîşa Balafirgeha Ataturk a Stenbolê plan kiribûn, nîşan daye.

Alîcan Uludag di 18ê Kanûna Pêşîn a 2024an de di Now TVyê de di nûçeyek xwe de gotibû ku Dadgeha Bilind biryara berdana şeş bersûcan daye ku bûbûn sedema mirina 45 kesan li Balafirgeha Ataturk û 46 caran cezayên girtîgehê yên heta hetayê û 2604 sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn.

Uludag, piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdiaya ku “heqaret li serokkomar kiriye”, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Dadgeriya Cezê û Aştiyê jî bi heman îdiayê biryara girtinê da.

(HA/AY)

Kaynak: bianet

AKTÜEL