Fidel FERİT / Mezopotamya ya Sosyalîst / Hejmar: 15
Çepa Tirk a bi salane di bê: “Emê Cûmhûrîyet ê ra bikin ser pîya.” Lê di sala 2024 an de ev ji gotine kê zêdetir, kirin armanca xwe.
Li ser vê mijarê divê ku em çend pirsan ji wan bi pirsin.
Ji bo çepa Tirk Cûmhûrîyet çî ye?
Çepa Tirk a ku Kemalîzm ji ferheng û heşên xwe dernexistî ye, li ku derê vê Cûmhûrîyet’ an faşîst e?
Ronakbîrên Kurd, Marksîst û Komunîstên Kurd ne li têgehan Cûmhûrîyet’ ê li vê Cûmhûrîyet’ a li ser koka faşîzmê bilind bû ye çawa mêze dike?
Çepa Tirk dibe je ku “Cûmhûrîyet pêşveçûn e.” Belê rast e lê Cûmhûrîyet an Tirkan ev mîsyona pêşveçûnê li hemû herêmên Tirkiyeyê pêk anî an li hinek herêman têk bir. Pêşveçûn di ku vê Cûmhûrîyet an sedsale êrîşên ser gelên kêm netewe û mafên wan dike de ye?
Belê hewceye ku em berî dest bi têgehan Cûmhûrîyetê bikin. Cûmhûrîyet li hemberê nîzama feodalîst pêk hat û bi şoreşa Fransî li hemû Cîhanê hat berçavan. Li dû şerên emperyalîst (şerrên cîhanê yê ku yekemîn) vê tegêhên li cîhanê zêdetir deng veda û kayzerî hilweşandin di şû ne wan de dewletên neteweyî pêk anî. Têkiliyên hilberîyê guherandin. Ev nîzam ji bo mirovahiyê gaveke zêdetir giring û bi wate bû. Lê ji bo gelên kêmnetewe destpêkirina asîmîlasyona ziman û çanda wan bû. Cûmhûrîyet li cîhê ku serî hilda û li dinyayê belav bû yanê li Ewropayê xwe her tim bi ramanên demokratîk ve girêda û pêşveçû. Lê li derê wan welatan wek welatên Rojhilata Navîn ev fikrên Cûmhûrîyet ê wek faşîzmê û zordarî yan gelên xwedî dewlet hate qebûl kirin. Van welata li gorî vê qebul kirina xwe dewlata xwe meşandin. Wek ewrên reş xwe bera ser gelên kêmnetewe dane û zordarî û zilma ku li wan kirine li cîhanê êş û keser vedane. Yanê xweya ye ku gava ramaneke nêh fahmkirin û li welatekî pêk bê ev raman çiqas nîşana pêşveçûnê be jî ne bese. Divê ku tê de ji ramanên kevnar xirabtir fikrên qensêrî û hov wek Faşîzm ê pêk bê. Li Ewropayê em dikarin Polonyayê wek nîşana Kurdistanê bidin. Lê Polonya îro ser bi xwe ye. Ku Polonya di şuna Kurdistanê de bûna îro ev jî bindest û perçe perçe bû.
Çepa Tirk ji ber ku Cûmhûrîyet’ ê têkiliyên feodalîst an Kayzerî yan Romê hilweşand wek pêşveçûnê lê dinêrin. Lê Cûmhûrîyet ê ev têkilîyên feodalîst li hemû herêmên Tirkiyeyê ra nekirin, li cîhê ku serhildan çê bûn bî begên feodal re ji bo serhildana têk bibe ket milên wan. Ew, bi dest kesên Cûmhûrîyet afirandin hatin xwedîkirin û li hemberê kesên sere xwe netewandin pişt girîyan wan kir. Hewkêşî yan wan herêmên serhildanê beravajî kirin.
Kesên xwenda û zana, ronakbîr ji ber zilma wan ,û ya dewletê tu çare ne dîtin û penaber bûn. Bi hezaran ronakbîr û rewşenbîrên kurd mişext bû an jî kujernedîyar bûn ji xeynî wan bi hezaran jîdi girtîgehê Cûmhûrîyet ê de bi zordarî yan gûrê har bi şkencê hovî hatin kuştin. Li herêma bakurê Kurdistanê li ser navê ronahiyê bi tenê ev roja pîroz a ku li ezmanan ma, ku bikarî bu na wê ev jî bi daliqandana.
Yanê li Cûmhûrîyet ê gava em bi çave kî wîsa lê binêrin ji ber ku ev rewşenbîr û ronakbîr li bakûren Kurdistanê nehabandin ev der ji zanist veqetand ji bo ev der Cûmhûrîyet ne pêşveçûn, paşverû ye. Cûmhûrîyet ê li bakurên Kurdistanê tu car pêşveçûn ne kir armanca xwe bi tenê armanca wê asîmîlasyona gelên Kurd bû. Li gor wê armancê gav avêtin. Ji bo wan a girîng ne pêşveçûna bakûr bû ji bo wan a girîng asîmîlasyona bakûr bû. Ji wê belê Cûmhûrîyet’ê li bakurên Kurdistanê ne feodalîzm ne jî têkilîyên hilberînê guhert wê bi tenê pêşveçûna gelê Kurd ya ku li ser civaknasî û zanist şûnde xist û gelên Kurd kir bindestê axa, şexa û mella.
Kurd înkar kirin û nave xwe li me, li gundên me, li bajarên me kirin. Zimanê ku bi hezar salan li ezmanên herêman Mezrabotan têh bihîstin qedexe kirin.
Wan di dibistanê xwe de em ji huner, çand û zimanê xwe dûrdixistin. Lê divê neqîm bû ku ser de di dîrokê de em xirab xwe serbilind derdixistin. Ji bo em nasnameyan wan biecibînin û nîjadên xwe ji bîr bikin di çar aliyan de êrîşên serme dikirin. Ji wê belê Cûmhûrîyet ên ji demokrasî yên dûr, xeynî zordarî yên di çavên kêmnetewe de tiştekî din nine.
Îro çepan Tirk peyvên sedsal berê tîne ser ziman. Sedsal berê digotin: “em herdû birane û em welatê xwe ji dest emperyalîstan xelas bikin bi hevre dibin ala xwe de bijîn.” Lê dû şer ji bo navên xwe bisermedin êrîşê nasnameyan me kirin. Îro çepa Tirk dîsa van peyvana tîne ser ziman lê tu bahse Kurdistan a sedsale di bin lingên xwînxwar û emperyalîst de nakin.
Çepa Tirk berê xwe daye Enqerê û bi wan fikir û ramanên sedsale Kurd ji huner, çand û zimanê xwe kirîye ji Kurdan piştgiriyê dixwazin. Sedsal berê kalikên me ketin wê dafê û îro bi hezaran ciwanên Kurd jî ketine wê dafê. Sedsale xaka vî welatên zanist û qedîm hêsrên ji xwînê li çavan dibarîne. Lê bakûrê Kurdistanê di bin şevên reş de tovên xwe çîyan din û li hemberê vê dijvarîyê dîsa li ser xaka xwe rewşenbîr, ronakbîr, xwenda û zana pêk anîn. Îro bi ramanên sosyalîst emê têk bibin wek şerrê cîhanê yê du yemîn wê Cûmhûrîyet a ku Faşîst.
Armanca me sipehî ye, ronahî ye, fêl û daf tê de nîne. Şoreşa sosyalîst û Welate kî a azad.
Pûşper 2024