Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) ‘ro rapora xwe ya sala 2023’yan bi bîragiştî re parve kir.
HRW ya bingeh li New Yorkê, ku yek jî rêxisinên serekî yên mafê mirovan e, di raporta 2023’yan de bal dikşîne ser Sûrîyê ku di sala borî de sivîlên li Sûrîyê rastî binpêkirinên giran û zehmetîyên dijwar, li ser destê hikûmeta Sûrîyê û alîyên din yên şer hatine.
HRW dibêje ku jiber nizimbûna lîraya Sûrî ya hember dolara Amerîkî krîza aborî û mirovî giheştîye asteke pir xirab.
Çavdêrîya Mafên Mirovan bi bîr tîne ku Ofîsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di meha Hezîranê de ragihandibû ku navbera 1ê Adara 2011an û 31ê Adara 2021an de, pirtir ji 306 hezar kesên sivîl hatine kuştin.
HRW dîyar dike ku li deverên bin kontrola hikûmeta Beşar Esad de hêzên ewlehîyê û milîsên ser bi hikûmetê kiryarên binçavkirina neqanûnî û hindakirin û reftarên xirab yên dijî gel berdewam kirine.
HRW dibêje ku desthilatdarên Sûrî bi berdewamî bi rêkên neqanûnî dest datînin ser mal û milkên hemwelatîyan û li pêş Sûrîyên ku dixwazin vegerin warên xwe, astengîyan derdixin.
Sazîya mafê mirovan ku bingeha wê li New Yorkê ye, di rapora xwe de cîh dide bakurê rojavayê Sûrîyê û dibêje ku li wê derê zêdetirî 4.1 mîlyon sivîl dijîn.
HRW bal dikşîne ku piranîya wan kesan li wê derê asê mane û derfetên wan tunene ku bi cîh bibin yan derbazî Tirkîyê bibin.
Rêxistin dîyar dike ku li Îdlib û rojavayê Helebê, êrîşên çavkorkî yên hêzên Sûrî-Rûsî li ser sivîlan û binesazîya sivîlan berdewam kirine.
HRW, derheqa bakurê-rojhilata Sûrîyê jî dibêje ku di Gulanê de, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî ya Tirkîyê ya ser wê herêmê kiribû.
HRW dide zanîn ku Tirkîye bi armanca derxistina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengîya Kurdan, dixwaze ji deverên li başûrê sînorê xwe derxîne.
“Tirkîyê herî dawî di Cotmeha 2019an de êrîşî hin deverên bakurê-rojhilata Sûrîyê kir û ew dagîr kirin û heta niha jî ew dever di bin kontrola wê de ne. Li deverên bin dagirkerîya Tirkîyê, hêzên Tirk û komên xwecîhî yên Sûrî bi berdewamî li ser binpêkirina mafên sivîlan û sînordarkirina azadîyan didomînin.”
HRW di raporta xwe de cîh dide rewşa çekdarên DAIŞ’ê yên girtî û malbatên wan.
“Piştî têkçûna Dewleta Îslamî li ser erdê di sala 2019an de, nêzîkî 66,000 mêr, jin û zarok (gumanbarên bi endamtîya berê ya DAIŞ’ê û malbatên wan) bi awayekî neyasayî di rewşeke kambax, rûreş û gelek caran nemirovî de ji alîyê HSD’ê ve li bakurê rojhilata Sûrîyê girtî ne. Di nav wan de nêzî 43,000 bîyanî hene – ji sedî 60 ji wan zarok in ji nêzîkê 60 welatan in ku ev bêhtirî sê salan e girtî ne bêyî ku pêşberî dadgehê bibin. Tê zanîn ku tenê kêmtir ji 30 welatî hemwelatîyên xwe vegerandine yan jî bûne alîkar ku hemwelatîyên xwe bînin welêt, û piranîya wan destûr dane ku tenê hejmarek sînordar vegerin.”
HRW êrîşa DAIŞ’ê ya ser zindana el-Sînaa ya bajarê Hesekê jî bi bîr tîne ku pirtir jî 500 kes di wê êrîşê de hatibûn kuştin û herî kêm 45,000 kes derbider bûbûn.
HRW dibêje ku HSD’ê di nav de çalakvan, rojnamevan û mamoste jî, li dijî sivîlan helmestên girtinê yên girseyî pêk anîne û di dawîya Tîrmeha 2022an de, di nava alozîyên bi Tirkîyê re, herî kêm 16 çalakvan û xebatkarên medyayê girtine.
Çavdêrîya Mafên Mirovan qala krîza aborî ya li Sûrîyê û karvedanên wê yên li ser mafan jî dike û dibêje ku ew welat rûbirûyê krîza aborî ya herî xirab bûye.
HRW sedemên vê krîzê wek encama dirêjbûna şerê çekdarî, krîzên aborî yên li welatên cîran Tirkîye û Lubnanê, pandemîya COVID-19, ceza, hişkesalîya dijwar, û encamên aborî yên şerê li Ukrayna bi rêz dike.
“Di sala 2022an de, ji sedî 90 ji Sûrîyan di bin xeta hejarîyê de dijîyan û herî kêm 12 mîlyon Sûrî ji nifûsa mayî ya ku bi dora 16 mîlyon kes tê texmîn kirin, bê ewlekarîya xwarinê bûn, ew jî li gor Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP). Zêdetirî 600,000 zarok ji ber bêxwarinîya dijwar dinanin. Ji destpêka şer ve gihiştina bi sitargeh, lênêrîna tendirustî, elektrîk, perwerde, veguhestina giştî, av û paqij îyxirabtir bûye. Xelk li seranserê welêt rastî kêmbûna sotemenîyê û bilindbûna buhayê xwarinê tên.”
HRW bi bîr tîne ku di meha Îlonê de, nexweşîya kolera ya kujer li seranserê bakurê Sûrîyê belav bûbû û ew jî bûbû sedema derketina tirsa ku ew li seranserê Sûrîyê û li herêmê bi berfirehî belav bibe.
HRW li ser Tirkîyê jî dibêje ku hikûmeta otorîter ya Tirkîyê zextan li ser rêberên muxalefetê çêdike û li wî welatî medya û dadgeh di bin givaştinê de ne.
HRW’ê bal dikşîne ser zextên hikûmetê yên ser rêvebir û parlamanterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û bi bîr tîne ku hevserokên wê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag.
HRW bi bîr tîne ku Demîrtaş tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî ya berdana wî hîn jî li zindanê tê girtin û doza girtinê HDP’ê jî hîn li Dadgeha Qanûna Bingehîn didome.
WOA