ANASAYFAKÜRDİSTANJi sedî 98,7ê malbatan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin

Ji sedî 98,7ê malbatan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin

Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) li Tirkiyeyê lêkolîneke berfireh li ser asta bikaranîna zimanên dayîkê yên ji bilî Tirkî û daxwazên derbarê van zimanan de kir.

Rapor li ser bingeha hevpeyvînên ku di navbera 4-10ê Sibata 2026an de bi 1,540 kesan re hatine kirin, hatiye amadekirin.

Li gorî belavbûna herêmî ya beşdarên lêkolînê, ji sedî 45 li Herêma Başûrêrojhilatê Anatolyayê (bajarên kurdan), ji sedî 20,5 li Herêma Rojhilatê Anatolyayê (bajarên kurdan), ji sedî 16,8 li Herêma Marmarayê, ji sedî 7,1 li Herêma Egeyê, ji sedî 6,8 li Herêma Deryaya Spî, ji sedî 3,2 li Herêma Anatolyaya Navîn û ji sedî 0,6 jî li Herêma Deryaya Reş dijîn.

Di lêkolînê de ku piraniya beşdaran li bajarên kurdan dijîn, hat destnîşankirin ku zimanê dayîkê yê ji sedî 82,8ê beşdaran Kurmancî û yê ji sedî 9,4an jî Kirmanckî/Zazakî ye.

Li malê zimanê dayîkê, li kolanan Tirkî serdest e

Daneyên lêkolînê nîşan didin ku qada bikaranîna zimanê dayîkê her ku diçe di nav malê de teng dibe.

Zimanê ku herî zêde li nav malê tê axaftin bi rêjeya ji sedî 49,5an Kurmancî ye, lê Tirkî bi rêjeya ji sedî 38,1ê maye. Digel ku bikaranîna zimanê dayîkê di dan û standina bi mezinên malbatê re (dayîk, bav û kesên ji 65 salî mezintir) bilind e jî, di jiyana civakî de ev rewş berevajî dibe.

Zimanê ku di jiyana civakî de herî zêde tê axaftin bi rêjeya ji sedî 60,1ê Tirkî ye. Bi taybetî tercîhkirina Tirkî ji aliyê ji sedî 79,2yê beşdarên jin ve di jiyana civakî de, nîşana kêmbûna xuyabûna zimanê dayîkê ya li qada giştî ye. Di nav nifşê ciwan de (18-24 salî) rêjeya axaftina Tirkî ya li kolanan ku nêzîkî ji sedî 70yî ye, wekî daneyeke din a girîng nîşan dide ku ziman ji qada giştî vedikişe.

Şiyana xwendin û nivîsandinê lawaz e

Digel ku şiyanên têgihiştin û axaftinê yên beşdaran di asta bilind de ne, lawaziya di warê xwendin û nivîsandinê de balê dikişîne.

Bi taybetî di şiyana nivîsandinê de ji sedî 36,6ê beşdaran bersiva “qet” da. Beşdarên ku zimanê xwe yê dayîkê kêm dizanin an nikarin biaxivin, wekî sedema herî mezin a vê rewşê “nebûna dibistan û çavkaniyeke ku ew karibin jê fêr bibin” (ji sedî 58,1) nîşan dan.

Ev dane nîşan dide ku lawaziya ziman ne ji ber tercihên takekesî lê ji ber kêmasiyên binyadî ye.

Rewşa zarokan

Yek ji beşên herî balkêş ên raporê, qutbûna di veguhastina ziman a di navbera nifşan de ye. Ji sedî 42,9ê beşdarên ku li mala wan zarok hene, diyar kir ku ew bi zimanê dayîkê bi zarokên xwe re naaxivin.

Di nav zarokên 0-5 salî de, rêjeya qet neaxaftina zimanê dayîkê bi ji sedî 24,4an gihişte asta herî bilind.

Dê û bav wekî hinceta neaxaftina bi zimanê dayîkê ya bi zarokên xwe re, herî zêde “axaftina domdar a Tirkî ya derdorê” (ji sedî 47,2) nîşan dan. Piştî vê yekê, têra nekirina zanîna dê û bavan ji bo fêrkirina ziman û fikarên ku dê zarok di jiyana dibistanê de zehmetiyan bikşîne, tên.

Piştgiriya ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê rekor e: Ji sedî 98,7

Her çend bikaranîna ziman di jiyana rojane de teng dibe jî, daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê di asta rekorê de hat pîvandin.

Li ser pirsa “Gelo hûn dixwazin zarokên we bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê bibînin?”, ji sedî 98,7ê beşdaran bersiva “Erê” da.

Ev daxwaz ji aliyê beşdaran ve di serî de wekî “mafeke bingehîn ê mirovan” û “pêwîstiyek ji bo jiyana ziman” hat hincetkirin.

Ji sedî 82,1ê beşdaran dersên hilbijartî yên “Ziman û Zaravayên Zindî” yên ku di dibistanên heyî de tên dayîn wekî “gelekî kêm” dibînin û piraniya beşdaran tekez kir ku divê perwerde ji pêşdibistanê dest pê bike û bi zimanê dayîkê be.

Gefa herî mezin nebûna perwerdeyê ye

Beşdaran, wekî xetera herî mezin a li pêşiya domandina hebûna zimanê dayîkê “nebûna perwerdeya bi zimanê dayîkê” (ji sedî 56,9) dît.

Di nav pêşniyarên çareseriyê yên pêşîn de ji bo parastina ziman, “bûna zimanê perwerdeyê”, “bidestxistina ewlehiya yasayî/destûrî” û “qebûlkirina wekî zimanê fermî” hatin rêzkirin.

Li aliyê din, beşdaran diyar kirin ku cihên ku ew herî zêde hîs dikin ji ber zimanê xwe yê dayîkê rastî cudakariyê hatine, sazî û daîreyên dewletê (ji sedî 60,4) û medyaya civakî (ji sedî 44,7) ne.

SAMER di beşa encamê ya raporê de tekez kir ku her çend daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê gelekî xurt be jî, polîtîkayên perwerdehiyê yên heyî wekî kêm tên dîtin. Lêkolînê derxist holê ku parastina ziman tenê bi hewldanên nav malbatê pêkan nabe û pêwîstiya bi misogeriya sazûmanî û yasayî heye.

(AY)

*Çavkanî: Rûdaw

Kaynak: bianet

AKTÜEL