ANASAYFASİYASETÊrîşî avahiya HDPyê ya Keçîorenê kirine

Êrîşî avahiya HDPyê ya Keçîorenê kirine

Kesên ku êrîşî avahiya HDPyê ya Keçîorenê kiriye, li ser dîwaran dijûnên zayendperest û gotina “Çi bextewer e kesê ku dibêje ez tirk im” nivisîne.

Duh (12ê Kanûna Pêşiyê) derengê şevê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar êrîşî avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Keçîorenê ya Enqereyê kiriye.

Li gorî nûçeya Jinnewsê di dema êrîşê de alên HDPyê dirandine û camên avahiyê şikandine.

Êrîşkaran li ser dîwarên avahiyê dijûnên zayendperest û gotina “Çi bextewer e kesê ku dibêje ez tirk im” nivisîne. Ji ber ku kameraya ewlehiyê ya avahiyê dîmenan tomar nake, nasnameya êrîşkaran diyar nebûye.

Lêkolîna polîsan a li avahiyê didome.

Beriya niha jî êrîş li avahiya HDPyê ya Keçîorenê bûbûn.

Di 16ê Tebaxa 2022yê de hin kesan êrîşî avahiyê kiribû û pankarta ku fotografê Aysel Tûglûkê li ser e û alên HDPyê hatibûn dizîn.

Piştî lêkolîn ser dîmenên kamerayê hatibûn kirin, rayedarên HDPyê gilî kiribû.

Di sala 2020ê de jî hin kesan êrîşî heman avahiyê kiribû û can şikandibûn. Her weha nivîsek û ala Tirkiyeyê hatibû daliqandin ku li ser nivîsê navên leşkerên li Idlibê miribûn û gotina “silavên wan hene” nivîsîbûn. (TY/FD)

BİANET

AKTÜEL